DENÎZLÎ – Hate ragihandin ku malbateke Kurd a li Taxa Încîlîpinar a navçeya Pamûkkale ya Denîzliyê dijî rastî êrîşê hatiye. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, serê sibê saet di 07.30’an de kesê bi navê Hasan Akin hat pêşiya mala malbateke Kurd û êrîş kir. Êrîşkar Akin bi dasa di destê xwe de hat û bi gotina; “Kurd li vê taxê çi dikin, ez ê te bikujim” dijûn û heqaret li ferdên malbatê kir û camên malê şikandin.
Akın gazî 2 hevalên xwe kir û xwest bi dasê derî bişkîne û bikeve hundir.
POLÎSAN ÊRÎŞÎ MALBATÊ KIR
Endamên malbatê bertek nîşanî 3 êrîşkarên nîjadperest dan. Polîsên Tirk bi gaza îsotê êrîşî endamên malbatê kirin û li 2 jinan xistin. 3 êrîşkar û 3 kes ji malbatê destgîr kirin. Endamên malbatê ku birin emniyetê li odeya çavdêriyê ragirtin û êrîşkar jî li baxçeyê emniyetê hatin ragirtin.
POLÎS: KURDBÛNÊ NEXE NAV MESELEYÊ
Malbatên ku piştre îfadeyên wan hatin girtin, diyar kirin ku rastî êrîşên nîjadperest hatine û ev yek jî di dîmenan de heye, polîsan jî gotin, “Kurdbûnê nexin nav meseleyê, çi eleqeya wê heye.” Polîsan îfadeyên êrîşa nîjadperest a endamên malbatê tomar nekir.
Piştî îfadeyan malbata Kurd ku rastî êrîşê hatibûn û êrîşkar hatin berdan.
Balkêş bû ku dema êrîşkar bi dasê dijûn û heqaretan dikir, kesên ku derbas dibûn mudaxele nekirin.