REQA – Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên bajarê Reqayê, li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Çiyayên Kurdistanê û êrîşên hewayî ya li dijî sivîlan, di bin dirûşmeya “Bi rihê berxwedana gerîla, emê tola komkujiya Zaxoyê hilînin” meşek li darxistin.
Meşa bi beşdariya sedan ciwan û jinên ciwan ku ji bajarê Reqayê û gundewarên wê beşdar bibûn, ji parka Hevrîn Xelef destpêkir û ber bi xaçirêka Saetê dewam kir. Li ber xaçirêka Saetê ciwanan daxuyanî dan. Daxuyanî li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger ji aliyê Mazlûm Reqa ve hate dayîn.
Ciwanan di daxuyaniya xwe de destpêkê êrîşên dewleta Tirk yên li dijî mirovahiyê şermezar kirin û bal kişandin ser komkujiya ku duh li Zaxoyê ji aliyê dewleta Tirk ve pêkhatî û wiha domandin; “Em komkujiya ku ji aliyê dewleta Tirk ve li Zaxoyê hatî kirin şermezar dikin. Bomberdomanên ku dewleta Tirk dike, ne tenê li dijî qadên leşkerî ye, di encama bomberdomanên ku dike de gel û tevahî sivîl ziyanan dibînin, wan qetil dike. Dewleta Tirk bi van komkujiya dixwaze dewleta Osmanî nû bike. Komkujiya ku duh li Zaxoyê pêk aniye, beriya wê li bajarê Kobanê û gelek bajarên din jî pêk aniye. Ev yek hovîtî û faşîzma vê dewletê nîşan dide.”
Heman demê de ciwanan domandin û gotin; “Em weke Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan, li dijî van êrîşan, tevlîbûna xwe ya nava seferberiya ku ji aliyê QSD’ê ve hatî ragihandin dibin. Emê jî li kêleka hêza xwe ya leşkerî li berxwe bidin.”
Ciwanan di dawiya daxuyaniya xwe de bang li tevahî ciwanên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê kirin ku li dijî êrîşên dagirkeriyê bê deng nemînin û bi rihê gerîla bersiv bidin û gotin; “Em bang li tevahî ciwanên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê dikin ku, berpirsyartiyên xwe yên welatparêziyê pêkbînin û teslîmî siyaseta qirkirinê ya dewleta Tirk nebin. Werin em bi rihê berxwedana gerîla, tola komkujiya Zaxoyê hilînin.”
Di dawiyê de ciwanan bi siloganên weke “Bijî Serok Apo, Bijî Berxwedana Gerîla, Bimire Dewleta Qirker, Bijî Berxwedana Gelan” çalakiya xwe bi dawî kirin.