BEHDÎNAN – Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan diyar kir, ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava 10 salên şoreşê de hem DAÎŞ û çeteyên mîna wê têk birin, hem jî bi hemû pêkhateyên xwe sîstemeke neteweya demokratîk ava kirin.
Mûrat Karayilan destnîşan kir ku ev yek bûyereke gelekî girîng û dîrokî ye û li dijî êrîş û gefên dewleta Tirk ên dagirkeriyê bal kişand ser girîngiya Şerê Gel ê Şoreşgerî.
Mûrat Karayilan got, “Bila ji xwe bawer bikin, bi hev piştrast bin, li ser detayên Şerê Gel ê Şoreşgerî bisekinin. Bi vê bawerî û îradeyê eger şer bikin, wê bersiva pêwîst bidin dewleta Tirk a dagirker. Gelên herêmê wê bersivê bidin destdirêjiya dewleta Tirk û bi ser bikeve. Serketin wê ya gelên me be.”
Beşa duyemîn a hevpeyvîna bi Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan re hate kirin wiha ye:
Rojên derbasbûyî di çarçoveya endametiya Fînlandiya û Swêdê ya li nava NATO’yê gelek nîqaş hatin kirin. Li ser lihevkirina NATO’yê ya bi dewleta Tirk re û konsepta li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd xistine dewrê dixwazin çi bibêjin?
Rast e, gelek nîqaş çêbûn. Ez naxwazim pir fireh di detayên wê bikevim. Bi esasî peymana Lozanê bi pêşengiya hêzên Ewropî çêbû. Peymana Lozanê peyamana înkara gelê Kurd e. Piştî wê peymanê 99 sal derbas bûn, li Kurdistanê gelek komkujî çêbûn, trajediyên mezin çêbûn. Rola vê peymanê di nava van hemûyan de hebû. Ji ber ku gelê Kurd tevî ku li herêmê gelê herî kevnar e, xwedî dîrok e, tune hate hesibandin, hate înkarkirin. Vê jî destê hêzên dagirker xurt kir ku li ser Kurdistanê komkujiyan û siyaseta qirkirinê bimeşîne.
Ev civîna NATO ya li Madrîdê, çi jî ew çarçoveya meseleya Swêd û Fînlandiyayê tiştê hate kirin bi esasî ew xeta Lozanê erê kirin. Yanî weke kirin Lozaneke duyem. Halbûkî vaya li gelê Kurd neheqiyeke mezin e, bêwijdaniyeke. Dewleta Tirkiyeyê nêzî sed sal in li Kurdistanê terorê dimeşîne, terora dewletê dike, komkujiyan dike. Careke din weke ku erê kirin. Dewleta Tirkiyeyê li wir xwest ku xeta xwe ya li ser Kurdistanê dimeşîne ango siyaseta qirkirinê bide erêkirin. Ev bû. Di vê çarçoveyê de sûcên dewleta Tirkiyeyê li Kurdistanê dike, rola dewletên Ewropî û ya NATO’yê heye.
Ji xwe çekên NATO li hemberî me bi kar tîne û destek jî heye. Ev rastiyeke. Niha li Kurdistanê li hemberî me çekên taktîk nukleer bi kar tîne. Çekên taktîk nukleer ê Tirkiyeyê bi xwe nîne, yên NATO’yê ne. Bi rastî jî em dixwazin fêhm bikin ew Sekreterê Giştî yê NATO’yê hay jê heye yan na. Erê kiriye van çekan li dijî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê dewleta Tirkiyeyê bi kar bîne yan na? Hewcehiya vê bi eşkerebûnê heye. Eger xwe berpirsyar dibînin divê vê xusûsê eşkere bike. Dewleta Tirkiyeyê pala xwe dide NATO û li hemberî gelê Kurd sûc dike, komkujiyan dike, kuştinê dike. Pala xwe dide NATO û çekên qedexe bi kar tîne. Ji xwe beriya ku peyman çêbibe wê demê jî min bi xwe carekê got lê belê çapemeniya me zêde li ber çavan negirt. Neket rojevê. Dewleta Tirkiyeyê di meseleya bikaranîna mafê xwe yê vetoyê de bi esasî du tişt kirin hedef. Yek; li hemberî me çekên qedexe bi kar tîne, çekên NATO’yê bi kar tîne, kîmyewî bi kar tîne. Di vê xusûsê de erêkirinê ji wan bigire, bêdengiyê çêbike. Ji ber ku yên herî zêde deng derdixistin dewletên Skandînavyayê bûn. Wana bêdeng bikin û bi tevahiya NATO’yê bide erêkirin. Ya duyem jî; ambargo li ser hebû. Ambargoya ji bo balafirên keşfê. Hinek teknîkên hesas jê re lazim bû. Wê ambargoyê rake. Esas armanca dewleta Tirkiyeyê, rejîma AKP-MHP’ê ev bû. Ne hewce ye mirov ewqasî pir mezin bike. Ti tiştek ewqas bi dest nexist. Lê belê di vê xusûsê de erêkirin bi dest xist. Rastiyeke.
SWÊD LI ŞÛNA KU LÊBORÎNÊ BIXWAZE, SIYASETA QIRKIRINÊ ERÊ KIR
Di vir de bêguman weke digotin ‘Demokrasiya Skandînavya’, hinekî demokrasî lê heye, çandek wisa hebû. Yên ku pêşengî ji vê re dikirin ev dewlet bûn. Swêd e, Fînlandiya ye. Wan bi rastî prensîbên demokrasiyê neparastin, berjewendiyên xwe parastin. Halbûkî bi taybetî Swêd li hemberî gelê Kurd deyndar bû. Yanî 30 salî bi tewanbariya ku ‘PKK’ê Olof Palme kuştiye’ Kurd hemû di bin sûcdarî û zextê de hiştin. Tevî ev tişt kirin, li şûna ku lêborîna xwe bixwazin rabûn careke din xwe ji siyaseta qirkirinê ya Tirkiyeyê re bêdeng kirin, erê kirin. Ev şermeke ji bo wan. Bi rastî pozîsyoneke qet nebaş e. Xuya ye di prensîbên demokrasiyê de ewqasî ne bi biryar in, ne bi israr in. Li hemberî rastiya têkoşîneriya Olof Palme sekna wan sekneke pir nizm e. Ev jî aliyekî din e.
Niha bi esasî gelê Kurd, hebûna Kurd, rêxistinên azadiya gelê Kurd li ser dewleta Tirkiyeyê ne xetere ne. Dewleta Tirk dibêje ‘fikarên min hene, xeter li ser min heye’. Xeteriya ku dibêje behsa Kurdan, hebûna Kurdan dike. Lazim e ev dewletna, ma ne NATO dibêje em tenê ne saziyeke leşkerî ne, di heman demê em nirxên demokrasiyê diparêzin. Qala tiştên wisa jî dike. Karîbû ji Tirkiyeyê re bigotina ev kesên ku tu ji wan re dibêje teror Kurd in, gelê Kurd e û gelê Kurd rastiyeke, mafên wan bidin, çareseriyeke siyasî çêbikin. Gelo nikarîbû wisa bigota? Karîbûn. Lê negotin. Çima negotin? Diyar e berjewendiyên wan jî naxwaze. Hesabên xwe hene. Halbûkî gelê Kurd di şerê dijî DAÎŞ’ê de, bi giştî li Rojhilata Navîn di temsîlkirina ala demokrasiyê de rolekê dilîze. Lê belê nêzîkbûna wan li gelê Kurd nêzîkbûneke bêhurmet, înkarperest e.
DI DEMA KOMKUJIYA DERSIMÊ DE XAÇA SOR KON JI TIRKIYEYÊ RE ŞANDIBÛ
Nankor in. Careke din gotin divê em fikarên Tirkiyeyê fêhm bikin. Fikarên Tirkiyeyê çi ye? Çi fikar? Tiştekî welê nîne. Ew dixwaze Kurdan bikuje, terorê li ser Kurdan bimeşîne. Mînak niha Rojavayê Kurdistanê li ser dewleta Tirkiyeyê ne xetere ye. Berovajî, Tirkiye li ser wan xetere ye. Bi giştî Kurd; em li ser Tirkiyeyê ne xetere ne, berovajî ye, Tirkiye li ser me xetere ye. Lê belê dewleta Tirkiyeyê, dewletbûna xwe, endametiya xwe ya NATO’yê bi kar tîne û wisa yên mafdar weke neheq nîşan dide. Xwe mafdar nîşan dide. Çawa ku li Dersimê komkujî kir. Niha pir kes dibêje komkujî kiriye, qir kir. Nêzî 70 hezar mirovên me li wan dolan şehîd kir. Wê çaxê saziyên navneteweyî, weke Xaça Sor ji Tirkiyeyê re kon şandin, alîkarî şandin, gotin Tirkiye diçe mirovên li çiyê kovî ye, lê medenî dike, em jî piştevaniya Tirkiyeyê bikin. Komkujiya xwe bi çi rengî nîşan da. Niha jî bi heman rengî ye. Niha êrîşî sivîlan dike, sivîlan dikuje, niha jî bi van SÎHA dike.
Her roj bombardûman heye li Rojava, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Her roj êrîşî Başûr dike. Ev çi ye, vê şîdetê çima dimeşîne? Yek nabêje tu çima vê şîdetê dimeşîne, meseleya Kurd meseleyeke civakî ye divê mirov siyasî çareser bike. Çima tu bi siyasî çareserî nake, lê dixwazî bi kuştinê bike? Niha yê ku dixwaze meseleya Kurd bi kuştinê çareser bike, ne em in, lê dewleta Tirkiyeyê. Dewleta Tirkiyeyê dixwaze bi şîdetê, bi kuştinê bi xwînê Kurdan ji holê rake, wisa çareser bike. NATO ev siyaseta xwînrij, vê siyaseta ku ji bo Kurdan xetereyeke mezin erê kir. Ev ji bo NATO cihê şermê ye û bêwijdanî, bêmerhametî ye, li ser gelê Kurd neheqî ye. Ev girîng e.
BILA NATO ÊDÎ NEBE HEVPARÊ VÊ SIYASETA QIRKIRINÊ
Banga me ev e; bes e êdî NATO, dewletên Ewropa, Emerîka bi vê siyaseta dewleta Tirkiyeyê ya qirkirinê re, yê komkujiyê re nebe piştevan, nebin şirîk. Çi mafê we heye, bi çi heqî hûn piştevaniya dewleta Tirkiyeyê dikin? Ji bo berjewendiyên xwe yên qirêj hûn gelekî xerc dikin, vê nekin. Hêviya me ev e. Em ji wan tiştekî naxwazin. Em tenê dibêjin, em li ser vê axê gelekî qedîm in, em jî li ser vê axê weke hemû gelan mafdar in ku bi azad bijîn. Em vê dixwazin. Wekî din em tiştekî ji ti kesî naxwazin. Wê demê yê ku bi zilm tê ser me, tê ser gelê me, divê piştevaniyê ji wan re nekin. Hêvî û bendewariya me ev e, dest ji vê siyasetê berdin. Ev siyaset ne siyaseteke însanî ye, aliyê xwe yê însanî, hiqûqî, exlaqî nîne. Ev siyaseteke bêexlaq e, li ser esasê berjewendiyan e, divê ji vê dest berdin. Banga me ji bo hemû hêzên NATO’yê ev e.
Di 19’ê vê mehê de wê li Tehranê bi beşdariya Pûtîn, Erdogan û Serokkomarê Îranê Reîsî civînek bê lidarxistin. Bi dîtina we armanca esasî ji vê civînê çi ye û daxwazên Tirkiyeyê wê çi be?
Diyar e dewleta Tirk wê çi bixwaze. Dewleta Tirk hebûna xwe, rejîma AKP-MHP’ê, berdewamkirina sîstema xwe li ser hîmê têkoşîna azadiyê û tinekirina gelê Kurd dibîne. Ji bo wê bêguman wê Tayyîp Erdogan piştevaniyê bixwaze ku rê jê re vekin, ji bo li ser Rojava êrîş bike. Ji bo êrîşên wê li ser Başûr û deverên din wê piştevaniyê bixwaze. Ev tiştekî teqez e. Ji ber ku ev dewlet roj û bi şev li ser vê kûr dibe. Di dibistana xwe ya destpêkê ya zarokan de jî li ser vê difikire. Yanî çi karî bike, yê aborî, siyasî, perwerdehî, dîplomasî, leşkerî her mesele Kurd e. Divê her kes bi vê zanibe. Ev ne dijminekî ji rêzê ye. Ji bo wê hemû dîplomasiya wan li ser dijberiya li Kurdan e. Wê li hemberî vê biaxivin.
Yek jî; dewleta Tirk hîn dema Osmanî û heta niha mirov dikare bêje ji 180 salî û vir ve wexta Mîr Mihemed Rewandizî wexta Bedirxan Beg ê Botanî, doza Kurd çawa têk dibe, di navber hêzên rojava û rojhilatî de. Yanî di navbera Rûsya û Ewropayê de her lîstiye, ji herdu aliyan jî piştevanî girtî ye, wisa têk biriye. Ev di destpêka komarê de jî wisa ye. Sowyet çêbû, hem ji wan piştevanî girt hem jî ji hêzên rojavayî girt. Di dema Osmanî de jî wisa bû, niha jî wisa ye. Heman tişt e, yanî ev siyaset dîrokeke xwe heye. Wisa rewşa jeopolîtîk a Tirkiyeyê bi kar tîne û dixwaze ji herdu aliyan jî sûdê webigire, piştevaniyê werbigire û li dijî Kurdan xwe serwer bike.
Ev yek çû ji NATO’yê xwest, di astekê de erê kir. Dibe ku hemû tişt li gorî wan nameşe, em wisa nêzîk nabin. Wê her tişt li gorî wan nemeşe, tiştên ji NATO’yê girtine, lê belê di astekê de girt. Wê niha jî were ji Rûsyayê û Îranê jî bigire. Lê belê ez bawer nakim ku heman tiştî ji wir bigire. Çima? Ji ber ku dewleta Tirkiyeyê hesabên xwe hene. Li ser Sûriyeyê hesabên xwe hene. Dixwaze Sûriyeyê, Iraqê dagir bike. Hinekî dagir bike, Mîsakî Mîlî yê din jî bixe bin kontrola xwe. Rakêşiya navbera Tirkiyeyê û Îranê jî xwedî dîrokeke kevn e. 600 sal dîroka xwe heye. Îran zû bi zû vê erê nake, ji ber ku ew jî dixwaze li herêmê bibe dewleteke serwer a mezin. Tirkiye jî dixwaze. Rakêşî di navbera wan de heye. Ji ber wê wê zû bi zû qebûl neke ku dagir bike Rojava, bi taybetî Mîsakî Mîlî û tiştên wisa. Ya din jî ew dihesibîne Til Rifet bigire, Minbicê bigire. Ku van deveran bigire Heleb dikeve nava dorpêçê. Rûsya jî wê vê nexwaze. Eger bixwaze wê bibe neheqiyek li Sûriyeyê. Ji bo wê dibe ku Rûsya hinekî bazarê pê re bike, em welê difikire. Ji ber ku di astekê de pêwîstiya xwe bi Tirkiyeyê re heye. Her çiqas fêhm kiriye ku Tirkiye bi esasî kî ye, yanî endamekî NATO’yê ye, xizmetkarekî NATO’yê ye, lê belê Rûsya jî xwedî hinek pirsgirêkan e. Dibe ku bi wan re hinekî bazarê bike, lê belê ez dibêjim tiştên ku ew hêvî dikin nikarin li wir bi dest bixe. Ev îhtimala zehîf e. Lê belê divê em weke miletê Kurd pişta xwe nedin tiştekî, em li ser hêza xwe bin. Bi her cûreyî pêşveçûnan re jî amade bin. Yanî ew ê li wir vê biaxivin. Lê belê ez ne bawerim ku Tirkiye encama ku dixwaze karibin li wir bigire. Dibe ku hinek tiştan bigire wê ne weke wan be.
HETA KU TIRKIYE JI SÛRIYEYÊ NEYÊ DERXISTIN DAÎŞ NAQEDE
Di vê navberê de rêveberekî din ê DAÎŞ’ê li herêma di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye haete kuştin. Di vê mijarê de hûn dixwazin çi bibêjin?
Bêguman ev mijareke bi serê xwe girîng e. Em dibêjin dewleta Tirkiyeyê piştevaniya DAÎŞ’ê dike bi taybetî AKP, Erdogan û MÎT a Tirkiyeyê bi DAÎŞ’ê re di nava têkiliyê de ne. Berê jî di nava têkiliyê de bûn, niha jî di nava têkiliyê de ne. Têkiliyeke kûr û veşartî di navbera wan de heye. Bi esasî vaya dema ku DAÎŞ hîn li Girê Spî bû û Reqayê bû, li gorî min bihîstî hinek rayedarên Emerîkayê jî tespît kiribû. Ji ber ku wan jî di hinek nîqaşan de dibêjin heta ku mirov navbera Tirkiyeyê û DAÎŞ’ê qut neke, yanî Girê Spî negire DAÎŞ lawaz nabe. Ji xwe wê demê ev plana YPG’ê, yekemcar hêzên koalîsyonê jî piştevanî pê re girt, Til Ebyad kontrol kirin. Bi vî rengî Kobanê û Cizîr bûne yek. Tirkiyeyê jî ji xwe nerazîbûneke mezin nîşan da. Piştre jî dijminatiya li Rojava û tevahiya Kurdan kir. Yanî wan rayedarên Emerîkayê jî wê demê tespît kiribûn. Niha jî ne mumkun e kes vê rastiyê nebîne. Ez bawerim saziyên îstîxbaratê, leşkerî, Emerîka, yê koalîsyonê her kes dibîne, lê deng nakin. Têkiliya AKP, MÎT a Tirkiyeyê û DAÎŞ’ê bi hev re heye. Yanî ma tesadûf e heta niha sê serokên wan li cihên ku MÎT lê serwer e, Tirkiye lê serwer e, li wir ji xwe re mal çêkirine û dijîn. Ne mumkun e kesek rojekê li wir bimîne. Em zanin, ne mumkun e yek rojekê jî malekê li wir bigire. Hemû tişt di bin kontrola MÎT’ê de ye. Bi temamî ketin û derketin, jiyana her kesî di bin kontrolê de ye. Lê belê ew diçin li wir ji xwe re malan çêdike, karê xwe dike, biryargehê çêdike. Yanî ev ispat e ku dewleta Tirk û DAÎŞ bi hev re ne.
Di heman demê de gelek kes hatin girtin û îtiraf kirine ku biryargeha wan li aliyê Tirkiyeyê ne, li cihên di bin kontrola Tirkiyeyê de ne. Ev rastî nîşan dide ku heta Tirkiyeyê ji axa Sûriyeyê, ji axa Efrîn û deverên din neyê qewitandin, jê neyê derxistin DAÎŞ lawaz nabe. Ev êdî tiştekî misoger e. Ev rastî hêzên koalîsyonê nabînin? Ez ne bawerim nabînin. Tiştên ku em dibînin niha ew jî dibînin. Lê belê ev bi mirovan re gumanan çêdike. Bi rastî mesela ev hêz dixwazin DAÎŞ biqede yan na? Bi rastî jî bi mirovan re gumanan çêdike. Eger dixwazin beriya her tiştî divê hedê Tirkiyeyê raber bikin. Mînak, ji bo çi Emerîka rê da ku Tirkiye were Serêkaniyê bigire, Til Ebyed bigire? Vaye ew dever ji DAÎŞ’ê re bûne cih û warên rêvebirinê, xwe komkirinê. Di vir de hinek tiştên nakok hene. Mirov pê dikevin gumanan. Lê belê tiştê ji bo me eşkere ew e ku têkiliya vana pir zelal bi hev re heye. Tirkiye destpêkê bi destê wan xwest Rojava tasfiye bike, niha bi destê wan dixwaze xwe serwer bike, terorê bimeşîne.
YÊN KU DAÎŞ QEDANDIN YEK BI YEK TÊNE ŞEHÎDXISTIN
Bala xwe bidin ser hemû fermandarên ku li dijî DAÎŞ’ê şer kiriye, niha Tirkiye bi dû wan ketiye dixwaze hemûyan bikuje. Dixwaze tola DAÎŞ’ê hilîne. Mesela Mam Zekî. Tenê yên li Şengalê bibêjim; Mam Zekî, Seîd Hesen, Zerdeşt, fermandar Zerdeşt, fermandar Dijwar Feqîr vana pêşengên gelê me yê Êzidî bûn. Bi komkujiya DAÎŞ’ê re rû bi rû mabûn, malbatên wan rû bi rû mabûn. Komkujî çêbûn, şer kirin li dijî DAÎŞ’ê. Tirkiyeyê da dû wan, ew şehîd kirin û yên mayî jî dixwazin şehîd bixînin. Li Rojava heman tiştî dike. Li ser me heman tiştî dikin. Di tunekirina DAÎŞ’ê de kê rola xwe lîst? Ma fikir û ramanên Rêber Apo roal xwe nelîst? Yê ku seferberî îlan kir, ne Rêber Apo bû? Ewqas ciwanên Kurd ji Rojava, ji Bakur beşdarî li dijî DAÎŞ nebû? Li ser wî esasî me mudaxeleyî Şengalê, Mexmûrê, Kerkûkê nekir? Me piştevaniya Kobanê nekir? Li ser banga Rêber Apo. Niha Rêber Apo di bin sîstema êşkenceyê de ye. Ev sîstem ji van dewletên Ewropa yan jî Emerîkayê pir dûr e? Na. Em zanin ku têkiliyên wan jî pê re heye. Zindana Îmraliyê ne tenê zindaneke Tirkiyeyê ye. Aliyekî xwe yê navneteweyî heye. Wana Serok Apo dan Tirkiyeyê, hemû tiştên li wir dibe di bin agahiya wan de jî dibe. Ma ev ne neheqî ye? Ev neheqiyeke mezin e. Yanî yên ku li dijî DAÎŞ’ê şer kirin, rê vekirin ku DAÎŞ ji avakirina împaratoriyê bikeve, ew niha hemû hedefa Tirkiyeyê ne. Emerîka jî, koalîsyon jî, NATO jî dengê xwe nake. Ji wan re pêşî vekirine. Ev bi rastî mijarên nakok in. Lê belê tişta wan a zelal ew e; ev herdu hêz AKP û DAÎŞ bi hev re di nava têkiliyê de ne, hemû pêşengên DAÎŞ’ê di bin kontrola wan de xwe komî ser hev dikin, xwe bi tevger dikin, isrehet dikin, xwe amade dikin û bi vî rengî li dijî gelan şer dikin. Kes êdî nikare vê rastiyê binixumîne.
DIVÊ BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ ŞERÊ GEL Ê ŞOREŞGERÎ BIMEŞÎNE
Şoreşa Rojava kete salvegera 10’an, lê belê îsal jî Tirkiye gefan li Rojava dixwe. Li dijî gefên êrîşê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk rewşa awarte ragihand. Li ser vê mijarê nêrîna we çi ye?
Destpêkê 10’emîn salvegera Şoreşa Rojava û avabûna şoreşê li gelê Kurd, gelê Ereb, gelê Asûrî, Suryan, gelê Ermen û tevahiya pêkhateyên din hemûyan pîroz dikim. Bêguman Şoreşa Rojava herçiqas destpêka xwe bêxwîn çêbû, lê dûre gelek êrîş li ser çêbûn. Êrîşên neyaran çêbûn, berxwedaneke mezin, cengek mezin çêbû. Cesareteke mezin hate raberkirin. Zêdeyî 11 hezar şehîd çêbûn. Tevahiya şehîdên Şoreşa Rojava û ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di şexsê hevrê Şîlan Kobanê û Xebat Dêrik, Gelhat Gabar, Arîn Mîrkan û Ferhat Şîblî de bi bîr tînim. Bîranîna wan di şexsê Şoreşa Rojava jiyan dibe. Her çiqas gef niha li ser hebin em bawer dikin jiyan û dewama Şoreşa Rojava wê mayinde û dîrokî bibe. Ji ber ku Şoreşa Rojava di hundirê 10 salên derbasbûyî de ji gelek qonaxan derbas bû. Gelek êrîş lê hate kirin, lê belê pêşveçûnên pir girîng pêk anîn. Ji aliyê siyasî, civakî, leşkerî ve serketinên pir balkêş bi dest xistin. Beriya her tiştî wan îmzeya xwe li binê xistina dewleta ku dixwest bibe împarator a DAÎŞ’ê xist. DAÎŞ ji bo hemû mirovahiyê xetereyek bû, ji bo gelên herêmê jî xetereyek bû. Lê belê bi pêşengiya QSD’ê şerê ku hate kirin, Şoreşa Rojava ev xetere sîngê xwe li ber vekir û wisa têk bir. Paytexta DAÎŞ’ê bi dest xist. Bi vî rengî gelê Ereb ji bin pençeyê wan rizgar kir.
Ev cihê şadamaniyê ye ku di hundirê vî şerî de hem jî sîstema xwe ava kir. Sîstema li Rojava ava bûye, gelek aliyên xwe yên balkêş hene. Tenê ne ji bo Rojhilata Navîn her wiha ji bo cîhanê jî tiştên nimûneyî hene. Ya yekem; sîstema demokratîk netewe ye. Yanî li hemberî netewe dewletê, demokratîk netewe hate avakirin weke alternatîf. Heta niha em dibînin gelên Kurd, Ereb, Asûrî, Suryan, Ermen, Çerkes, Tirkmen hemû bi hev re neteweyekê ava dikin, neteweya demokratîk ava dikin. Pir kesî digot, eger Tirkiye mudaxele bike, were Serêkaniyê bigire wê ev tifaq belav bibe. Me dît ku berevajî bûye, hîn bêhtir xurt bû. Xuya ye wê hîn bêhtir hevdu bigirin. Ev neteweyeke nû ye, ji bo hemû cîhanê nimûneyeke. Neteweperestiya teng kujeriyê dike, netewe dewlet kujeriyê dike, nijadperestiyê dike, xwînrijiyê dike, zilmê dike. Ne rêyeke rast e, xirabî ye. Lê belê li kêleka wê demokratîk netewe biratiya gelan, aştiya navbera gelan, xweşbînî, hevdu qebûlkirin, pirrengî, dewlemendî û demokrasiyê temsîl dike. Lewma nimûneyeke pir balkêş û girîng e ji bo her kesî. Weke nimûneyekê ye. Aliyê xwe yê din jî pêşengiya jinê, weke Şoreşa Jinê pêk hat, Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Sîstema jinê, sîstema hevserokatiyê bi pêş ket. Ev jî ji bo tevahiya cîhanê weke nimûneyeke, tiştekî nû ye. Civaka demokratîk wê çawa bê avakirin? Tenê li ser wekheviya jin û zilam bê avakirin, li ser hîmê azadiya jinê bê avakirin. Niha vê rêyê ji xwe re dikin esas. Pêkanîna vê bi xwe re hîmê civaka demokratîk ava dike, bingeha siyaseta demokratîk ava dike, demokratîk netewe wisa avakirina wê temam dike. Pêşengiya jinê di vir de roleke girîng dilîze. Dibe ku wekî din jî mirov karibe pir taybetmendiyan bihejmêre, lê belê ev û serketinên leşkerî bi hev re pêşveçûnên girîng in. Ji ber wê hinek dewletên hawirdor, bi taybetî dewleta Tirk dijminatiyê lê dike. Çima dijminatiyê lê dike? Ji bo xwe xetere dibîne? Ji ber naveroka wê ye, ji ber demokrasiya wê ye. Di wir de hebûna Kurd, nasnameya Kurd jî heye. Ji ber ku demokratîk netewe de her nasname azad e. Ji bo wê dewleta Tirk kiriye hedef. Di vê mijarê de wan nimûneyeke pir baş derxistin holê di nava van 10 salan de.
Di hundirê şer de ev tişt ava kirin. Yanî ne di nava şert û mercên asayî de ev tişt kirin. Hem li aliyekî şer kir, hem jî li aliyekî xwe ava kir. Têkiliyên navbera gelan sererast kir, sîstem ava kir. Ev tiştekî pir girîng bû û dîrokî ye. Hîmekî xwe heye, em bawer dikin li ser vî hîmî li hemberî her cûre êrîşî karibin rawestin. Dewleta Tirkiyeyê gefan li ser dixwe û dibe ku di civîna li Tehranê de jî bîne rojevê. Lê belê ez dikarim vê bêjim; niha li gorî ez dibihîzim Rêveberiya Xweseriya Demokratîk seferberî îlan kiriye. Ev tiştekî pir girîng e, diyar e xwe li gorî çarçoveya Şerê Gel ê Şoreşgerî xwe amade dikin. Ez bawerim dikim ku eger vê çarçoveyê ji xwe re bikin esas wê teqez bi ser bikevin. Gel û şervan hevdu bigirin, hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hevdu bigirin wê ti hêz nikaribin wan têk bibin.
(Bi ken dibêje) Yek jî bila pir meraq nekin, dewleta Tirkiyeyê hêzên xwe yên herî sereke, enerjiya xwe vaye li herêmên medyayê serf kir. Ew hatin bêhalkirin. Wê ew nikaribin zêde li wir şer bikin. Ez di wê baweriyê de me. Tecrûbeyê li herêmên medyayê derketin holê, eger ku ew jî ji bo xwe sûdê jê werbigirin, her wiha ew li vir hatine westandin, piraniya teqatê wan li vir çû, ji ber wê bi xwe bawer bikin. Bi hev bawer bikin, bi bawerî, bi îrade li ser şêwazê Şerê Gel ê Şoreşgerî li ser detayên wê bi kûrahî bisekinin, em bawerin ku wê karibin bersivên pêwîst bidin dewleta Tirk. Wê bersiva gelan a pêwîst bidin destdirêjiya Tirkiyeyê û wisa karibin bi ser bikevin. Hêviya me, baweriya me heye ku gelên me yên li wir bi van coş û moralê hevgirtî wê teqez bi ser bikevin. Li ser vî esasî ez ji hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re serketinê dixwazim.
HDP VEGUHERIYE HÊZEKÊ, LEWMA JÊ DITIRSIN
Çend roj berê Suleyman Soylû li qenaleke Tirk li ser HDP’ê axivî. Îdîa kir ku we ferman dane Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan û di vê der barê de kasetek bi wî re heye. Di vê der barê de hûn dixwazin çi bibêjin?
Dewleta Tirkiyeyê bi taybetî hikumeta AKP-MHP’ê dixwaze siyaseta qirkirinê li Kurdistanê serwer bike. Ji bo wê her kesî ku li Tirkiyeyê, Kurdistanê doza nasnameya gelan bike, doza nasnameya gelê Kurd bike, dewleta Tirkiyeyê wan teror dihesibîne û endamê rêxistinê dihesibîne. Ne tenê Kurd ên li Tirkiyeyê sosyalîst, çep, demokratîkxwaz, piştevaniyê ji doza azadiyê ya Kurd re dikin, wan jî di heman çarçoveyê de dihesibîne û dike hedef. Dixwaze wan jî tasfiye bike. Çima? Ji ber ku li pêşiya xwe asteng dibîne. Berê di demeke weke salên 90’î de heta piştî 90’î jî wisa bû; digotin bila dest ji çekê berdin, werin deştê. Yanî têkoşîna nasnameya Kurd bikin, siyasetê bikin. Berê wisa digot. Niha di dema AKP-MHP’ê de hem ên biçek hedef e, hem jî yên siyasî hedef e. Çima? Ji ber ku siyaseta qirkirinê ji xwe re dikin esas, dixwazin tiştekî nehêlin. Çepê Tirkiyeyê, tevgera sosyalîst ku doza azadiya Kurd diparêze, di heman demê de wan jî dikin hedef. Faşîzm niha wisa dixwaze xwe mayinde bike. Bi ser hîmê tasfiyekirina tevgera azadiyê ya Kurd û tevgera demokrasiyê û sosyalîst ê Tirk tasfiye bike, wisa rejîma xwe mayinde bike. Hewldanên xwe li ser vî esasî ye, li gorî wê şerekî taybet dimeşîne.
Di vê çarçoveyê de ji HDP’ê ditirse. Çima? HDP yekemcar doza azadiyê ya gelê Kurd û ya sosyalîzma Tirkiyeyê kir yek. Dewleta Tirk ji berê ve ji vê pir ditirsiya. Niha di HDP’ê de ev bû yek, bû hêzek. Ji ber wê mezinbûneke xwe çêbû. Ew dixwazin HDP’ê biçûk bikin, dibe ku nikaribin bi temamî ji holê rakin lê belê pir hewl dan ku daxînin binê benda ji sedî 10’an, lê nekarî bûn. Ji ber wê êrîşî HDP’ê dike.
DIVÊ HDP XWE WEKE NAMZETÊ RÊVEBERIYÊ BIBÎNE
Di vê mijarê de li gorî min HDP jî di astekê de berxwedaneke xwe heye, li hemberî êrîşan, zextan xwe parast. Karîbû prensîbên xwe biparêze. Li gorî ez ji dûr ve dimeyzînim wisa kombûneke xwe heye, kongreya xwe ya dawî jî ev tişt nîşan dida. Lê belê li gorî min HDP lazim e beriya her tiştî bi xwe bendê ji pêşiya xwe rake. Yanî timî bendekê datîne pêşiya xwe. Niha mesela dibêje, di anketan de em derdora ji sedî 12 û 15’an digirin. Divê bendên bi vî rengî danîne pêşiya xwe. Bi esasî potansiyela wan hîn zêdetir heye. Ji sedî 20, 25 heta hîn zêdetir heye. Divê xwe ji rêvebirinê re weke namzet nîşan bidin. Hîn bi hêz û bawerî tevbigerin. Karê wan diyar e, xebatê qanûnî demokratîk, siyasî dimeşînin. Dewleta Tirk weke ku tim îdîa dike, bi PKK’ê re dixwaze bike yek, weke wekhev bihesibîne ne wisa ye. Ev hemû derew in. Tu dinihêrî mînak parlamenterek dema hinekî gaveke bi cesaret diavêje, yekser dibêjin ‘vaye ev endamê rêxistinê ye’. Ya jî Tevgera Jinê dema bêtirs têdikoşe wisa diçe ser wan. Yanî dewleta Tirkiyeyê qirkirina siyasî timî li ser vî hîmî dimeşîne. Li ser HDP’ê timî şerekî taybet heye.
EGER KASETEK BI SOYLÛ RE HEYE BILA BIWEŞÎNE
Ew pirsa te kir, gotina te kir li ser vî hîmî çêbûye. Suleyman Soylû gotiye, dereweke, dereweke mezin e. Ez dixwazim vê bibêjim; eger ku Suleyman Soylû ne kesekî derewkerê şarlatan e, îftirakar e, ma ne li pêş kamerayan got ku ‘Qereyilan talîmat ji Pervîn Bûldan re şandiye, qaset di destê min de heye’. Eger ku ew ne kesekî derewker e bila li pêş kamerayan wê kasetê pêşkêş bike. Birêz Pervîn Bûldan hevseroka HDP’ê ye, rol û mîsyonek xwe heye. Ew dixwazin zextê lê bikin, şerekî psîkolojîk bimeşînin, îftira dikin. Ev îftira ye. Eger ne wisa ye bila pêşkêş bike. Ne tenê ev derew e, hemû tiştên di vî babetî de dibêjin derew in. Li ser derew û dolaban dixwazin HDP’ê tengav bikin û belkî bigirin. Nizanim ‘Doza Kobanê’ ye, nizanim yên din çi ye, hemû di van çarçoveyan de têne meşandin. Hemû bi derewan dixwazin wisa têkoşîna azadî û demokrasiyê ya sosyalîzma Tirkiyeyê têk bibin. Hedefa wan ev e. Lewma ez eşkere dibêjim, tiştekî wisa tune ye. Eger ne wisa ye bila keremke wezîreke, eşkere li pêş kamerayan axiviye bila li pêş kamerayan keremke pêşkêş bike. Eger ku neke ew şarlataneke, ew derewkereke, ew îftirakareke.
Li Tirkiyeyê di 15’ê Tîrmeha 2016’an de hewldanek ji bo darbeyê çêbû û piştre jî AKP-MHP’ê konsepta qirkirinê xiste meriyetê. Hûn vê hewldana darbeyê û bîlançoya pêvajoya şeş salan çawa dinirxînin?
Rast e li Tirkiyeyê darbe çêbû, lê kîjan darbe? Bi esasî li Tirkiyeyê dewleta Tirkiyeyê bi xwe piştî ku Mutabaqata Dolmabahçeyê qebûl nekir, bi navê Erdogan anîn ziman, xwestin konsepteke nû ku meseleya Kurd çareser bike, siyaseta qirkirinê nû de serwer bike, ava bike, kete nava hewldaneke wisa. Di hundirê de dewletê de hemû baskên heyî bi hev re axivîn; yên çep û rast, neteweperest û li ser xeta Tirk Îslamê. Bi esasî di çarçoveya Îttîhat Terakkî de gihîştin hev. Fethûllahçî li derve man, ew jî ji vê tirsiyan. Wan dîtin bi tenê dimînin, xwestin hinek tiştan bikin, weke hewldana darbeyê bikin. Lê belê ew pê hesiyan, çavên xwe jê re girtin, xistin xefikê, yanî bi kontrol anîn tam nuqteya ku wan destpê kir, bi ser de çûn. Wisa ew tasfiye kirin, darbe li hemberî darbeyê kirin bi esasî. Ma ne Tayyîp Erdogan got ev lutfa xwedê bû ji bo me pêk hat. Ji xwe wan dixwestin darbeyê bikin, ev bû wesîle. Bi vî rengî bi plan bû. Darbe pêk anîn û wisa di 20’ê mehê de ev temam kirin. Sîstema xwe ya nû li ser qirkirinê û bi konsepteke nû ketin tevgerê. Mînak bala xwe bidin ser, heman piştî wê bi mehekê di 26’ê Tebaxa 2016’an de êdî konsepta nû destpê kirin. Êrîşî Cerablûsê û piştî wê bi 5 rojan jî êrîşî li ser Etrûşê û Başûrê Kurdistanê destpê kirin. Ev hewldana konsepteke nû bû li ser hewldana konsepta nû pirsgirêka Fethûllahçiyan derket û ev çûn ser hemû pelixandin. Ew hemû lînç kirin. Halbûkî ew bi xwe berê bi hev re hevkar bûn, şirîk bûn û dema ku vana dîtin ku wê erd li wan bê tengkirin û hewl dan ku weke darbe bikin, ew jî bi plan xistin xefikê. Bi vî rengî çûne ser. Yanî li ser wan jî hovîtî kirin. Lê bi esasî ji bo şer li dijî gelê Kurd bike, li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bikin ev konsept li dar xistin.
CIWAN BI RÊYA EYALETÊN LI BAKUR DIKARIN XWE BIGÎNIN GERÎLA
Weke dawî ez dixwazim vê bêjim; em 6 sal in li hemberî vê konsepta qirkirinê li ber xwe didin. Rêber Apo 6 sal in li ser vî esasî li Îmraliyê li ber xwe dide. Li ser hevalên me yên li zindanan niha zilm heye, diçin ser hemû hevalan. Hevalên ku cezayê wan qediya jî bernadin, dibêjin illehî divê hûn îtiraf bikin. Ev ji ku derket? Çima niha ev derxistin holê? Yanî çima di salên 90’î de tune bû, lê niha heye. Ji ber ku niha siyaseteke nû heye. Siyaseta nû konsepta qirkirina gelê Kurd û tasfiyekirina şoreşgeriya Tirkiyeyê heye. Ji bo wê zilmê li hemû zindanan dimeşîne. Ji ber wê ev sîstema Îmraliyê niha kûr dimeşîne û li ser me jî ev ji wî çaxî û heta niha, beriya wê jî salekê şer bûbû, 2015’an, lê belê ji 2016’an û vir ve li se esasê vê konseptê şer heye. Heta niha di vî şerî de wan xwest me zû tasfiye bikin. Ma ne Suleyman Soylû got wê di sala 2017’an de heta Nîsanê wê PKK tune be, kes wê navê PKK’ê neyne ser zimanê xwe. Hîn di sala 2016’an de wisa got, meh diyar kiribû gotibû Nîsan. Lê belê heta niha dewam dike, hîn jî heman tiştî dibêjin, di ya xwe de israr dikin. Lê belê ew bi ser neketin, gelê me bi ser ket, tevgera me bi ser ket, xeta Rêber Apo bi ser ket. Lê belê divê em xwe nexapîne, ev hîn jî dewam dike. Lê belê êdî diyar bû ku ew nikarin bi ser bikevin. Vaye rejîma AKP-MHP û Ergenekon niha têk diçin. Yanî êdî ber bi hilweşandinê ve diçe. Weke şansê xwe yê dawî niha dixwazin li hemberî me tecrûbe bikin û pêngaveke dawî bi hemû derfetên dewletê û hemû çekên qedexe û hemû çekên di destê wan de hene û bi alîkariya Kurdên hevkar, bi alîkariya hêzên hegemonîk dixwazin vê pêngavê li ser me bi ser bixînin. Lê êdî ew ji wan derbas bû. Ji ber ku berxwedana niha li Zapê, Metîna, Avaşînê tê kirin bi esasî bersiva pêwîst da wan û nîşan da ku ew qet û qet nikarin bi ser bikevin. Di vir de bêguman hinek kêmasiyên me hene, divê mirov vê bibîne. Aliyê me yê gel kêm maye, aliyê me yê eyaletên din divê em hîn geştir bikin xurt bikin. Bi taybetî aliyê ciwanên Kurd, têkoşîna azadiya jinê, ya ciwanan, ya giştî civakê; di van xusûsan de hîn xurtî pêwîst e. Berxwedana li Zap, Metîna û Avaşînê tê kirin di heman demê de bang e ji bo her kesî. Ji bo ciwanan bang e mesela. Ciwan dikarin vê bangê rast binirxînin û beşdar bibin. Her ciwanên niha li Bakurê Kurdistanê ku nikaribin derkevin derveyî welat, dikarin li eyaletan xwe bigihînin gerîla. Dikarin cihê lê ye têkoşîna azadiyê ya demokrasiyê bi rê û rêbazên guncaw bimeşînin, wisa têkoşînê xurt bike. Di vê demê de divê em li dora xeta Rêber Apo hîn zêde xwe bi rêxistin bikin, hîn zêde bibin yek û ji bo ku em di vê serdema dîrokê de serketina azadî û demokrasiyê misoger bikin. Her kes divê li berpirsyariyên xwe xwedî derkeve. Eger nêzîkatî bi vî rengî be em bawer dikin ku serketin bi misogerî wê ya me be, ya gelan be, ya gelê Kurdistanê be.