NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) têkildarî şehadeta Cûdî Amanos daxuyaniyek da raya giştî.
Daxuyaniya YPG’ê wiha ye:
“Di 12’ê Tîrmehê 2022’an de, hevrêyê me Cûdî li herêma Helebê di encama qezayê de şehîd ket.
Hevrêyê me Cûdî ji bajarê Efrînê di nava malbateke welatparêz de mezin bû. Piştî dagirkirina Efrînê bi malbatê xwe re koçî herêma Şehbayê kir. Cihê ku lê ji dayik bûye û mezin bûye dema ku dibîne di dest dijmin de ye, ev yek bandoreke neyînî li ser wî çêdike lê hêrsa wî ya li hember dijmin zêdetir dibe. Di emrê xwe yê ciwan de û di dema xwe ya kurt a di nav hêzê me de bi coşeke mezin tev li kar bû. Hevalekî me yê zîrek bû, di jiyan û kar de fedakar bû. Bûyerekê bi vî rengî em êşand û xemgîn kir. Em ê di nava têkoşîna xwe de xwedî li bîranînên wî derkevin.
Em di serî de ji bo malbata şehîd Cûdî û ji hemû gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin û soza bilindkirina têkoşîna azadiyê dubare dikin.
Nasnameya hevalê me yê şehîd wiha ye;
Nasnav: Cûdî Amanos
Nav û Paşnav: Can Osman
Navê Dayikê: Elmas
Navê Bav: Neşat
Cihê Jidayikbûnê: Efrîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Heleb, 12 Tîrmeh 2022”