NAVENDA NÛÇEYAN – Bi boneya salvegera şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ya bajarê Qqamişloyê, di derheqa şoreşa Rojava û deskeftiyên ku bi xwe re aniye de, ji ajansa me re axivîn.
Yek ji kesên ku cihê xwe di rêverberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn de digire Danî Mihemed wiha axivî;
“Weke karê me ya Asayîşê em parastina gelê xwe esas digirin. Em dikarin bêjin di destpêka şoreşa Rojavayê Kurdistanê de, dema ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn ava bûye, hejmara me kêm bû. Lê di dema niha de nêzîikatiyên gel yên ji bo hêzên me hatiye guhertin. Gel niha hîn zêdetir me baş nasdike, gel naskir ku hêzên parastina gel çiye û çima hêzekî bi vê rengî heye. Piştî ku gel hêza me naskir, tevlîbûna nava xebatên wê de jî zêde bû. Erka Asayîşê roj bi roj li her derê bi pêşdikeve û mezin dibe. Me ji destpêka şoreşê heya roja gavên pir mezin avêtine, aniha di roja îro de Asayîş bi rolekî pir girîng radibe. Ji bo êrîşên dagirkeriyê ku amadekariya wê tê kirin, Asayîş jî amadekariyên xwe yên parastina welat dike, ji derveyî wê dema ku bûyerek diqewime, Asayîş yekser mûdaxale dike.”
“Di dema borî de, hinek hevalên me yên ku me bi hev re kar dikir, şehîd bûn, ev şihadeta wan manawiyetek xurt dan me. Bi saya wan em îro xebatê xwe her roj hîn zêdetir mezin dikin û bi pêşdixînin. Em ji tevahî gel û hêzên xwe re serkeftinê dixwazin. Di dawiyê de dixwazim bêjim gel û şervanên wê ve hemû girêdayî hevin, ji bo wê divê hertim li kêleka hev dibin û bi hev re têkoşîn bikin. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê jî ku heya roja îro domandiye û serketinên mezin bi dest xistiye, ew bi saya keda gel û xwîna şervana ye. Em hemû hêza xwe bikin yek û şoreşê hîna mezintir bikin. Divê em şoreşa xwe ji fîzîkî zêdetir, bikin şoreşeke fikirî.”
Medya Qamişlo jî axaftina xwe bi vê rengî anî ser ziman;
“Ez di Asayîşa bajarê Qamişloyê de kar didim meşandin. Ji sala 2015’an de ez di nava kar û xebat de cihê xwe digirim. Destpêka şoreşê dema em tevlî kar û xebatan bûn, em li ser esasê hezkirina ji welat re tevlîbûn. Heman demê de me fikir û felsefeya serokatî ji xwe re esas girt. Em li ser esasê gotina Rêber Apo ya ku dibêje “Divê jin jî xebat bide meşandin”, tevlî hemû xebatan û her qadê bûn. Me derbarê jin û rastiya wê ya hatî berovajî kirin, tiştek nizanî bû, lê piştî şoreşê me êdî têkoşîna azadiya jinê naskir. Me dîroka xwe nasnedikir, tenê ji me re digotin dîroka we di nava çar dîwarên malê de ye, ji bo vê me jî bawer dikir ku em tenê ji bo avakirina malan e. Lê piştî şoreşê bi vebûna dewreyên perwerdê re me rastiya jin naskir û nêzîkatiyên zayendperest jî dît, piştî şoreşê me însanbûyîna xwe hîs kir.”
“Di destpêka şoreşê de astengiyên xebatan hebûn, ji ber malbatan li ser jinan zext çêdikirin. Piştre civakê hêdî hêdî girîngiya rola jinê di nava civakê de fêmkirin û hin qalib hatin şikandin. Dema hevalên me şehîd ketin eşqa ku em zêdetir xebat bikin di me de ava bû. Ji bo ku em xwîna şehîdan li erdê nehêlin, divê heya dawiyê em xwe perwerde bikin û xebat bidin meşandin. Nabe li piştî avakirina şoreşeke bi vê rengî ku encama keda serokatî û şehîdane, bê xwedî bê hêştin. Tevahî gel û bi taybet jin divê li ser vê esasê li berxwe bidin. Emê heya dawiya dilopa xwe ya xwînê li berxwe bidin û em tu carî dev ji şoreşê bernadin.”
NC// Îlan Kobanê