NAVENDA NÛÇEYAN – Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistan (KJAR) di derbarê polîtîkayên çewisandina berxwedana jinan de daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniya KJAR’ê de ev tişt hat gotin:
“Rejîma destpotîk, teokratîk a Îranê hemû qadên jiyanê ji bo jinan dike zindan. Her roj, her saat bi rengekî hovane êrîşî jinan dike. Gelo çima ewqas êrîş ser jinan zêde bûne? Rejîma Îran ji ber tirsa hilweşandina desthilatdariya xwe bi şêwazê hovane êrîşê jinan, êrîşê hêza pêşeng ya civakê dike. Ev 43 sal in rejîma ku li ser bîrdoziya olperestî û zayendperestî hatiye damezrandin mafê jinan bin pê dike û êrîşê hebûna jinan dike. Mirov dikare bêje, bi zihniyeta mêrsalar de ya li dijî jinê, êrîşên sîstematîk li dijî civakê giştî dide meşandin; Rejîm bi hemû siyaseta xwe ya ji exlaq dûr, xwest dengê jinên azadîxwaz bibire û nifşekî kole bi zihniyeta xwe ya tarîkperest perwerde bike û têxe xizmeta desthilatdariya xwe ya destpot. Lê weke ku plan kirin serkeftî nebûn, jin teslîmê vê sîstema faşîst nebûn, çiqas berdêl dan jî dengê jinan di qadên têkoşînê de bilind bû.
Di nava 43 salan da jinan bi têkoşîna xwe hewl dan ku mafên xwe yên xwezayî ku rejim ji wan girtiye bistînin, lê rejîm bi êşkence polîtîkayên çewsandinê û bi girtinan bersiv da. Ligel polîtîkayên tinekirinê jinan qad vala nehiştin, têkoşîna wan her tim bû kelemê çavê nûnerên rejîmê. Di salên dawî de têkoşîna jinan di hemû qadan de radîkaltir bû, pêşenga hemû serhildan û nerazîbûnan jinan kir. Jinan bi berxwedana xwe cesaret da hemû beşên civakê.
‘ARMANCA ÊRÎŞAN, ÇEWSANDINA BERXWEDANA JINAN E’
Êdî jin bîrdozî û pergala vêlayetê Feqî ji bingehê da qebûl nakin. Ji ber ku bîrdoziya rejîma Îranê di bingehê de dijberê hebûna jinan e. Desthilatdarî di bin navê ol de hişmendiya yekperest û zordest rewa dike. Di têkoşîna 43 salan de nifşê ku herî zêde berdêl daye jin bûn. Ji ber vê yekê êdî jin vê pergalê red dikin, li qadan, li zindanan, li nav malan dijî hişmendiya zayendperest şer dikin. Rejîm vê baş dizane û hêza jin jî baş nas dike. Dizane civak bi zanist û zindîbûna jinan zindî dibe. Bi kolekirina jinan jî civak ji cewher û exlaqê xwe dûr dikeve. Meleyên ku damezrînerên vê hişmendiya tarîperest in, hemû planên wan ew e ku çawa dijberiya jinan bikin, her hefte di nimêjên Înê de futwa dijî jin didin û destûr didin hemû nûnerên xwe ku di hemû qadan de êrîşê jinan bikin. Planên van êrîşan hemû ew e ku jinan ji qadên berxwedanê dûr bixin, jinan bitirsînin, jinan di nava malan de hepis bikin.
‘TIRSA HERÎ MEZIN A REJÎMÊ HÊZA GEL E’
Divê were zanîn jin êdî bi rengekî radîkal li qadan daxwaza mafên xwe dikin. Ji ber ku jin dizanin ku tenê li qadan dikarin mafên xwe bi dest bixin. Êdî jin gihiştine wê zanistê ku kes maf nade, pêwîst e were standin. Ev yek jî li qadan bi têkoşînek xurt misoger dibe. Ji ber wê desthilatdar ketiye panîkê û bi plan dijî hebûna jinan xebat dide meşandin. Rewakirin û teşwîqkirina zewaca di temenê biçûk de, di nava civakê de bi sazî dike.
Rejîm ku bi xwe di nav qeyraneke kûr de dikele, bi her şêwazî hewil dide potansyala hundirîn bê deng bike, bêbandor bike. Tirsa herî mezin a rejîmê hêza gel e. Rejîm baş dizane ku dema gel bi îrade bibe, dikare di rojekê de desthilatiya heyî hilweşîne; Di dîrokê de ev bi dehan car hatiye îspat kirin.
‘BÊHELWESTÎ MIRIN E’
Hêza herî mezin hêza gelan e. Ji bo wê bi her şêwazî hewil dide civakê mijûl bike û rewşa heyî ji bo civakê normal bike. Bi siyaseta çewsandina gelan û jinan dixwaze temenê xwe dirêj bike. Çiqas lewaz dibe ewqas êrîş dike, weke hirçê birîndar, ku hov dibe û bi êrîşan dixwaze xwe ji dorpêça heyî rizgar bike. Rejîma ku bi sîstematîk ser hêza jin kar dike, îro bi hezaran jin di xizmeta siyaseta xwe de bi kar tîne. Bi zihniyeta zilamê serdest wan perwerde dike û dijî hebûna wan bi kar tîne. Di şexsê jinan de civak ji exlaq û cewhera wê dûr dike. Dagirkirina ruh û mêjî ev e, ji cewher û exlaqê civakê dûrketin ev e. Civak jî pêwîst e nebe temaşevan. Bêhelwestî mirin e, pêwîst e her kesekî di civakê de xwedî helwest be û xwedî li nirx û exlaqê xwe derkeve. Dema civak di cih û waxtê xwe de xwedî helwest be, wê sîxurên rejîmê jî wisa cesaret nekin, êrîşê hebûna jinan bikin.
‘RÊXISTINEK HEVBEŞ DIKARE SERKEFTINA JINAN MISOGER BIKE’
Hemû rayedarên dewletê ketine panîkê, eger çeperên serîgirtina jinan (hîcab) ji destê wan biçe, wê êdî nekaribin pêşiya jinan bigirin. Bi taybet jin di nav zîndanan de darbeya herî mezin li hişmendiya dagirkeran didin. Ew baş dizanin ku têkoşîna jinan bingeha esasî yê rejîmê dihejîne. Êdî ew nikarin pêşiya şoreşa jinan bigirin. Ji ber vê yekê ji her demê zêdetir pêdivî bi xurtkirina berxwedanê û bûyîna yekdengî heye. Jin bi zîhnîyetek êrîşkar, tecawizkâr re rû bi rû ne. Ji ber vê li hemû qadên jiyanê pêwîstî bi parastinê heye. Rêxistinbûn, perwerde, yekgirtin û têkoşîna jinan divê esas bê girtin. Rêxistinek hevbeş dikare serkeftina jinan misoger bike. W jinên Kurd em pêşengtiya vê pergala paradigmaya azad dikin. Li ber rêxistinkirin û parastina tevahî jinan em xwe berpirsyar dibînin. Ji ber wê em ê ji her demê bihêztir li Rojhilatê Kurdistan û Îranê têkoşîna xwe berfirehtir bikin.”