NAVENDA NÛÇEYAN – Ji 19’ê Tîrmeha sala 2012’an pê ve bajarê Kobanê ji yekemîn pêngava şoreşê re dergûşî kir û di dîroka Kurdistanê de çawa ku bû mekanê malovaniya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, niha jî di azadiya Kurdistanê û bi serxistina şoreşa azadiyê de rola sereke girtiye ser xwe. Li beramberî hemû êrîş, talan, qirkirin û komkujiyên hovane yên hêzên Elqayî de, El-Nusra û çeteyên Tirk ku bi çekên herî dijwar û arastî êrîş dikin û li ser gel qirkirinê pêk tînin, Kobanî û beşên din ên Rojavayê Kurdistanê bûye navgîna berxwedana bê hempa ya azadiyê.
Di heman demê de ev berxwedaniya bajarê Kobanê ku ji tevahî însaniyetê re bûye çavkaniya hêvî û baweriyê, bi saya xwîna hezarê şehîdan hatî pêşxistin. Li ser vê bingehê yek ji endama Saziya Malbatê Şehîdan Kerîme Şewket Demîre ji ajansa me re axivî, êş û hesên berxwedanê ku di wê demê de hatine jiyan kirin vegot.
Kerîme bi danasîna kesayet û xebatê xwe ve dest bi axaftina xwe kir û got; “Navê min Kerîme Şewket Demîre, endamê Saziya Malbatê Şehîda me. Ez destpêka sala 2010’an tevlî Saziya Malbatê Şehîdan bûm, hîna wê demê rêjîm li ser herêmê serwer bû. Bi temamî di nava Saziyê de em tenê du jin hebûn, yên dîtir bi tevahî zilam bûn. Ji ber vê jî me xebatê xwe kiribû du beş, nîv ez pê re mijûl dibûm û nîv jî hevala dîtir pê re mijûl dibû. Ji ber sextên rêjîmê me wê demê xebatê xwe bi awayekî veşartî dikir, em diçûn malan me pirsgirêkên heyî çareser dikir û civîn çêdikirin.”
Her wiha Kerîme di axaftina xwe de bal kişand ser wateya şihadetê û got; “Di pêvajoya berî şoreşê de dema ku cenazeya şehîdan dişandin gel me, me pir wateya wê nizanîbû, em tenê tevlî merasîmên wê dibûn, lê di pêvajoya şerê Kobanê de me bi xwe şehîd dan, kar û barê şehîdan kir. Destpêkê erka me weke saziya malbat şehîdan ew bû ku em cenazeya şehîdan kefen bikin, û wê bi merasîmekê radestî malbatê bikin. Lê belê piştî ku DAIŞ êrîş kir, wekî destpêkê dîsa me nedikarîbû ji bo şehîdên xwe merasîmên girseyî çêbikin, em tenê çend kes mabûn em bi vê saziyê re mijûl dibûn.”
“Şehîdê yekemîn şehîd Mehmûd di 21’ê Tîrmehê de şehîd bû, ew bavê zarokekî bû, piştî wî jî şehîdê duyemîn şehîd Şîran bû, ew jî hevalekî gerîla bû, di navbera şihadeta herdu hevalan de tenê çend seat hebûn. Êdî ji vê kêliyê û şûn de li hember hêzên navdewletî li Kobanê bertek çêbû. Ji ber vê jî êrîşên DAIŞ’ê li Kobanê destpêkirin, yê ku destek jî daye DAIŞ’ê dewleta Tirk bû. Me bi xwe li ser sînoran didît ku çawa leşkerên Tirk talîmat didan DAIŞ’ê. Çi di hundirê Kobanê de dihate jiyîn, destê dewleta Tirkiyê tê de hebû, dewleta Tirk hedef nîşan dida û DAIŞ’ê lê dida, bi awayekî pir hov êrîş dikirin.”
NC// Îlan Kobanê