KOBANÊ – Bi boneya salvegera 40’emîn ya Bexwedana Mezin a Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê li seranserî herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê çalakî hatin li darxistin. Yek j bajarên ku çalakî hatiye li darxistin jî, bajarê Kobanê ye.
Li bajarê Kobanê ji bo bîranîna şehîdên 14’ê Tîrmehê, li ser danasîna berxwedana wan ya mezin, civînek hate li darxistin. Civîn li Dibistana Kaniya Kurdan bi beşdarbûna bi dehan şêniyan hate li darxistin.
Piştî deqeyekî rêzgirtin ji bo bîranîna tevahî şehîdên şoreşê, Hevserokê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya herêma Firatê Mehemed Mehmûd axivî, girîngiya vî rojê û fedekariyên ku şehîdên Berxwedana 14’ê Tîrmehê dane, destnîşan kir.
Piştre sînevîzyonek li ser Berxwedana 14’ê Tîrmehê ya di girîgeha Amedê de hate pêşndan. Herî dawî civîn bi siloganên weke “Bijî Serok Apo, Bijî Berxwedana Zîndanan, Şehîd Namirin” bi dawî bû.