NAVENDA NÛÇEYAN – Çawa ku Şoreşa Rojava hêvî da gelê Kurdistanê, ji bo gelên Rojhilata Navîn û cîhanê jî hêviyek berdewam dike. Di şoreşa ku bi deh hezaran şervan li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer kirin û bi bedelên mezin bi ser ketin, bi deh hezaran şervanên jin û xortên enternasyonalîst cihê xwe girtin. Şervanên enternasyonalîst ên ji çar aliyên cîhanê tên û beşdarî vê şoreşê dibin dibêjin ku hêviya wan bi şoreşa Rojava ye, şoreşa ku bi paradîgmaya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan pêşketiye de ye.
Şervana YPJ’ê ya Navnetewî Ronahî ku ji ajansa me re axivî, bal kişand ser pêşengiya jinê ku bi Şoreşa Rojava re pêşketiye û wiha got: “Em li ser şopa şehîd Îvanna, Hêlîn û Şehîd Arîn Mîrkan ya ku xwe li bajarê Kobanê di dilê faşîzmê de teqandî, dimeşin.”
Bi temamî axaftina şervana enternasyonal Ronahî wiha ye;
“Navê min Ronahî ye, 3 salin ez li Rojava me û helbet min di wan salan de gelek tecrûbe girt, fêrî pir tiştan bûm û di gelek ezmûnan re derbas bûm. Ez di destpêkê de fêrî jiyana komî, kolektîf bûm. Bi taybetî di nav jinan de ev guhertineke mezin bû, ji ber ku li malê hîn bêtir ji bo xwe dijîn. Raste min perwerdehiya leşkerî dît, lê divê ez bibêjim ku di artêşek dewletê de, tiştê hûn xeyal dikin nîne. Raste em fêrî bikaranîna çekê kirin, lê ya girîng fêrbûyîna nirx û perwerdahiyên îdeolojîkin.”
“Wekî din, min ji bo xwe hin têgeh jî bi tevahî ji nû ve nirxand. Mînak, min pîvana dispilînê ya bi tundî li Elmaniyayê red kir, her wisa ji bo me dihat ku ev tiştekî başe, lê belê ne wisa ye, ji ber ku dema em guh bidin van pîvanan, tê wateya ku em dewletê ji xwe re esas digirin, ji ber vê jî em wan pîvanan red dikin. Lê belê li vê derê rastî jî min fam kir ku dispilîn tê wateya rêxistinbûyînê, ku tu karibe ji bo xwe û yên din jî nirxên nû ava bikî, li ser van nirxên xwe jiyan bikî. Berî her tiştî ez fêr bûm ku, hêzekî min ya mezin heye, ez xwedî îradeyekî xurtim, ku dikarim bi vê îradeyê tiştên nû bi pêşbixînim û ji nû de biafirînim. Gelek tiştên ku berê qet di serê min derbas nedibû, îro ez ji bo wan difikirim.”
“Helbet her tim hevalên ku ji çand, paşeroj, xwedî tecrubeyên cihê tên nava refên YPJ’ê jî hene, lê ez difikirim ku tişta ku me hemûyan li vir dike yek, ewe ku em wek jin vê îstîsmarê, zulmê, xerakirina pergalê ji xwe re dikin hedef. Me hertim tenê weke fîzîkî jiyan kirî, lê li vê derê em hêza xwe hemû dikin yek. Ev hatina me ya gel hevdu jî hîna zêdetir vê hêzê mezin dike. Dema em wisa dinirxînin, divê wisa neyê fêm kirin ku dîroka me nîne, bila kes ji bîr neke, em xwedî dîrokekî tijî berxwedanî ne. Em weke YPJ’ê hertim li ser şopa jinên ku hêza xwe pêş xistine ne, ji ber ku ew jin xwedî ezmûnin, û di riya rast dimeşin. Wan jinan hertim êşa sîstemê kişandine, ji ber vê yekê her tim li dijî pergalê şer kirine. Ji ber vê yekê YPJ ne tenê mîrateya tevgera jinên Kurd e, her wiha mîrasa tevgera jinên cîhanê ye. Çi Mujeres Libres ji Spanyayê be, çi Zapatîstayên li Amerîkaya Başûr, çi jî partîzanên di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de, ev hemû şopên ku em îro li ser dimeşinin.”
“Em kêmek jî behsa dîroka avabûna YPJ Enternasyonal bikin, kengê hate damezrandin û li ser kîjan bingeh, raman û fikirê hate damezrandin. Enternasyonalîst bi rastî ji destpêkê ve, ji destpêka şoreşê ve hertim bûne parçeyek têkoşînê û cihê xwe girtine weke Sehîd Ivana Hofmann ya ku di sala 2015’an de li Til Temirê şehîd bûye. Bi taybet piştî berxwedana Kobanê gelek jin ji bo tevlî yekîneyên parastinê bibin hatin Rojava. Di sala 2017’an de YPJ Enternasyonal bi tenê ji bo ku pêşî li hatina jinan vebikin perwerdehiyên bingehîn yên ziman, çand, jiyan û hwd, vekirin. Da ku piştî wan perwerdeyan cihê xwe di nava yekîneyên parastinê de cihê xwe bigirin.”
“Ez nikarim tam bibêjim di van salan de çend jin hatine vê derê, lê her tim gelek jin ji deverên pir cihê yên cîhanê hene ku riya xwe li vir dîtine. Ji Arjantînê heta gelek welatên Ewropayê û Endonezyayê, ji bo ku jin cihê xwe di nava şoreşê de bigirin, tên tevlî nava şoreşa Rojava dibin. Her wiha ez di wê baweriyê de me ku hîn zêdetir jin bi coş û kelecaneke mezin, bi vê fikira yekîneya parastina jinê re dilgiran bin, lê belê tirsa wan ji dewlet, malbat û civaka derdora wan heye. Herkes jê re dibêje ” Tu nikare vî karî bike, hêza te ewqas nîne, ev kar ne ji bo te ye”, ji ber vê jî jin di hundirê xwe de kilît dibe. Ez difikirim ku gelek jinên li vir van jinên bihêz dibînin ku çekan hildigirin û ji bo pêşeroja xwe şer dikin û xwe diparêzin, lê ew nabînin ku em jî dikarin bi xwe bibin ew jin.”
“Û divê bêjim, dema ez hatim Rojava, mîna ku ji xewa giran şiyar bibûm. Min cara yekem bi rengekî fêm kir, ez dikarim bi xwe bi hêz bim, ez bi xwe dikarim ji bo pêşeroja xwe bifkirim, li kêleka mirovahiyê bisekinim û bibim beşek ji vê hêviyê ji bo cîhanek ku ez dixwazim tê de bijîm. Ji ber vê yekê ez dikarim bibêjim ku hemû heval û jinên cîhanê yên bi vê şoreşê re eleqedar in û ji vê şoreşê bi bawerin, bila werin vir û tevlî me bibin. Ji ber ku li vir cihê her kesî heye û her kes dikare hêza xwe li vir pêş bixe.”
“Her hevalekî şehîd ji bo me sembola têkoşînê ye, sembolên berxwedana me ne û têkoşîna wan ji me re rê nîşan dide. Ji ber ku êdî erka me ye ku em daxwazên wan, xeyalên wan pêk bînin. Ev soza ku me daye wan û her wiha ji bo tevgerê jî her hevalekî ketî pîroz e û gelek enternasyonalîstên ku li vir ketine mîna Îvanna, sehîd Hêlîn, sehîd Legerin bandoreke pir mezin li hemû cîhanê kirine. Gelek heval ji ber van jinan hatine vir, ji bo ku rêya wan bişopînin û qismî jî navê xwe li vir kirine, ji bo ku tam rêya xwe bidomînin.”
“Li ser mijara DAIṢ û Tirkiyê ez dikarim bibêjim ku Tirkiye ev şerê bi xwîn ê Dewleta Îslamî didomîne, ku ji bo me her heman şere, ji bo me du şerên ji hevdu cuda nînin. Hûn jî vê yekê baş dibînin ku Tirkiye bi taybetî pir zêde bi zihniyeta netewperest tevdigere. Ji ber vê jî Tirkiyê destê xwe ser jinan de pir dirêj dike, ne tenê peymana Stenbolê, li herêmên dagirkerî yên mîna Efrîn, Serê Kanî û Girê Spî ve jî, jin her roj tên kuştin û revandin. Tirkiyê bi salane zilmê li jinên şoreşger ên cîhanê dike. Ne tenê li Tirkiyeyê wan dikuje, ne tenê li Kurdistanê, li Ewropayê jî weke Sehîd Sara, Şehîd Leyla û Sehîd Fîdan jî qetil dike.”
“Di nava van 10 salên dawî de em dikarin bibêjin ku hevalên Enternasyonalîst di her pêvajoya şoreşê de cihê xwe girtine û rola xwe lîstine, bûne hêzek û xwe bi pêşxistine, emê heya dawiyê jî bi vê rengî berdewam bikin. Hêvî û xeyalên gelên li vir dijîn, jiyaneke aram û azad e, ji ber vê jî emê heya dawiyê li berxwe bidin, ta ku van xeyalan pêkbînin. Gelê Kurd, gelê Îzdî, gelê Ereb, bi kurtasî gelên ku li vir dijîn, gelek êş dîtine. Ji ber vê jî pêwîste kêemke din jî herks çavên xwe vebike. Em pir baş dizanin ku hemû dewletên cîhanê bi Tirkiyê re hevalbendiyê dikin, da ku van gelan qir bikin. Dîsa em dibînin li vê derê êşên çawa hene, em dibînin çawa zarok bi balafirên bê mirov tên qetil kir, malê gel têne wêran kirin. Ji ber vê yekê rêyek din li ber me nemaye. Emê li vir bin, emê li vir li berxwe bidin û heta ku herêm careke din bên rizgarkirin, emê li vir têbikoşin û emê nehêlin metreyek din jî ji aliyê faşîsta dewleta Tirk de bê dagirkirin.”
“Erê ev rastî ji bo me ne şokeke mezin bû, ji ber ku em her roj li vir bi bombeyan, êrîşên din re rû bi rû dimînin. Em jê re amade ne, em ji bo wê hatine perwerde kirin. Dibe ku niha êrîşeke nû tê, lê me ji bo wê xwe amade kiriye û em dizanin hêza me çi ye, em bi hêza xwe bawer in, em bi hêza şehîd û hevalên li kêleka xwe bawer in û ji ber vê yekê, wê bersiva me berxwedan be û emê li vir heta dawî li berxwe bidin. Emê vî gelî, vî welatî, vê şoreşê biparêzin. Em bi hêza xwe bawer in ji ber ku em dizanin em ji bo çi têdikoşin û ji ber ku em dizanin ku em li ser şopa ewqas jinên şoreşger ên beriya me dimeşin, çi Sehîd Îvanna, çi Hêlîn be, çi Sehîd Arîn Mîrkan be ku xwe, li bajarê Kobanê di dilê faşîzmê de teqand. Yan jî Avêsta Xabûr be, ku li Efrînê canê xwe fedakir da ku bajar nekeve bin destê terorê û ez wisa difikirim ku her kesê, niha li vir bi tevgerê re têkoşîn dike û sempatiya tevgerê dike divê bizanibe ku ev ev pêvajo, pêvajoya hebûn û nebûnê ye. ”
“Ji şer pê ve tu rêyeke din a Erdogan nîne û ev ji bo me tê wê wateyê ku, divê em ji vê kêliyê û şûn de berxwedana xwe hîna mezintir bikin, divê herkes xwe bi rêxistin bike û ji bo pêşeroja xwe baş bifikire. Divê kes bê deng nebe, bê dengî destek dide faşîzm. Bersiva me ya li hember faşîzmê diyare, emê heya dawiyê têkoşîn bikin, û şoreşê bi serbixînin. Dema ku hevalan li vir li dijî Dewleta Îslamî şer kirin, hemû cîhan spasdar bû. Niha jî heman heval li dijî dewleta Tirk li ber xwe didin û xwîna xwe ji bo wê didin.”
“Tirkiye her mafê mirovan, hemû qanûnên navneteweyî binpêdike û ji aliyê NATO’yê ve tê destek kirin û bi taybetî jî Elmanya bi têkiliyên dîplomatîk, bi madeyên kîmyewî piştgirî dide wî. Elmanya bi çekên kîmyawî û çekên cuda piştgirî dide dewleta Tirk, heman demê de ji terorîst kirina Abdullah Ocalan jî piştgirî dide hêza Tirkiyê. Hertim êrîş dikin ta ku Kurdan biçewsînin û tune bikin, ez jî li hember vê polîtîkayê ji tevahî antî-faşîstên Elman re dibêjim, divê vê rastiyê bibînin û nasbikin.”
“Elmanya û Tirkiye wê hertim polîtîkayên xwe yên faşîst bidomînin, lê ev ji bo me tê wateya ku divê em jî berxwedana xwe bikin yek û bidomînin. Divê em êdî fêm bikin ku tenê yek riya me heye ew jî têkoşîne. Têkoşîna li Kurdistanê, têkoşîna antî-faşîst a li Elmanyayê, ew herdu heman têkoşînin, ji ber vê divê em bi hevre têkoşîna xwe bidin meşandin. Ez bang li herkesî dikim ku, were cihê xwe di vê şoreşê de bigire, bi taybet ez bangî jinan dikim ku ew jî werin tevlî vê têkoşînê bibin, ne girînge ku tenê tevlî YPJ’ê bibin, dikarin tevlî xebatên cuda jî bibin.”
“Ez di wê baweriyê de me ku ev şoreş bi rastî dikare pêşerojek azad ava bike, cîhanekî bikaribe di nava aramiyê de jiyan bike, bi pêşbixe, dikare jiyanekî azad ava bike, ev derfetên vê şoreşê hene, divê li gorî vê jî tevlîbûna nava şoreşê çêbibe.”
NC// Îlan Kobanê