HESEKÊ – Li çiyayên azad, li axên pîroz ên ku di dîrokê de hertim gelê Kurd pişta xwe daye, Gerîlayên Azadiya Kurdistanê di nav berxwedaneke mezin de ne. Li dijî dagirkerî, faşîzmê şerê hebûnê dimeşînin. Bi vê berxwedana xwe parastina gelekî, parastina rûmeta gelekî pêk tînin. Gelê Kurd û ciwanên Kurd jî ji bo ku berxwedana gerîla bi tenê nemîne, xwe rojane perwerde dikin û li dijî êrîşên dagirkeriyê berxwedanekî bê hempa raber dikin. Gelê Kurd û ciwanên wê ve, bi baweriya ku wê Şerê Gelê Şoreşgerî ji wan re serkeftinê bîne, xwe bi rêxistin dikin.
Li ser vê bingehê, îro li bajarê Hesekê li Kampa Waşokanî (Serê Kaniyê), li ser esasê bi rêxistinkirina gel ya di stratêjiya Şerê Gelê Şoreşgerî de, ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve semînerek hate li darxistin.
Ciwanan di semînera xwe de diyar kirin ku têkoîna herî rast û bersiva herî xurt ya li dijî dagirkeriyê xwe rêxistin kirina gel ya di stratêjiya Şerê Gelê Şoreşgerî ye.
Piştî ku ciwanan semînera xwe bi dawî kirin, ji beşdarvanên semînerê re dersa bikaranîna qilêşê dan.