Meha Hezîranê bi bedewiya Zîlanan, bi serhildêriya Semayan, bi girêdana Gulanan, bi eşqa Dijle, Silav, Sabrî, Sîdar û bi sedan Zîlanên serdemê di dilê Kurdistaniyên hemdem de olan dide. Rastiya dîroka hatiye jiyîn her ku em xwe nêz angu dighînin pênaseya wê, em zêdetir pê dihesin em jî bûne parçeyekî wê. Hinek serdem hene, weke dem gelek ji me dûr bikeve jî, lê ruhê serdemê qet dûrnakeve ji ber ku ruh, heyînekî her tim hebûniye. Ruhê Zîlanan jî, li Kurdistanê, di nav dilê jina Kurd û Kurdistaniyan de heyînekî nû bû. Navê vê hebûnê di sînga keç û xortên Zîlanî de bû fedaîbûn. Di lûtkeyên çiyayên Zagrosan de, di latên asê yên Zapa berxwedêr de, di girê Zendûre de, girê ku hêrsa qeleya dimdimê li xwe alandiyê Zîlanên afirandî, xwediyên dilên ji eşqa Zîlan mezin bûyî li hemberî dewleta çeteyî a tirk serî hildane. Çirûskên ronahiya agirê Semayan di çavên wan de diteyîse. Ji înada dijminê xedar û hişmendiya îxanetkar weke Gulanan xwe li xeta Zîlanan pêçandine. Ev e rastiya ruhê ku bûye bûyînekî hebûnî. Li ser vê heqîqeta şehîdên mezin meha Hezîranê weke meha fedaiyên jin derbasî nav rûpelên dîroka jinên berxwedêr bû.
Bersiva salvegera şehadeta hevrê Zîlan, Sema, Gulan û Dijleyan bi tekoşînekî herî dijwar îro tê dayîn. Her roj stêrkên li ezmanê welatê me zêde dibin û ronahiya xwe didin şevên tarî. Her roj evînên nû hêlîna xwe di dilê me de çêdikin. Her roj şefaqa jiyaneke nû hiltê. Her roj Zîlanên nû têne afirandin û dibin mizgîniya jiyana pêşeroja zarokên welatê min. Her roj di sofreya rojê de jinên bi ruhê Apogeriyê xwe xweşik kirine dikevin govenda bi serkêşiya Viyanan tê kişandin. Her roj ema her roj serpêhatiyên nû di romana Kurdistana azad de tên nivîsandin. Nîşaneya vê serpêhatiyê îro li Mamreşo û Zendûra ye.
Li ser xeta van pêşengên mezin, di 25’ê Hezîrana 2008’an de, li çiyayê Ararat û Tendûrekê, fermandar Dijle û Sîdar li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk, bi sekna Araratî destaneke nû nivîsandin. Hevrê Silav û Sabrî bûn mînakên heman serpêhatiyê û tevlî nav karwanê şehîdan bûn. Rêheval Dijle, li ser xaka bihûştî, li Efrîna Kurdperwer berê xwe dide çiyayên azad. Hevrê Dijle, ji çiyayê Kurmênc heya çiyayê Araratê serpêhatiya xwe ya şoreşgerî nivîsand. Weke navê xwe bû deryayek di navbera herdu çiyayên serhildêr de û herikî nav dilê giyana gelê xwe. Lawê Serhedê, fermandarê şer û jiyanê hevrê Sîdar. Weke leşkerekî Sema Yüce, bû hevrêyê fikrî Baygeldî. Rêheval Sîdar, li ber quntarên çiyayê Araratê mezin dibe. Bi serpêhatî û destanên lehengiya gelê xwe yê serhildêr li jiyanê serwext dibe. Bi wê têgihêjtina pê mezin dibe, dibe lêgerînvanê rêya heqîqetê û berê xwe dide qada Rêber APO. Ji bo hêviyên hevrê Sema yê gerîlatiya nîvço mayî li ser heman xakê bi cih bîne, bi dehan sal li seranserî çiyayên Serhedê yên asê rêwîtiyeke bê westan dike. Ji Ararat heya Tendûrek, ji Çemçê heya Sîpanê, ji Geliyê Zîlan heya çiyayê Allah û Ekber bihust bi bihust digere û di lûtkeyên Tendûrekê de weke fermandar Dijle, di heman eniyê de li ber xwe dide û tevlî karwanê şehîdan dibe.
Li ser heman kevneşopî û mînaka qehremaniyê hevrê Silav û Sabrî di şiverêyên Araratê de di gera li heqîqetê da bûn. Hevrê Silav Koçer, di nav jiyana koçerî de mezin dibe. Li zozanên welatê xwe çavên xwe li jiyanê vedike. Di temenekî biçûk de sînga xwe li jiyaneke zor radigire û xwe dighîne kesayetiyek çiyayî. Bi vê heqîqeta xwe ya paqij evîna xwe di nav jiyana Apogeriyê de dimeyîne û dibe mînakeke ya rêhevaltiyê. Hevrê Silav, li gel fermandara xwe Dijle û hevrê Sîdar di çeperên şer yê pêş de cihê xwe digre û dibe stêrekek di ezmanên Tendûrekê de. Rêheval Sabrî, li hemberî komploya li ser Rêber Apo tê pêşxistin serî hildide û ji Awropayê berê xwe dide çiyayên welatê xwe. Bi tevlîbûna xwe bersiv dide komplogeran. Bi tevlîbûna xwe re di nav dil û mêjiyê xwe de hesta tolhildariyê çandibû. Şehadeta hevrê Sabrî, dîsa ji bo tolhildariya rêhevalên xwe bû. Piştî ku fermandar Dijle, Sîdar û Silav şehîd bûn, ji bo tola wan hilîne bi ser dimin de çû. Heval Sabrî bi girêdan û fedekariya xwe ya di jiyanê de cihê xwe di dilê hevalên xwe de çêkiribû. Ev cih çêkirin ji bo heval Sabrî di berdêla malê dinyayê de bû. Bi vê zanînê di 28’ê Hezîrana 2008’an de li Serhedê ew jî bû yek ji qehremanê meha Hezîranê. Min dema şahidî ji jiyana wan hevalan re kir, ez qet nefikirîbûm ez ê rojekê li pêy wan de pênûsa çîroka wan bigrim destê xwe û wan binivisînim. Gelek sal li ser şehadeta van rêhevalên hêja re derbas bûye, lê şopên wan di dilê min de ava kiriye nayê bilêvkirin. Hîna dengê wan yê di cîhazê de, di guhê min de olan dide. Ez ji bo wê dibêjim rastiya şehîdan heyînekî her tim hebûnî ye.
Di jiyanekî ewqas bi rastiya şehîdan re bûye yek de jiyankirin, ne rastiyekî hêsan e ku werê vegotin. Ji bo xwe gihandina pîvana hem rast vegotina şehîdan û hem jî wan dayîna jiyîn, tekoşînekî fikrî, wijdanî û hestan a pir bi hêz pêwîst dike. Şoreşgera/ê ku xwe di vê rastiyê de ava bike dikare xwe bighîne pêkanîna fermana şehîdan. Berxwedêrên ku îro li Avaşîn, Zap û Metînayê li ber xwe didin, bi hişmendiya pêkanîna vê fermanê têdikoşîn û rê nadin dagirkeriya dewleta Tirk a faşîst. Rastiya jinên pêşeng û şoreşgerên mezin yên Kurdistanê Zîlan, Sema, Gulan û Dijleyan nirxên vê jiyanê ava kirin. Ji bo ev jiyana hatiye avakirin werê parastin, Zîlanên serdemê bi ruhê canbexşane bedena xwe li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk û teknîka wê dikin mertal. Bi rastî jî gelek pênase û vegotinên bijarte li ser vê qehremaniya mezin têne kirin, lê dîsa jî ev mafê vê qehremanî û ruhê Zîlan yê fedaîyane nade. Leşkerên ku di bin fermana Zîlan de, îro li seranserî çiyayên Kurdistanê şer dikin ew bi xwe mafê jiyînên xwe didin. Û her yek ji wan di dil û giyana gelê xwe de dibê mizgîniya jiyana azad. Ruhê ku di sînga her gerîlayekî de dibe siberojekî nû li vê welatî ne hêsan e bi pêyvên ezberkirî werê wesifkirin. Ji ber ku weke her rêhevalekî me dibêje gerîlatî li Kurdistanê, nayê ziman lê tê jiyankirin. Gerîlatî navê jiyanekî bê dawiye li Kurdistanê, ji ber ku navê wê jiyanê Zîlan e…
Ji pênûsa Şaristan Nûrhak