NAVENDA NÛÇEYAN – 14’ê Tîrmehê ji bo dîroka gelê Kurd tîpeke zêrîn e.
Kesên ku 14’ê Tîrmehê de bûn xwedî dîrok di heman demê de ew kes ji bo gelekî bûne xwedî nirxê herî mezin.
Mehmet Xayrî Durmuş, Kemal Pir, Akif Yilmaz û Alî Çîçek…
Şehîd Mehmet Xeyrî Durmuş
“Di sala 1955 ‘an de li gundê Qumikê yê Çewlikê ji dayîk dibe. Lîseyê li Çewlikê dixwîne. Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Enqerê bi dest dixe. Timî xwedî lêgerînekê û xeyalên mezin e. Li zanîngehê ji fikrên şoreşgerî bi bandor dibe. Di dawiya sala 1975’an de koma Apoyî nas dike. Di 1977’an de dest ji zanîngehê ber dide û wek şoreşgerekî tevdigere. Li Çewlik, Amed, Mêrdin û Rihayê di xebatên rêxistinkirina gel de cih digire.”
“Mehmet Xeyrî Durmuş bi qasî ku serkêşê dîroka berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin 14’ê Tîrmeha 1982’an bû, pêşengê ku ev çalakî bi biryar bi rêve birî jî bû. Her wiha baweriya herî mezin jî ku vê yekê îspat dike, şihadeta wî bû. Di sersala 12’Îlonê ya 1982’an ya derbeya faşîzmê de, bi serfiraziya îradeya Apogerî berxwe da û gihîşt şihadetê.”
“Berî ku şehî bikeve di wesiyeta xwe de dibêje “Li ser kevirê gora min ‘Deyndarê Kurdistanê ye’ binivîsin”. Xeyrî yê ku di rewşa herî dijwar de berxwe dabû, canê xwe feda kiribû, pêşiya mirov vedike, riya mirovahiyê ronî dike. Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji bo şehîd Xeyrî gotibû “Rêhevalê min ya esîl”.
Şehîd Akif Yilmaz
“Akif Yilmaz, di sala 1956’an de li gundê Micica Erdêxanê ji dayik bûye. Tevî ku rewşa malbata wan ya maddî ne baş bû jî, bavê wî xwest ku bixwîne. Akif Yilmaz, berî ku PKK’ê nas bike jî xwediyê nêrînên çep û pêşverû bû.”
“Di destpêka têkoşînê de tevlî dibe. Akif yek ji tevlîbûnên partiyê ya bê sînor bû. Pir girêdayî Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bû. Şoreşgerekî dilnizm, fedakar û pêşeng bû. Akif Yilmaz ji ber ku beşdarî dadgehê nebûbû, haya wî ji biryara Rojiya Mirinê tune bû. Heta ku heval ji dadgehê hatin, agahiya wî jê çêdibe, bêyî ku gumanan jiyan bike, yekser tevlîbûna xwe jî teqez dike. Bang li gerdiyanan dike û dibêje ez dixwazim biçim gel hevalên xwe. Piştî Xeyrî Durmuş û Kemal Pîr, di 17’ê Îlonê de şehîd dikeve.”
Şehîd Alî Çîçek
“Stêrka Sor ya ciwanên Kurdistanê dema 14’ê Tîrmehê de Xeyrî Durmuş îlana Rojiya Mirinê dike, qet gumanan jiyan nake û mafê axaftinê digire û bû ya duyemîn ku cihê xwe di Rojiya Mirinê de digire. Bi kurtasî dibêje “PKK’ê ne teslîmiyet, berxwedanê fêrî me dike. Ji niha û pê ve ezê bikevim Rojiya Mirinê. Teslîmiyet dibe îxanetê, berxwedan dibe serfiraziyê. Bimire mêtîngerî, bijî PKK’ê”. Di encama têkoşîna li dijî zilm û zordariyê di 21’ê Îlonê de digihêje şihadetê.”
Şehîd Kemal Pîr
“Kurê Behra Reş yê serhildêr Kemal Pîr. Dema şehîd Xeyrî biryara xwe yê Rojiya Mirinê eşkere kir gotibû ku “Tiştên ku ez bêjim Xeyrî û Alî gotin. Ezê ev tişta bêjim. Hinek dikarin bêjin ‘Ew nikarin li ber îşkenceyê bisekinin, ji jiyanê aciz bûne, ji bo vê întîhar kirin’ Na! Em ji jiyanê aciz nebûne, berovajî em ewqas ji jiyanê hezdikin ku em dikarin di oxira wê de canê xwe jî bidin. Bi van gotinan derdikeve holê ku çiqas wate li jiyanê bar dike. Kemal Pîr piştî Xeyrî Durmuş di 15’ê Îlona 1982’an de dibe şehîdê duyemîn.”
Li ser vê bingehê dahorandina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji bo berxwedêrên 14’ê Tîrmehê wiha ye;
Hûn di şerê xwe de, di riya şehîdan de ye, ev şehîd ji bo çi bûn? Ji bo hûn bikevin vê riyê de, ne ji bo tiştekî din. Ji bo vê em dibêjin; Serokê rast ,serokê xwe îsbat kirî şehîdên me ne. Van hevalan wesiyet dane me, gotin heval bimeşîn. Ji bo vê me ev karê mezin kir, ji bo vê em dubare û car bi car soz didin ku wê bi xwîna van şehîdan neyê lîstin. Bi hemû tiştî bilîzin, li ser hemû tiştî bijîn, lê li ser xwîna şehîdan na! Li ser xwîna şehîdan yek tişt jî tê de tune ye.
Ji bo Kurdistaneke serbixwe, ji bo gelekî azad, li ser xwîna şehîdan ev çêdibe. Yê ku dibêje ez bi şehîdan re me ji vê bêhtir nikare tiştekî din bike û em giştî di riya şehîdan de ne. Mezinên me û biçûkên me ji vir û şûn de di riya şehîdan de ne. Şehîd hêza herî mezine, şehîd jiyana herî mezine, şehîd cesareta herî mezine, lêborîna min li ser van şehîdan, girêdanbûna min jî li ser van şehîdan e.