RIHA – Ferît Şenyaşar diyar kir ku têkoşîna wan a ji bo edaletê ji aliyê tevahiya dinyayê ve hat bihîstin û wiha got: “Bi vê têkoşîna me êdî hemû kesan rastî û heqîqet dîtin. Daxuyaniyên Waliyê Rihayê ya têkildarî doza me hê jî li ser malpera walîtiyê tê dîtin. Gelek parlamenterên AKP’ê bi me re hevdîtin kirin û anîn ziman ku em di doza xwe de mafdar in. Tevî ku hemû rastî tên zanîn jî hê jî edalet bi cih nehatiye. Ji ber vê yekê jî têkoşîna me ya edaletê berdewam dike.”
Ferît Şenyaşar bal kişand ser temenê dayika xwe û got: “Li ber edliyeyê emrê wê qediya. Ev şerma rayedarên hemû Tirkiye û dewletê ye. Bila demildest edalet pêk were. Bila birayê min Fadil Şenyaşar bê berdan.”
Malbatê li ser hesabê xwe yê Twitterê jî vê peyamê belav kir: “Em li cihê rast disekinin. 500 roj in em ji bo heqê xwe têdikoşin. Heta ku edalet bi cih were wê nobeda me berdewam bike. #JiBoMalbataŞenyaşarEdalet ji bo her kesî edalet.”