NAVENDA NÛÇEYAN –
Weke jin em li rastiya xwe ya dîrokî mêyze bikin. Piştî avabûna çînayetî -bê guman çîna destpêkê ya hatiye bindestkirin jin e- an ji hêla aqilê zilam an jî ji hêla dewletê ku bi aqilê zilam hatiye avakirin ve, li gor ferasetê xwe yê paşverû û desthilatdar ji jinê re nasnameyek berovajî hatiye dayîn. Di vê derbarê de an jin bûye koleyê desthilatdariya zilam, an jî ji bo pêkanîna armancên wî yê desthilatdariyê bûye amûrekî bingehîn. Lê di wê pergal û hişmendiya baviksalarî de ti caran jin bi xwe nasnameyekî hilnegirtiye ser xwe. Ango bi giştî mirov dikare bêje ku aqilê zilamserwer nehiştiye ku jin bibe xwedî nasnameyekî azad a ku ew bi xwe xwe pênase bike, rengê xwe û dengê xwe biqîre.
Tevahî birdozî ji bo bikaribin feraset û têgihên xwe li ser civakê ferz bikin herî zêde jî qada ragihandinê bikar tînin. Nimûne pergala baviksalar a ku bingehê xwe ji aqil û hişmendiya desthilatdariya mêr digre, bi hemu hebûna xwe ji bo civakek li gor feraseta xwe ava bike bi rê û rêbazên cûr be cûr li ser ragihandina xwe ya şerê taybet operasyonên têgihê dike, rastiyan berovajî dike, dixwaze têgih û feraseta xwe li ser civakê bide ferzkirin û bi vê awayê civakê rêve bibe.
Bê guman di pergala aqilê zilam de jin ji rengê nasnameya xwe bigre heyanî ragihandina şerê taybet li gelek qadan weke kirdeyekî hatiye bikaranîn. Ji xwe ji hêla aqilê zilam ve pênaseya jinê ji kirdebûnê wêdetir neçûye. Em îro vêya di qada ragihandinê de jî dibînin. Ji rêzefîlman, heyanî reklaman, ragihandina şerê taybet ji bo pêkanîna armancên xwe yê kolekirina jinê, jinê dike kirde û di van qadan de bikar tîne. Ji derveyî jinê her kes nasnameyekê jê re diyar dike. Di qada ragihandinê de ji derveyî lêgerîna azadiyê, lêgerîna nasnameya xwe û mijarên siyasî-leşkerî, polîtîk; cihê jinê tenê di karên malê, mêyzekirina zarokan û heta ji bo firotina hîn tiştan de bûyîna kirdeyê reklamê ye. Di qada ragihandinê de jinê weke kirdeyekî şixulandin, polîtîqayên ku raste rast ji navenda şerê taybet ve tên diyarkirin e. Armanca van polîtiqayan jî guman nîne ku heyanî ji destê wan tê di bingehê ferasete kapîtalîzmê ku dibêje ‘destpêkê li jinê bixin’ de, jinan ji lêgerînên azadiyê dûrxistin, ji heqîqeta wê qûtkirin û bi tunehesibandina nasnameya wê ya azad parçekirina dil, rih û mêjiyê wê yê azad e.
Lewra em li ragihandina şerê taybet de nûçeyên ku di derbarê jinan de bi taybetî di vê pêvajoya dawiyê de hatiye nivîsandin mêyze bikin. Tûndiya li ser jinê tê pêkanîn weke ku jin heq kiriye dide ango bi gotinên ‘pir hezkir wê kûşt, pir hezkir cinnet derbas kir’ mijaran ji rêzê digre dest û gotin di cih de be bê rêziya mezin dike. Mijarên herî mezin ên weke destdirêjî, tûndî di ragihandina bûrjuva û şerê taybet de weke pirsgirêkên jinê tê dîtin û bi vê awayê li ser hişmendiya jin û civakê jî operasyonên têgihê tê pêkanîn. Lewra ji aliyê heqîqetê ve li bûyeran mêyzekirin, tûndî û destdirêjiya ku li ser jinê tê kirin weke pirsgirêkê zilam derxistina pêş li gor polîtîqayên wan ên ku ji navenda şerê taybet tê diyarkirin nîne. Bi vê awayê mirov dikare bêje ku di ragihandina şerê taybet ku pêşengtiya wî aqil û hişmendiya desthilatdariya zilam dike, ji bo dîlgirtin û bêdengkirina civakê, tunekirina hêviyên wê yên azadiyê herî zêde jinê bikar tîne, jinê ji nasnameya wê ya azad dûr dixe, bi vê awayê tevahiya civakê jî dîl digre û operasyonên têgihê pêk tîne.
Li hemberî vê hişmendiya ku jinê weke kirdeyek bikar tîne, li ser ragihandinên xwe yê şerê taybet teşîr û bûyeran ji rêze dike, guman nîne ku têkoşînek birdozî ya ku rastiya derbixe holê û li pêy heqîqetê bimeşe heye. Cewhera jinê ku tê xwestin ji heqîqeta wê were qûtkirin encax bi ragihandina azad a jinê dikare rastiya xwe bîne ser ziman, xwedî li nasnameya xwe derbikeve û hebûn-xwebûna xwe mîsoger bike. Nasnameya xwe derxistina holê bi hebûn-xebûnê re pêkan e. Ger mirov di zanebûna hebûna xwe de be, bi rêxistinkirina vê zanebûnê û bi têkoşîna li dijî pergala baviksalar ku nûnertiya wî hişmendiya zilamê serwer dike, dê bikaribe xwe bigihîne xwebûnê ango nasnameya xwe ya ku ew bi xwe ji bo xwe diyar dike. Li hemberî ragihandina şerê taybet ku bi aqilê zilam hatiye avakirin û yekane daxwaza wî berovajîkirina nasnameya azad a jinê ye, ragihandina azad a jinê wekê alaternatîfek hebûna xwe mayînde kir û îro li her deverê Kurdistanê ji bo xwedî li nasnameya jinê derbikeve rastiyan derdixe holê û tevahî civakê bi nasnameya azad a jinê digehîne xwebûnê.
Bê guman ragihandina azad a li hemberî ragihandina şerê taybet pêşketiye, xwe dispêre dîrokek kûr û bi bedelên giranbûha hatiye avakirin. Ji Gurbetelliyan, heyanî rêheval Bêrîtan, rêheval Denîz Firat, Nûjiyan Erhan û gelek şehîdên ragihandina azad, ji bo bibin şopdarê heqîqetê û cewhera nasnameya jinê biparêzin canê xwe feda kirin û bi kedekî mezin bûn afirînerê ragihandina jin a azad. Em jî weke xebatkarên ragihandinê bejna xwe li hemberî bîranîn û keda wan a giranbûha ditewînin; bi xwedî derketina keda wan a pîroz ji bo xwedî derketina li nasnameya xwe, bi biryardarî soza xwe ya bûyîna şopdarên wan, şopdarên heqîqetê dûbare dikin.
Berçem Ronya Nivîsandiye ……