NAVENDA NÛÇEYAN – Endamê Konseya Hevserokatiyê ya PYD’ê Aldar Xelîl, têkildarî şoreşa Rojava ya ku di 19`ê Tîrmeha 2012`an de destpêkir û hêvî da hemû gelên cîhanê, ji ajansa me re axivî. Endamê Meclîsa Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl axaftina xwe bi vegotina pêvajoya Bihara Gelan destpêkir. Aldar Xelîl got, “pêvajoya Bihara Gelan di sala 2010’an de bi rengekî berfireh destpêkir. Ji Tûnisê destpêkir, heya welatên dîtir dewam kir. Wê demê di nava gelan de hêviyek çêbû, ji ber êdî guhertin çêdibin, dikarin sîstema Rêjîmê biguherin. Her tişt êdî berovajî rewşên berê dibe. Lê di wan guhertinên beriya wê de, bi taybet yên salên 2010’an, di 2003 wan deman de, guhertin bi mûdaxala derve ya leşkerî dihate kirin û guhertin çêdibûn. Lê di salên 2010 û şûnde, êdî gel rabûn ser xwe û wisa guhertin çêbûn, vê yekê ji pêvajoyên dîtir cudabûnek çêkir.”
‘EM XWEDÎ PROJEYEKÎ DEMOQRATÎK BÛN’
Aldar Xelîl diyar kir ku şoreşên din ên ku li Sûriyeyê çêbûne ji ber ku projeyekî wan ya demoqratîk nîn bû nikarîbûn bi serbikevin û got; “Ji xwe di Rojhilata Navîn de pêvajoya Bihara Gelan di sala 2010’an de bi rengekî berfireh destpêkir. Ji Tûnisê destpêkir, heya welatên dîtir dewam kir. Wê demê di nava gelan de hêviyek çêbû, ji ber êdî guhertin çêdibin, dikarin sîstema Rêjîmê biguherin. Her tişt êdî berovajî rewşên berê dibe, rêjîma Îraqê jî dihate guhertin, wê demê li Afganîstanê jî guhertin çêbûn. Lê di wan guhertinên beriya wê de, bi taybet yên salên 2010’an, di 2003 wan deman de, guhertin bi mûdaxala derve ya leşkerî dihate kirin û guhertin çêdibûn. Lê di salên 2010 û şûnde, êdî gel rabûn ser xwe û wisa guhertin çêbûn, vê yekê ji pêvajoyên dîtir cudabûnek çêkir. Careke din ji nû de hêviya gelên Rojhilata Navîn çêbû ku karbin xwe ji van hêzên desthildar rizgar bibin û karbin pergalên xwe ava bikin. Raste Bihara Gelan destpêkir, lê hêzekî pêşeng ku karibe van gelan bi rêxistin bike, projeyekî demoqratîk, projeyekî ku karibe wan daxwazên gelan pêkbîne, kesekî wisa dernediket holê. Raste hêviyên gelan çêbûn, gel rabûn ser xwe, pir rêjîm hatin rûxandin, li Tûnis, Lîbya û Misir, guhertin çêbûn. Lê belê bi wan guhertinan re êdî piştî wê temam nebû. Raste rêjîm hatin hilweşandin lê vebijêrka wê nehat danîn, ji ber ku projeyekî demoqratîk nîn bû. Tenê atmosferê guhertinê hatibû çêkirin. Dema ku êdî di 2011’an de li Sûriyeyê destpêkir, herkesî wisa xeyal dikir, wê wekî welatên dîtir rêjîm biçe û piştî wê dîsa tiştên nû derbikevin holê. Lê tevgera me, hem tevgera ciwanan, hem jî rêxistina jin, hemû partiyên me yên siyasî û rêxistinên din jî, wekî tevger bi giştî em xwedî nêrîn û projeyekê bûn. Projeya me ne tenê di wan salan de derketin, esas beriya wê bi salên dirêj, ji bo avakirina civakekî demoqratîk û azad xebat dihate meşandin.”
‘YÊN KU JI PÊVAJOYÊ RE PÊŞENGTÎ DIKIRIN CIWAN BÛN’
Aldar Xelîl nirxandina xwe bi vê rengî domand; “Beriya pêvajoya 2011’an, xebatekî veşartî dihate kirin, di nava gel de rêxistinbûyîn bi awayekî veşartî dihate meşandin. Dema ku derfet çêbû xebat hîna zêdetir berfirehtir bibe, wê demê ciwanan bi awayekî çalak, di nava tevahî ciwanên herêmê de, wekî ciwanên Kurd, Ereb, Sûriyan û gelek ciwanên din de, dest bi rêxistinbûyîna xwe kirin. Yên ku pêşengtiya çalakiyan û rêxistinbûyînê kirin ciwan bûn. Hem ji milê komkirina gel de, hem di aliyê damezrandina Yekîneyên Parastina Gel de, her wiha di hemû saziyên ku divê di şoreşê de werin bi pêşxistin, ciwanan pêşengtiya wê kirin. Ji ber ku projeyekî demoqratîk berê hebû, kesên ku pêşengtiyê bikin jî hebûn, di Rojava de xebatên ku hatin meşandin, cudayî xebatên ku di heman pêvajoyê de li herêmên Sûriyeyê hatin meşandin bû. Herêmên dîtir yên Sûriyeyê tenê dadiketin kolanan digotin bila rêjîm biçe. Her navê rêjîma Beşar Esad digotin ku bila ew ji vê derê biçe. Wekî ku çawa li Tûnisê û deverên dinê çêbûn, bila vê derê jî wisa bibin. Lê kesekî ji wan jî nedigotin ka çareserî çiye. Li wan welatên din, dema ku guhertin çêbû, Îxwan El-Mûsilimîn û hêzên Tûndraw dest danîn ser desthilatê û şoreş xistin destê xwe. Li vir ji bo ku li Sûriyeyê ev tişt pêk neyê, bi taybet destpêkê ev rêxistinbûyîn li Rojavayê Kurdistanê destpêkir. Herêmên Rojava û navendên wê. Ji ber rêxistinbûyîna me ya berê di nava gelê Kurd de, li herêmên Kurdan hebû. Yanê di wan salan de hîna rêxistinbûyînek di nava gelê Kurd de hebû, lê yên pêkhateyên din di nava wan de rêxistinbûyînekî bi vê rengî weke bingeh nîn bû, tenê têkiliyên teng hebûn.”
‘CIWANAN RENGÊ ÇALAKIYAN GUHERTIN’
“Di vê pêvajoyê de ciwanan xwe gihandin herkesî, pêşandanên ku dihatin kirin, dirûşmeyên wê, rêxistinbûna wê û armancên wê cuda bû. Mînak ez bêjim, di nava hêzên din de dema ku xwepêşand dikirin, di roja înê saetên xitûbeta miskeftê de dikirin. Ev nameya wê diyare, bê ka kî vê bi rêxistin dike, yan jî dixwaze sûd jê wer bigire. Lê gelê em pêşandanên xwe cuda kirin, ji meydanên azadiyê destpêkirin, ji qad û taxan destpêkirin. Ji bo vê jî rola ciwanan a pêşengtiyê pir girîng bû. Raste hemû beşên civakê tevlê dibûn. Di van salan de hêzên veşartî ku dixwastin şoreşê ji bo xwe bibin, li ser ciwanan pir lîstûk dan meşandin. Wekî bi pereyan, bi lîstûkên cuda cuda, ciwanên herêmê bi aliyê xwe ve dikşandin, û ciwan tevlî pêşandanên li gorî xwe dikirin. Lê dema tevgera ciwanan li Rojava xwe bi rêxistin kirin û xwe bi pêşxistin, dikarîbûn rêbazê xwe yên çalakî û dirûmeyan biguherînin. Êdî em wekî tevger bi giştî jî daketin meydanê û pênaseya me ya ji bo şoreşê a cuda hate diyar kirin. Wisa dewam kir heya 19’ê Tîrmeha 2012’an.”
‘JI BO AVAKIRINA PERGALA DEMOQRATÎK, ME XEBAT MEŞAND’
“19’ê Tîrmehê 2012’an rewşa rêjîmê gihîştibû asta xetimandineke pir cidî, yekser rêjîm ber bi hilweşandinê ve diçû. Wekî din li beramberî wê, mûdaxeleyên Tirkan, grupên girêdayî wan û Îxwan El-Mûsilimîn jî, dixwastin wê demê sûd wer bigirin ku herêmê Rojava jî bixin destê xwe de. Ev plan jî plana Tirkan bû. Lê demê ji ber hişyariya pêşwext, rêxistinbûyîna xurt û hebûna pêşengan me dikarîbû rê li pêşiya van planan bigirin, êdî van herêmên xwe rizgar bikin. Ji aliyekî de me dixwast rê li pêşiya hêzê derve bigirin û aliyekî din jî emê pergala xwe ya demoqratîk ava bikin. Ji bo ku em pergala xwe ya demoqratîk jî ava bikin, girînge ku ewlehî hebe, aramî hebe, û derfetek hebe ku em pê karbin rêxistinbûyînê bikin, heman demê de rêjîm jî tune be. Bi vê rengî yekemîn herêm li Kobanê, piştî nîqaşên dirêj û rewş hate nirxandin, biryar hate dayîn ku ji Kobanê 19’ê Tîrmehê destpêbike. Ji xwe piştî wê êdî herêmên Rojavayê Kurdistanê yek bi yek, herêm bi herêm, gund bi gund ji destê rêjîmê hatin rizgar kirin.”
‘CIWAN DI HER QADÊ DE BI ROLA SEREKE RADIBÛN’
“Di pêvajoya rizgarkirinê de, plan hebû heya ji me bê, emê aliyê çekdarî nedin pêş, bi hêza gel serbixînin. Milet herkes rabe ser xwe jin, ciwan û beşên din ên civakê berê xwe bidin cihên rêjîmê, ji bo ku wan ji herêmê derbixînin. Lê belê rastiyekî wisa jî heye ku saziyên rêjîmê zû bi zû qebûl nedikirin, ji cihê xwe derbikevin, ji ber vê li hinek cihan wan jî li berxwedan. Wê demê ji bo wekî tedbîr, her dema gel diçû deverekê ciwanan li wê derê, ji bilî ku rola wan ya sereke di rêxistinkirinê de hebû, ciwanan Yekîneyên Parastina Gel çêkirin. Wê demê navê wan ne Yekîneyên Parastina Gel bû, lê navê wan wisa bû. Bi gel re tevlî pêşandanan dibûn, dema ku didîtin rêjîm dixwaze ser gel de sextê çêbike, yekser mûdaxele dikirin. Bi vê rengî şehîd jî hatin dayîn, ji rêjîmê jî hatin kuştin. Lê dema rêjîmê dît, gel hema wisa ji ber xwe ve nehatiye, dît ku gel xwe bi rêxistin kiriye û xwedî parastine, ji ber vê wê demê neçar man ku cihê xwe berdin û bi vê rengî herêm tev hatin rizgarkirin. Ji wê demê û şûnde ewlehî û pêşxistina hemû herêman ket destê tevgerê de. Hem ji bo rêxistinbûyîna wê û hem ji bo pêwîstiyên wê yên jiyanê, tevger wê xwedî li erkên xwe derbikeve.”
‘DI NAVA SALÊN ŞOREŞÊ DE, DESTKEFTIYÊN PIR MEZIN ÇÊBÛN’
“Li ser vê esasê ev bû 10 sal ser şoreşê re derbas dibin, ji 19’ê Tîrmehê 2012’an heta niha 10 salên xwe temam bûn. Di nava van 10 salan de destkeftiyên pir mezin çêbûn. Di van 10 salan de rêxistinbûyîn jî hate xurt kirin. Gel û pêkhateyên din jî tevlî vê şoreşê bûn, çanda Netewa Demoqratîk jî hate belav kirin. Her wiha jin bi rengekî pir çalak derket pêş. Ciwan wê demê ji rewşa tenê perspektîfa siyasetmedaran û îxtiyaran, kesê ku xwe wekî pêşengên cuda didin diyar kirin derketin. Li hemberî wê ciwanan jî rêxistibûyîna xwe xurt kirin, ku ew jî karbin pêşeng bin û xwedî rol bûn. Ne tenê di aliyê leşkerî de, di hemû aliyan de xwe pêşxistin. Nêrîna ku ji bo ciwanan dibêje tenê ji bo leşkertiyêne şaşe, ji ber ku ciwan xwedî nirînên pêşerojê ne, xwediyê projeya pêşerojê ne. Li ser vê esasî êdî ciwanan, di hemû meydanan de cihê xwe girtin. Di nava rêveberiyê, meclîs, komîn û qadên leşkerî de ciwanan cihê xwe girtin.”
‘ŞOREŞA ROJAVA BÛ ŞOREŞEKÎ NETEWÎ’
“Bi vê rengî bû şoreşa ku her pêkhate cihê xwe di nav de bigire. Êdî vê şoreşê sînorên Rojavayê Kurdistanê jî derbas kirî, tevahî herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê xistiye bin rêxistinbûyîna xwe de. Her wiha dikarîbû di aliyê leşkerî de jî, hemû deveran biparêze. DAIŞ’a ku tu kes nedikarîbû li beramberî wî bisekine, bi hêza civaka me bi tevahî bi taybet hêza ciwanan ev hêz DAIŞ’ê têk biçe. Ev jî bû sedemek ku tevahî dinya bi şoreşa Rojava bibihîze û dostên wê zêde bibin. Rê vekir ku ciwanên cuda cuda ji welatên Rojavayî yanê kesayetên enternasyonal bên û tevlî şoreşê bibin. Îro jî gelek ji wan bûne şehîdên me, heman demê de hinek ji wan jî di xebatên me de pêşengtiyê dikin.”
Endamê Konseya Hevserokatiyê ya PYD’ê Aldar Xelîl bi vê rengî dawî li nirxandina xwe anî;
“Di vê şoreşê de jin û ciwan êdî bûn pêşeng, ev şoreş bû mînaka pergala demoqratîk a di Rojhilata Navîn de. Em di wê baweriyê de ne ku piştî van 10 salan ezmûnekî pir mezin hate girtin, û li ser vê esasê wê êdî ev şoreş ji bo tevahî herêmên Sûriyeyê bibe mînakek. Heta ne tenê ji bo Sûriyeyê, wê ji bo tevahî Rojhilata Navîn bibe mînakek. Bê guman ev rastî jî heye, dewleta Tirk, ji bo ku rê li pêşiya vê bigire, bê navber êrîş dike, dagirkeriyê dike, gefîn dike. Ji ber ditirse ku di pêşengtiya Kurdan projeya demoqratîk bi pêşbikeve. Ji ber ku Kurdan ji bo projeya demoqratîk pêşengtî kirin û karîbûn gelên din jî bi xwe re bixin nava vê projeyê de. Ji ber vê jî dewleta Tirk gefên cidî dike, bi taybet piştî ku hin herêmên Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê dagirkirin, wekî Cerablûs, Azaz û Bab dagirkir, piştre berê xwe da Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê. Aniha jî gefan dixwe ku êrîşî herêmên dîtir jî bike, ew tu carî nexwaze ku ev şoreş berdewam bike û bi pêşbikeve. Esas di rojên destpêkê de pir kesan wisa dinirxandin digotin; “Erê, hûn dibêjin we şoreş kiriye, lê hûn 6 mehan dirêj nakin”, ne tenê 6 meh va 10 sal qediyan, û roj bi roj ev rêveberî mezin dibe û bi pêşdikeve. Ev şoreş ji bo tevahî gelên bindest dibe hêvî, û tevahî gelên azadîxwaz îro vê şoreşê ji xwe re mînak digirin.”
NC// Îlan Kobanê