NAVENDA NÛÇEYAN – Di daxuyaniya nivîskî ya Însiyatîfê de hate ragihandin ku çalakî 15’ê Sibatê hatiye li darxistin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, li ser rêya TEM’ê “destwerdaneke tund” li wesayitekê hate kirin ku ji Stenbolê diçû Tekîrdagê û malzemeyên leşkerî dibir qadeke leşkerî.
Di dewama daxuyaniyê de têkildarî çalakiyê ev agahî hatin dayin: “Du tîmên me ji du baskan ve bi teqemeniyan û çekên ferdî li wesayitê xistin. Bi bombeya ku hate avêtin re malzemeyên leşkerî yên di hundirê wesayita leşkerî de şewitîn û agir bi wesayitê ket.”
Însiyatîfê ragihand ku yekîneyên wan piştî bi rengekî ewle xwe vekişandin û got, “Dewleta Tirk a faşîst û alîgirên wê divê zanibin ku em ê asta çalakiyên xwe bilind bikin û bi vê rêbazê derbên giran li wan bixin.”
Her wiha hate gotin, Însiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê wê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo silavkirina berxwedana bi heybet a gerîla li her derê li dijmin bixin.