NAVENDA NÛÇEYAN –
Ji Dahûrandinên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan…
Jiyanek azad pêkane. Em dikevin nava bûyera jiyana cewherî tê binavkirin. Li hember baweriya kevin, sefîl, hejar, ji her hêlê ve xwe înkar dike, bi cureya; “Tiştek ji min dernakeve, ez nabim mirov, mirî me, tine bûme” we tevan kûranî bandor dike ev xirabî dê werê derbaskirin û biryardariyek mijara gotinê ye. Ev di asta netewî û dîrokî de têgihiştinek nû ye û tê wateya xwe gihandina biryarê. Divê ev zêdetir bê lêkolînkirin. Raçavkirin û lêkolînkirina rewşa xwediyên pêşketinan an jî ya ku mijara dozê ye şoreşê hewce dike. Di vê rewşê de gel ber bi rêya şoreşê ve
anîn, li ser vî bingehî rêveberî, hedef, rêxistin û çalekiyên şoreşê dana gel jî dê hêsan bibe û nirxên hîn eslî derbikevin holê. Em ji bîr nekin, xebatek yekem care xwe dide der, bi derfetên berfireh ve piştî vê bikare bîne xwedî xisletekê ye. Yek ji pêşketinên ecêb jî, tê dîtin yên dibin nokerên biyanî ku hevkarên kevnarin, herî zêde xizmetkariya wan li ser bingeha berjewendiyên kesî û malbatê yên sivik dikin. Ev jî nexasim li paytexta dijmin di kesayeta Barzanî de weke şeftiyê dike derdikeve holê. Tam jî di rojên miletê me ya mirin û mayînê de
û dîsa di van rojên ku gavên rast davêjê de ev li ber serê me rû didin. Barzanî dibêje; “Rêbazên rêbertiyek wisa gelê Kurd eleqedar nake.” Dema behsa gelê Kurd jî dike, di rastiyê de tenê behsa silala noker dike. Ji dewletê re dibêje; “Em cuda ne, em tenê dikarin li ber deriyê we bibin noker” û ji ber deriyê wan jî naçe. Hêjî li wir bi dijmin re li ser Newrozê, hilatina roja nû tiştên ku ji gelê me re bîne dê çawa asteng bikin kûranî nîqaş dikin û dixwazin xwe bigihînin biryarên bingehîn. Ev jixwebere, rewşên ku di dîrokê de ji hêla nokeran ve rû didin derxistina holê ye. Ev rastiyek ku ji sedî salan ve dijîn pir trajîk, ji trajîkbûnê jî wêdetir bi şêweyek ketî datînin holê. Wê li ber deriyên Enqereyê çi nîqaş bikin? Dê nîqaş bikin Rêbertiya PKK’ê çiye, dikare çawa bê nûkirin, vî rêberî gelê Kurd çawa ber bi hinek pêşketinên nû ve herikandiye û çawa gihandiye nasnameya cewherî nîqaş bikin. Paşê jî ji bo vê asteng bikin dê tevdîr çibin, li ser bingeha sîxurtiya siyasî û leşkerî çi hebe li ser rawestin û binirxînin. Dê hewl bidin bi hev re milet biçewsînin. Ev ji sedî salan ve vî karî dikin. Milet wê demê bêziman bû, bêpêşeng bû, bêdeng bû, lewra bêku derbikevin holê karên xwe dikirin. Lê belê hinek xisletên taybet ên girêdayî derketina PKK’êhene. Ji ber ev derketin xwedî xisletek her tiştî ronî dike û kî çiye pir eşkere nîşan dide, neçare van jî derbixe holê.
Me hişt ku êdî rola lenetî ya sedî salan ve noker dilîzin gelê me jî bibîne. Ev noker bi qasî dijmin ji rastiya me ya azad ditirsin. Hemû zanyariyên tên wisa ne. Metirsiyek mezin di nav eniya nokeran de tê jiyîn. Mînak beriya niha me yek din nirxandibû. Van hêzan gotin; “Em tirsa ku ji dewletê dijîn zêdetir ji PKK’ê dijîn.” Me jî bersiva pirsa rojnamevanekî ku got; “Ev kîne, çima ji PKK’ê zêde ditirsin?” Da û got; “Raste, nûnerên van ditirsin!” Bi çavên xwe dibînin dewlet tine dike, bêku bêjin zar û zêç, jin tanqan bi ser wan de dibin, lê dîsa jî dibêjin; “Em ji vê dewletê natirsin, ji PKK’ê zêdetir ditirsin.” Noker çiqas bi şêweyek xeternak hevalbendên dijminin ji mukirhatinên wan bi xwe baştir nirxandinekê em nikarin bikin. Yeqîn dikim ev ji dijmin re dibêjin; “Hûn çima zûtir naçewsînin, we çima li serê me kirin bela?” Hema hema mirov dikare destnîşan bike ku dibêjin; “Me bi zanebûna dê carek din vejîna vî miletî pêk neyê û di bin lingan de bipirçiqe û bi vê baweriyê nokerî kir. Me tiştên derxistine holê kirin xizmeta we, me sîxurtî kir. Lê dîsa jî milet şiyar dibe. Ger milet tawanên me bibîne û ferq bike me çiqas îxanet kiriye, dê me tine bike.” Lewra deriyê Komara Tirk û Ewrûpa evqasî vedikin. Dibêje ku ev ji bo me Îdî Amîne (Serokê kevin ê Uganda).
Niha jî tiştek wisa derdixin holê. Ev jî metirsiyê rave dike. Di rastiyê de ew bi xwe Îdî Amînin. Ji ber ew hêza eşîrî ne, ew bi xwe axayên eşîrê ne, Îdî Amîn jî wisa ye. Lê weke kesên ji siya wî ditirsin, tawanên xwe jî davêjin ser me, rewşa di navê de dijîn jî dikin para me, ger xeyalî jî be dixwazin xwe rehet bikin. Ya rastî ev ne kesek, çînekin û derdorek berfirehe. Van îsal ji kûranî metirsî hîs kirin. Ya herî girîng jî baş fêm kirin wê dewlet heta dawî wan neparêze. Serî li deriyên emperyalîzmê jî dan, ji ber bi wan re jî dîtin hêzek ku lez PKK’ê biçewsîne nîne, di nav fikaran DI ŞOREŞA DEMOKRATÎK DE SERHILDANÊN GEL de ne. Yeqîn dikim herî zêde ew fikarê dijîn. Dibe ku artêşa Komara Tirk an jî nûnerên rejîma siyasî û leşkerî di cihê xwe de rehet rawestin, ji ber netewek ku xwe dispêrinê heye. Kurdinî rizgar bibe jî her tiştî winda nakin, dîsa dê bi hinek pîvanan bijîn. Lê rewşek wisa ya nokeran nîne. Dê ev di quncika tarî ya dîrokê de bi temamî bixeniqin. Dê nevêjin zibilxaneyê jî, wê hîn zêdetir
bi lenetî, weke reşnivîsa mirovahî ya ji hev ketî, rûreşiya miletekî bên şewitandin û avêtin. Ji ber vê metirsiyê ji dijmin zêdetir êrîşkarin. Bi perpitînên dawî ve dê zerara ku bikarin bidin gel, tiştê bikarin desteser bikin bigirin, bikarin birevin jî dê birevin rewşekê dijîn. Heta carek din pêngavek dawî jî be di nav seknek tinekirin û cardin
domandina nokeriyê de ne. Dibe ku di vê eniya nokeran de nêrînên pirdengî, helwestên cuda yên rêberên wan hebin, lê cewhera wê eve. Nêzîkbûnên cuda jî helwestên giştî nadin guhertin. Her çendî ji nav wan hinek kesên baş derbikevin û hinek veger çêbin jî, di rastiyê de perpitîna dawî jiyîn, di heman demê de zerara bikare bide dê bide, ger serê gel tewandin gengaz be dê bi pêngavek dawî ve hewl bide bitewîne. Ji bo vê hewldanên alîkariyê dike.