NAVENDA NÛÇEYAN – Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) têkildarî wefata serketerê berê yê Hizba Şûî yê Kurdistan û kesayetek naskirî yê Hizba Şûî ya Iraqê peyameke sersaxiyê da.
Di serî de KCK’ê sersaxî da gelê Kurdistan, Iraq, hezkirî û malbata Kerîm Ehmed û got: “Mamoste Kerîm Ehmed di van sê çarêka sedsalê de ji bo azadî, dadperwerî, demokrasî û mafê netewî yê gelê Kurd li hemû çeperên xebatê de weke pêşmerge, fermandar, pêşeng û berxwedêreke zindanê û damezrînerê Saziya Cotyar-Karkeran di rêzên pêş a têkoşînê de cih girt û dîrokek tije serfirazî li pey xwe hişt.
Di wê baweriyê de ne ku wê bîranîn û mîrasê şoreşgerî, niştîmanperwerî û azadîxwaziyê ya mamoste Kerîm Ehmed di dîroka gelê Kurd û Iraqê de zindî û ronî bimîne û wê ji bo têkoşîna azadî û demokrasiyê bibe çavkaniya hêz û wêrekiyê.”