BEHDÎNAN – Bi boneya 10’emîn salvegera Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê gerîlayê ji pêkhateya Ereb Mazlûm Ereb coşa xwe û hezkirinên xwe ji bo gelê Rojavayê Kurdistanê vegot. Mazlûm diyar kir ku şoreşa 19’ê Tîrmehê ku ser esasê Netewa Demoqratîk hatî avakirin, şoreşekî nayê têk birine.
Heman demê de gerîla Mazlûm bal kişand ser êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk ya dagirker ku li ser Herêmên Parastina Medyayê daye destpêkirin û got; “Îro êrîşên ku li ser çiyayên Kurdistanê Zap, Metîna û Avaşînê diqewime, di şexsê gerîla û PKK’ê de dixwazin vîna gelan bişkînin, ji ber ku PKK’ê û gerîla pêşengê vê civakê ne. Lê divê herkes bizanibe, gerîla tu carî teslîm nabe, wê her berxwe bide û li hember dijmin şer bike.”
‘Di pêşengtiya jin û ciwanan de gel rabûn serhildanan’
“Bi boneya salvegera şoreşa Rojava, em 10’emîn salvegera şoreşa Rojava li gelê xwe yê Rojava û Tevahî Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê pîroz dikin. Bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo ev şoreş gihîşt roja îro, heman demê de pêlketinên ku cêbûne jî encama keda Rêber Apo ye. Ev şoreş bi şoreşa jinê hate bi navkirin. Em îro rola jin û ciwanan jî di vê şoreşê de baş dibînin, şoreş bi pêşengtiya jin û ciwanan îro li her derê belav bûye. Heman rola pêşengtiyê ya jin û ciwanan di serhildanên 2014’an ku li Kobanê çêbûne de dibînin. Li çar perçeyên Kurdistanê di pêşengtiya jin û ciwanan de li dijî dagirkeriyê serhildan çêbûn. Ferdê her civakekê tevlî vê şoreşê bûye, îro her civakekî ku di nava vê şoreşê de jiyan dike, dikare bi çanda xwe jiyan bike, jin , zarok, ciwan, jinên ciwan û kesên temen mezin hemû di nava vê şoreşê de bi nasnameya xwe jiyan dikin. Îro jî hemû gelan destê xwe kirine yek û bi hevre ji bo parastina civak, çand, mal û nirxên xwe şer dikin. Ji zarokan heya kalan hemû li ser esasê netewa demoqratîk jiyan dikin.”
‘Riya herî rast fikir û felsefeya Rêber Apo ye’
“Îro di pêvajoyeke bi vê rengî de, rola tevlîbûna nava şer dikeve ser milê herkesî. Ev şer li kuderê dibe bila bibe, ne tenê Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, divê li her derê li dijî wê têkoşîn were kirin. Riya herî rast jî fikir û paradîgmaya Rêber Apo ye, tenê fikirên Rêber Apo dihêle ku însan rast û bi nasnameya xwe jiyan bike. Her wiha di nava paradîgmaya Rêber Apo de hemû însan dikarin bi hevre li ser esasê yekîtiya gelan jiyan bikin, herkes di nava vê paradîgmayê de mafê xwe ya jiyanê dibîne. Di nava gelên herêmê de şer û pevçûn nayê jiyan kirin. Lê ev şerê di navbera gelên herêmê de ku derdikeve, planên dewleta Tirk û Sûriyeyê ye, armanca wan ewe ku gelan ji hev cuda bikin, ta ku gel nikaribin desthiildariya wan bixînin, ji ber vê jî lazime gelê me li hember zihniyetên bi vê rengî rabin serhildanê û îdeolojiya Rêber Apo ji xwe re esas bigirin.”
‘Gerîla tu carî teslîm nabe’
“Çawa ku dema şoreşa 19’ê Tîrmehê destpêkir, herkesî rola xwe lîst û ev şoreş heya roja anîn, dikarin di roja îro de jî hîna xurtir rola xwe bilîzin. Îro êrîşên ku li ser çiyayên Kurdistanê Zap, Metîna û Avaşînê diqewime, di şexsê gerîla û PKK’ê de dixwazin vîna gelan bişkînin, ji ber ku PKK’ê û gerîla pêşengê vê civakê ne. Lê divê herkes bizanibe, gerîla tu carî teslîm nabe, wê her berxwe bide û li hember dijmin şer bike.”
‘Divê ciwan tevlî nava refên gerîla bibin’
“Fikirên Rêber Apo fikirên herî raste, ji ber vê jî fedayîtiya ku li çiyayên Kurdistanê tê kirin jîü ji bo belavkirin û parastina vê fikirê ye, divê gelên me jî vê yekê bibînin. Gerîla tu car li hember êrîşên dijmin teslîm nabe, herkesê ku vê yekê jî dibîne, divê bi rola xwe rabe, li kuderê dibe bila bibe, divê herkes erkên xwe pêkbîne. Divê tevahî ciwanên Kurd, Ereb û Sûriyan vê yekê bibînin, û tevlî nava refên PKK û gerîla bibin, divê bizanibin ji bilî vê riyê riyekî din ya rast nîne.”
‘Ciwan wê xwe ji bo civakê feda bike’
“Me berê jî dît, ji bo ku tu karibe di dewletekê de jiyan bike, divê tu destpêkê bibe koleyê wan. Lê belê em îro dibînin ger ku tu bi fikirên Rêber Apo jiyan bike, tu dikare azad jiyan bike, tu dibe xwedî îrade, tu li nasnameya xwe xwedî derdikeve û mafê te ya kirina her karekî jî heye. Divê ciwan di her tiştî de fedayî bin. Ger ku em dixwazin axa xwe, civaka xwe û hebûna xwe biparêzin, divê em xwe feda bikin, di serî de jî erka ciwana ye, ji ber ku pêşengê vê gelî ciwanin. Li ser vê esasê divê hemû ciwan tevlî pêngava “Werin Cenga Azadiyê” bibin.”
NC// Zerya Bagok