RIHA – Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) a li ber Edliyeya Rihayê di roja 498’emîn de berdewam dike. Emîne Şenyaşar ji ber nexweşiyên lê peyda bûne tev li çalakiyê nebû û Ferît Şenyaşar nobeda îro domand.
Endamên Platforma Şaxan a Konfedarasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ya Amedê serdana Malbata Şenyaşar kirin. Hevserokê Egîtîm Sena Amedê ya Jimara 1’an Zulkuf Guneş di serdanê de axivî û komkujiya bi serê malbatê de hat bi bîr xist û got tevî ku 4 sal di ser komkujiyê re derbas bûne jî tu encamek dadmendî nehatiye bidestxistin û xwest daxwaza edaletê malbatê bicih were anîn.
‘EM Ê NOBETA XWE BIDÎMÎNIN‘
Ferît Şenyaşar jî axivî û diyar kir ku têkoşîna wan a ji bo edaletê didome û got: “Komkujiya hovane li holê heye. Sûcê mirovahî hat kirin. Ji ber ku yên vî sûcî kirine endamên partiya desthilatdariyê ye û alîgirên wan in daraz tu tiştekî nake. Çar sal deras bûn hê jî biryara veşarî li ser dosyeyê ye. Hê jî îdianemeyek li holê nîne. Sibê dê betlaneya dadî dest pê bike. Dozgerên ku îmzeya wan di bin vê zilmê de heye dê sibê biçin betlanê. Lêbelê heta ku edalet were temînkirin, em ê ji ber edliyeyê neçin. Em ê bi ser bikevin, ji ber ku em mafdar in.”
Di serdanê de çalakiya rûniştinê hat lidarxistin û pişt re serdan bi dawî bû.
Derbarê Emîne Şenyaşar de doza 5’emîn hat vekirin. Serdozgeriya Komarê ya Rihayê ji bo dikaribe derbarê Şenyaşar de dozê veke, ewilî ji bo ku pêwistiya xala 301/4’an a Qanûna Cezayê Tirk (TCK) bicih bîne ji Wezareta Dadê destûrê xwest. Wezaretê destûr da û Serdozgeriyê îdianame amade kir û pêşkêşî Dadgeha Cezayê Asliyeyê kir. Dadgehê îdianame qebûl kir û bi îdiaya ku Emîne Şenyaşar di axaftina xwe ya 21’ê Nîsana 2021’ê de “Gelê Tirk, Dewleta Tirk, Meclîsa Tirkiyeyê, Hikûmeta Tirkiyeyê û organên daraza Tirkiyeyê biçûk xistiye” doz vekir û li gorî xala 301/1 a TCK’ê heta 2 salan ceza ji Şenyaşar re tê xwestin.
DOZA 5’EMÎN HAT VEKIRIN
Tê payîn ku di hefteyên pêşiya me de rûniştina dozê bê lidarxistin û ev bû doza 5’emîn li Şenyaşar tê vekirin. Heta niha ji 16 lêpirsînên derbarê Emîne Şenyaşar de 5 jê veguherîne dozê.
‘GELÊ RIHAYÊ ŞAHIDÊ VÊ ZILMÊ YE‘
Malbatê li ser hesabê xwe yê Twitterê bertek nîşanî doza hatiye vekirin da û bi etîketa “Ji qurbaniyên Pirsûsê re edalet” vê peyamê parve kir: “Li Rihayê heqaret ji komkujiyê sûcek mezintir tê dîtin. Li nexweşxaneyê komkujî çêbûye, 4 sal in biryara veşarî didome. Ev doza 5’emîn e li dayê tê vekirin. Gelê Rihayê şahidê vê zilmê ye.”