RIHA – Emîne Şenyaşar a ku di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di êrîşa qetlîamê ya parastvan û xizmên Wekîlê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên xwe wenda kiribû û kurê wê Ferît Şenyaşar ê ku di êrîşê de birîndar bûbû, çalakiya xwe ya li ber Edliyeya Rihayê dabûn destpêkirin didomînin.
Malbata Şenyaşar a ji ber edliye di dawiya hefteyê de girtî bû li Pirsûsê çalakiya Nobeta Edaletê ya 496’an berdewam kir, li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal bang li Wezareta Edaletê kir û bal kişande ser girtîbûna Fadil Şenyaşar.
Malbata Şenyaşar ev peyam parve kir, “Di serî de Wezareta Dadê her kes bi qetlîam û neheqiya li malbata me hatiye kirin baş dizane. Heta ku edalet pêk bê wê têkoşîna me bidome! Fadil Şenyaşar 4 sal in di hucreya yek kesî de bi hêvî li benda edaletê ye.”