BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di 10’ê Tîrmeha 2022’an de daxuyaniyek dabû û diyar kiribû cenazeyê leşkerekî artêşa Tirk a dagirker di destê wan de ye.
Di daxuyaniyê de ev tişt hatibû diyarkirin:
“Hate tespîtkirin, ku leşkerê di 7’ê Tîrmeha 2022’an de mir û cenazeyê wî di destê hêzên me de ye, Nacî Kaygisiz e. Eşkere bû ku ev leşker ji hêza taybet a Tirk e û mirina wî ji raya giştî hatiye veşartin. Me beriya niha jî bi raya giştî re parve kiribûn, yên ku van leşkeran ji bo dagirkeriyê dişînin Kurdistanê xwedî li cenazeyên wan jî dernakevin. Ji ber vê yekê em bang li malbata leşkerê Tirk ê bi navê Nacî Kaygisiz dikin; eger bixwazin em dikarin bi rêya sivîlan cenazeyê wan radestî wan bikin. Malbata wî dikare bê navçeya Amediyê ya bajarê Duhokê yê Başûrê Kurdistanê û bi rêya sivîlên li vê herêmê dikare têkiliyê bi me re deyne.”
Tevî daxuyaniyên HPG’ê jî dewleta Tirk a dagirker mirina leşkerê xwe veşartiye û hate hînbûn ku ji bo cenazeyê leşkerê hatî cezakirin ti serlêdan ji HPG’ê re nehatiye kirin.
Tê texmînkirin ku ji ber zextên giran ên dewleta Tirk a dagirker, gelek alî xwe ji behskirina vê mijarê dûr digirin.
Gerîlayên ku dest danîn ser cenazeyê leşker Nacî Kaygisiz, derbarê leşkerê ku di êrîşên dagirkeriyê de jiyana xwe ji dest da de agahiyên nû dan.
Gerîlayan di 9’ê Tîrmehê de li ber kamerayê axivîn û gotin, “Ev leşker û leşkerekî din ji aliyê hêzên me ve hatin cezakirin. Navê wî Nacî Kaygisiz e. Ev nav li ser kasketa wî hatiye nivîsandin. Li ser wî ne nasname û ne jî kunyeya ku leşker dixin stûyê xwe, tune bû. Li ser wî tenê telefon hebû. Tiştekî cuda nebû. Li ser kasketa wî çi hatibe nivîsandin ev e.”
Endamê Komîteya Rêvebir a PKKê Mûrat Karayilan ji ANF’ê re axivîbû û derbarê vê meseleyê ev tişt gotibû “Ji bo hilneweşin sansureke mezin datîne ser rastiya şer. Kes nikare li ser vê mijarê agahiyê parve bike. Agahî hemû tenê ji aliyê Hûlûsî Akar ve tê dayin. kesekî din nikare li ser şîroveyê bike.
Miriyên xwe eşkere nakin; her tiştî vedişêrin. Ya rast, bi bêrûmetiyeke mezin tevdigerin. Ne tenê qanûnên şer ên navneteweyî binpê dikin, pîvanên exlaqî jî binpê dikin. Leşkerên wan dimirin, lê nikarin ji wir bibin; ji bo cenazeyan ji holê rake jî bi balafiran bombe dike û parçe dike. Bombeyan li cihê ku cenaze lê ne, dibarîne. Mînak li Şikefta Birîndara ya li rojhilatê Zapê, her wiha li Girê Cûdî yê li rojavayê Zapê heman tişt bû; hevalên me yên li vê derê dibêjin ku ji ber bêhna cenazeyan ew nikarin tevbigerin. Ji ber ku herêm bi parçeyên cenazeyan tijî bûye û hemû hatine bombekirin. Gelo wê ji malbatên wan leşkeran re çi bibêjin, mirov matmayî dimînin.
Bi esasî berê tedbîr girtibûn. Dema ku van leşkeran xwe li leşkeriyê dinivîsînin bi malbatên wan re jî belgeyan didin îmzekirin û bi wan didin belgekirin, ku li gorî berjewendiyên dewletê eger pêwîstî pê hebe divê veşêrin, ranegihînin, eger li derveyî vê yekê tevbigerin wê tazmînatê bidin. Ji ber ku kî di şer de bimire, maeşekî zêde didin malbata wî. Ji ber gefa birîna wî maeşî kes li ser neaxive. Malbatên leşkeran jî naaxivin; yek du heb diaxivin. Mînak, cenazeyên wan di destê hevalan de ne, lê belê qalê nakin. Heval navên wan radigihînin, lê dîsa jî qalê nakin. Ji bo leşkerê li ber hevalan mir dibêjin ‘me rakir nexweşxaneyê û li wir mir’. Halbûkî cenazeyê wî li çiyê ye. Yanî her tiştî bi derewan dimeşîne.”