NAVENDA NÛÇEYAN –
Îro ti wan çiyayê mor cardin vebibêje… di çemên berbi Avaşînê di herikin cardin behsa meşa me bike. Di nav şikêrên tûj û zor bi nepenî de bi matmayînek hembêzkirina bi coş berxtewariya me bibêje. Ma em ketibûn nav zeviyekê, an wê rojê çiyayan fîstanekî bi kulîlka li xwe kiribûn? Di pêşveçûna her gavekê de reng vedugherîn sor.
Zêdetir neçe, bisekine! Roj daketiye erdê.
Lê binêrin, hemû kulîlkên zer û zer.
Bise neçe! Ti zerî, tê tijî wenda bibî!!!
Rêhevala minî Dewrîm ku me bi hevdûre biryara çiya, evîndariya gel, beza berbi azadiyê dabû, vegotin bi rastî jî gelek û gelek zore. Lê di vê salvegera şehadeta te de, dil dixwaze ku ez ji hemû hevalan re behs bikim. Ji dilê min parvekirina te tê.
Wê hem pir hes kir, hem jî gelek hat heskirin. Demkê weke ku tenê maye difikirîm. Lê ya tenê mabû ne ewbû em bûn. Em heskirina wê, ya wan parvedikin û zivistana derbas dikin. Ji ber vê yekê bi qasî ku zimanê min geriya min xwest behsa wê însana xweşik bikim û aliyê wê nepenî eşkere bikim her çiqas gelek zorjî be.
Li Îngîlîstanê di xebatê komelê de me û hevala Rûken hev naskir. Me ji wir destpêkir û em herikîn berbi çiya ve. Di komelê de mezelê çand hebû, yê ciwana bû. Bi giranî xebatê folklor dimeşandin ew jî tevlî vê xebatê dibû. Demek dirêj firsenda mey axaftinê çênebû. Me zêde hev nasnedikir. Hema dihat tev karê xwe dibû û diçû. Di heman demê de li dezgehekê dixebitî. Malbat didebirand. Ji bo keçekî ciwan rakirina jiyanek wisa gelek zorbû. Ma ev jiyan çiqas zalim bû?
Hevala Rûken ji Meletiyê bû. Bavê xwe di pêvajoya leşkerî 12 êlûnê de wenda kiribû. Bi malbatî demekê li metropolê Tirkiyê dimînin, piştre derbasî Îngîlîstan’ê dibin wek penaber bicih dibin. Dayika wê Tirk e. Çar xwuşk û birane. Hevala Dewrim mezina wane. Xwuşk û birayê xwe dida xwendin. Ji ber dayika heval Dewrim bi nexweşiya şekire nikare bixebite. Hem zarok biçûkin, hem penaberî hem jî ne niştecihê îngîlîstanê ne. Di serî de mirovê wan li wan xwedî derneketibûn. Ji ber vê dayika heval Dewrim ditirsiya ku Dewrim tevlî Tevgera Azadiyê bibe. Rojekê piştî dersa folklor êvarî em neçûn mal. Em li mala hevalik xwe man. Neçûbû mal, lê belê gelek bifikar bû. Dayika wê êvarê bi ser mala ku em lê bûn girt. Ew ji cem me girt û bir. Çû lê belê piştre bi dayika xwe re ne axifî. Diçû û dihat komelê, lê belê gelek bêkêf bû. Dayika wê nedixwest were komelê. Em bi navê ciwana rabûn çûn bi dayika wê re axifîn. Sedemê wê rewşê da diyar kirin. Di gelek aliya de bi maf bû. Ji ber dayik bû. Lê lêgerê Dewrîm ew zêde dikir, an jî Dewrim lêgerê xwe dida zêdekirin. Dayik dil bi êş bû, bi jan bû, di xwest hemû zarokê xwe wek çûka dibin baskê xwe de top bike.
Dewletê bizanebûn ew li semtekî dûrî Kurda cihekî dewlemend bi cihkiribûn. Rûken bi dayika xwe re ne diaxifî û ev jî gelek zora dayika wê diçû. Berê zilamê xwe wenda kiribû, niha jî qîza xwe wenda dikir. Ma ji ber çi Rûken ew fêhm nedikir? Rûken jî gelê xwey wenda kiribû didît, ma dayika wê çima ev fêhm nedikir? Dilê wê ji dayika wê dima, lê ew di darizand. Ji ber dayika xwe nas dikir, ew fêhm dikir. Dizanibû ku demek borî ya dayika wê jî hebû. Wê dizanibû yê çi bê serê me. Hevalê xwe di têkoşînê de wenda kiribû. Li ser van hemûya difikirî û dijî me derdiket. Yek jî nedixwest qîza xwe wenda bike. Ew dayik bû ma kî dikaribû ew ji bo vê helwesta wê bidarizîne? Jinek zane bû. Rûken jî ciwan bû, li pey xeyalê xwe dibeziya. Ew ê di pey xeyalê xwe de biçûna. Dayika wê ev dizanî. Ditirsiya. Rûken tenê bi wan ve girêdayî ne dixwest bijî. Ev ne dipejirand. Wê rihekî azad hildigirt. Gelek keçkên ciwan xeyala çêdikin, gelek pevxistina (kurgu)çêdikin lê belê pêk nayên. Rûken di xeyalkirin, xeyalê xwe bijiyan kirinê de xwedî hêza têkoşînê mezin bû.
Rûken hertim an di pey êşên malbatekê de, an di pey êşên dayikekê de an jî di pey êşên gelekî de beziya. Di her cihê ku diçûyê baldar bû, ji xwe ev xwesteka wê bû. Bi taybet meyla wê ya xebata jin û ya ciwana hebû. Di nav têkoşînê de herî zêde ciwan li derdora xwe top dikir. Rûken xwedî taybetmendiyek wisa bû ku qet ji rastiya xwe dûr nediket, bi pûte (ozentîlî) nebû. Xwezayî bû. Bê maske bû. Kenê di rûyê wê de hem hindirê wê hem derveyî wê bû. Ew hertim ronahî bû. Wek kenê wê. Diçû kîjan nêvengê wek xwe tevlî dibû. Ji xwe bawer bû.
Em diçûn perwerdê 15 roja. Ew nikaribû bihatana. Tevlîbûna wê, sekna wê gelek radîkal bû. Rewşa malbata xwe jî didît. Lê dizanibû ku her li wir bimîne yê di dawiyê de xwe tine bike. Em li heman qadê bûn. Me biryara tevlîbûnê da. Sala 1993 bû. Me bi hevdûre perwerda sê meha dît. Em rojekê bi wesayîtê diçûn mal. Heval dewrîm gelek nebikêf bû. Min sedema wê pirsî. Got ; em ê ji Îngîlîstanê bên avêtin lê cihê em herinê nîne”. Min jî ew vexwendin mala me. Malbata min gelek bi fêhmkerî ev helwesta min pêşwazî kirin. Di malde em gelek fêrî hevdû bûn, bi rastî jî gelek ji hev heskirin, sineta birayê heval Dewrim de bavê min bû kirîbê wan. Ez û heval dewrim jî bûn kirîbê hev.
Piştî demekê em bi awayekî profesyonel tevlî xebatê bûn. Em hemû ciwan bûn. Di nav girûba me ya keçkên ciwan de hemû keçên mal yê mezin bûn. Em hemû dixebitîn. Rûken jî li dezgehekê di xebitî. Di dawiya heftêde jî em diçûn dersa folklorê. Me biryar dabû ku em sê meha gelek bi xebitin, ji malbatê re gelek pêdiviyan bibin. Ji bo vê em gelek xebitîn. Di sala 1993 de gireva birçîbûnê mezin hebû. Em tevlî wê girevê bûn, di nav gel hemûyan de me biryara tevlîbûna xwe ji vê çalekiyê re rave kir. Di dema tevlîbûnê de her yek jime xwedî xeyalê gelek cûda bûn. Heval Rûken zêde xeyalê xwe parvenedikir. Ya rastî rastûrast jiyan dikir. Çi difikirî û xeyal dikir pêk tanî. Gelek zelal bû. Di fikir û hestên xwe de zelal bû. Min wê demê hindek çûyîn-hatin, hindek bêbiryarî jiyan dikir. Wê jiyan nedikir. Dayika wê ji dayika min re gotibû “ qîza te, qîza min jî bi xwere bir”. Lê ya rastî ne wisa bû, bi van gotina xapiya bû. Ji ber Rûken ez biribûm. Qîza wê bi biryara xwe ez anîm çiyayan.
Piştî tevlîbûnê demekê li Elmanya ma, piştre derbasî qada Rêber Apo bû. Gelek çalak bû. Di rûyê wê de hertim beşîş (tebessûm) hebû. Di hindir xwe de çi jiyan bikra bila jiyan bikra ti carî kenê xwe û heskirina însana îhmal nedikir. Jibîr ne dikir. Hem hes dikir hem dihat hes kirin. Ev bi serxist, balkêş bû, xwînşêrîn bû.
Ne sekine dilê min bi axif.
Nêrînên te di valatiya de
Bese ti bûyî noqav,
Bêdeng nebe bi qîre!
Li çiyayî ma hîn çi?
Destpêkên ku min binav nekirin,
Bila berî zayinê poşman nebin,
Salên di dilê te de hepiskirî
Ma êdî ne besî te ne?
Di sala 1995 de berî derbasî welat bibim çûm serdana dayika wê. Gelek tengav dibû. Rojekê li cem dayika wê mam. Got “qîza min, çûm komelê ji min re gotin qîzek te çû, lê bi hezaran qîzê te hatine. Ma qîza min kanî li kune ev keçik? Yekê rojekê li deriyê me neda!”. Ev rexneyek gelek mezin bû.
Heval Rûken hertim digot “ her yek ji me yê li welatekî be, em zêde hevdû nabînin”. Bi rastî jî wisa bû. Em li qadên dûrî hev bûn. Me zêde hevdû nedidît. Di sala 1995 de derbasî welat bûm. Ew jî derbasî qada Rêber Apo bû. Hevdîtina me di sala 1997 de Çarçella de çêbû. Di wê salê de li Çarçella operasyonek mezin derketibû. Em gelek westiya bûn, ew hêza biryargehê hatibûn herêmê. Wê demê berçavkê min nebûn, min zelal nedidît, min bawer nekir. Beziya û hat, me hev hembêz kir. Ew bû. Rûkena me bû. Wê demê hindek tengav dibûm. Parsûyek min şikestibû. Jibo vê derbasî cihekî bûm em 15 roja bi hevdûre man. Me bi hevdûre nan pêjand. Gelek moral dabû min. Jibo neşikandina xeyalê min gelek tişt ji min re digot. Me bi hevdûre xeyal kiribû kû em ê li çiyayên azad gêrîlayên azad bin, bi qîrin. Lê belê her tim rewşa wek ku em dixwazin pêşnakeve. Bala min dikişand wêneyên mal her tim li cem xwe radikir. Heskiriyên xwe hertim bi xwe re digerand, di dilê xwe de mezin dikirin. Ji wan û heskirina wan bi hêsanî qut nebû. Di zanebûna rakirina heskirina xwe de bû. Di heskirina xwe de, hatina heskirina xwe…weke rakirina xeyalê xwe. Ji ber ji min re digot “lazime xeyalê te neşkên”. Li gor wê ya girîng neşikandina dilê xeyal kû heskirina ku radike bû.
Di sala 1997 de derbasî Çarçella bû. Gelek kêjxweş bibû. Ger baskê wê hebûya yê bifiriyana. Bi BKC ya xwe derket çarçella. Ev ne tiştekî hêsan bû. Ev hêzek mezin bû ji bo hevalek jin. Çarçella qadek zorbû. Dewlemendiyek me ya madî zêde em parvebikin jî nebû. Min kefiya xwe dayê. Çarçella sarbû. Min hertim agahiyên wêy xweş girtin. Bi layikbûna ku ji qada Rêber Apo hatibû tevlîbûna xwe çêdikir. Qada Rêber Apo wek qada jiyanê bi dest girt, cihê zanistiyê, mezinbûnê, bi hêzbûnê moral girtinê bi dest digirt. Ji wir hêzek mezin girtibû. Dibin pirsgirêka de xwe ne difetisand. Pisgtirêk zû binav dikirin. Neçar ne dima. Her tim rêya derketinê didît. Di welatde di wata fîzîkî de ti carî zehmetî nedît. ji ber bi xwestek û bi moral jiyan dikir. Ger însanek bi moral û bi xwestek bi keve bin karekî di bin wî karîde na weste, naşkê, nerihet nabe. Kenê di rûyê Rûken de ti carî ne westiya, ne çilmisî. Dewrîm piştî tevlî tekoşînê bû gelek vebû. Hîn baştir û xweşiktir keniya. Dewrim bû Rûken.
Min şevîdin xewnek xerab dît.
Cesedekî di ava herikî de
Bi tirs ez pêre diçûm
Min tenê ne hêle
Gelek cesed hebûn di ava diherike de
Lê ew cuda bû
Ew tine bû.
Di lêpirsîna dema xwe ya borî de
Te ji bîr nakim.
Ez hatime vegerim ava AVAŞÎNÊ
Hatime dîtina te di wê avê de
Me morala bîranîna şehîd Berwar û şehîd Rojbîn çêdikir. Ez jî di girûba folklorê de bûm. Ji ber ez gelek westiya bûm çûm mangê hindekî veketim (uzanmak). Hevalek hat û dît kû razayîme ji hevala din re got “ bila heval Kînda nebihîse, heval Rûken şehîd ketiye”. Weke ji kendalekî bêbinî ketim. Lê mecbûrbûm herim moralê jî. Ji bo bîranîna şehîdan bû. Bi carkê re heval Rûken dema ku di folklorê de bû hat ber çavê min. Me li wir hev naskiribû. Di xebatekî folklorê de jî min dibihîst ku şehîd ketiye. Destpêk bi dîlan û tililiyan dibin, lê ma qutbûn jî bi dîlan û tililiyan dibin?
Demekê min ew li ber çavên xwe dît. Bi wî kenê xwey bê dawî, bi bimre dîlan dikişand.
Kanî ewên ku Avaşîn ji te girtibûn
Çavên şînî, Rûken
Rûyê dostanî Rûken
Ma ne ronahiye piştî şoreşê?
Rêhevala min Dewrim.
Rûken min bêriya te kiriye kirîva min.
Te min hişt
Ji dayika te re gotinên mezin hene
Wek navê te, wek biryara te, wek çavên te kur.
Rûken birayê te mezin bû
Navbeynkarê kiriviya me
Lê ti ji Avaşîn mezintir bûyî.
Ti li benda min nemayî
Wek xezala avî
Xwe berdayî nava Avaşîna
Di şînahiya de min dihêlî
Di beza pey te de
Bi coşa şinahiya Te û Avaşîn bûm yek.
Bi serxweşiya di pey te de têm
Nebeze wisa.
Avaşîn hesidî
Ji herikandina coşa te.
Şînahiya çavên te ji wê şîntir
Ez têm Rûken berbi Avaşîn de
Her hesûdjî be
Ez ê te bibim Oramar
Ji Çarçela derkevin Oramarê
Li ser baskê bazên wê mêrga keskde
Min gelek bêriya te kiriye kirîva min.
Kenê te nîsanok bû
Nêrîna te behr
Porê te tîrêjên rojê bû
Tena te genimî
Di erd û asîman de
Bi nepeniya te
Dikenin hemû demsal