NAVENDA NÛÇEYAN –
Ji dahûrandinên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan…..
Vaye tam jî di vê xalê de ya bikeve meriyetê çiye? Partî demek dirêj bi ser vê de çû û hewl da vê bi propagandeyê re bilêv bike. Niha me ew çêbûnên kevnare yên sedî salan danîne aliyekê. Hewce bike emê gel ji yekbûnê saz bikin û weke hêza pêşeng hinek ji van hilweşînin. Emê li şûna wan jî yekser ji gundan destpê bikin, heta asta herî jor a civakê nûnertiya guncav a vîna milet saz bikin. Em ji nûnertiyên gundan bigirin heta meclîsên bajaran ji bo hemûyan nûnertiyên nû hewce dike û nûnerên nû jî pêşî dê di zanebûna vê rastiya dîrokî ya em behsê dikin de bin. Weke min gotî, di nav partiya me de axayên ku, axayên bere li pey xwe dihêlin derdikevin. Divê em kesayetên di rih, fikir û vîna xwe de nûnertiya kevneşopiya koletiya sedî salan derbas bike, li ser vî bingehî rastiya netewî û berjewendiya netewî dibîne û bibiryare bibe hêz, mirina wî jî hebe, bikare bêje; ‘bi van berjewendiyên milet ve girêdayî me’ weke nûner bixin meriyetê. Ma pêwîstî bi nûnertiya gund heye? Dê kesên herî zêde bi rastiyan ve girêdayî bên hilbijartin. Dê gundî bicivin, meclîsa gund bicive û bêje; “Ev kes wêrekê gundê me ye, herî fedekare, zanyare, her çendî asta wî ya netewî û civakî nebe jî di radeyek girîng de dikare nûnertiyê bike, baş daxive, baş nîqaş dike û dê bikare biryaran jî baş pêk bîne. Nexwe em vî nûnerê xwe dihilbijêrin. Vaye ev dikare heta mehelleyekê, meclîsa taxekê biçe. Li gel nûnerên gundan, di asta wilayet û parêzgehan de jî dikarin meclîsekê hilbijêrin. Dê ew jî di navbera xwe de yên herî baş weke meclîsa parêzgehê, meclîsa herêmê ava bikin. Li vir a girîng derbaskirina van nûnertî, vîn an jî pêkhînerên vîna dijmin ên bizavên reîstiya li ser bingeha kevin, sexte û îxanetê ne, ew bi erdê re kirina yeke. Ji kûranî yên bibin ziman, soz û biryara çalekiya milet derxistina pêş girînge. Nexwe, di vê qonaxê de karê ku divê milet ji jêr ve destpê bike eve. Êdî wê miletê me beriya nan û avê destpêka karan de vê esas bigire. Em ji mûminê berbanga sibehê radibe nimêja xwe bigirin, heta gundî, karkerên ku di mercên zehmet de diçin hilberînê, xwendevanê diçe dibistana xwe, jina her karê malê dike, ango dê her kes bêje; “Her wiha karê me ya netewî heye.” Wê êdî karên netewî derbikevin pêş. Fikra netewî çiye, berjewendiya netewî çiye, rewşa netewî çiye? Nûnerên me yên netewî hene yan na? Hebin dê ev kî bin? Ev çi dikin? Li berjewendiyên me yên pîroz çawa dinêrin? Gelo nûnertiya me dikin? Vaye jiyana piştî vê li ser xeta van pirsan destpê bike, wê demê em dikarin behsa şiyarbûna miletekî û bûna xwedî vîna xwe bikin. Partî û gêrîla jî ji bo vê hene. Gêrîla ne tenê ji bo xwepêşandan hêz û egîdiyê ye. Gêrîla ne tenê ji bo kuştinê ye. Gêrîla ji bo beşa yekemîn a rastiya min ji milet re vegotî bibîr bixe û peyama; “Ji vî dijminê hat netirse, xwe ji teror û lêdana artêşa wî ya sedî salan nede paş” bide heye. Gêrîla di vê mijarê de bi çalekiya xwe ve, nîşan daye: Ne çarenûseke pergal me bêdeng bike. Wexta te hinekê zimanê xwe da axaftin, ev hêza te bêdeng dike, ne hêzek wisa ye ku mirov nekare beramber raweste. Gêrîla dibêje ku, em dikarin li hember vî dijminî rawestin. Em jî dikarin bi rêbaz û zimanê ew jê fêm dike, hinek tiştan bidin fêmkirin. Vaye gêrîla ev bû, di vê mijarê de hinek kar kirin û baweriyek mezin da milet. Milet jî lê nêrî û dît. Êdî dibêje; “Dijmin ne hêzek wisa ye bikare min bêdeng bike.” Miletê ku artêşa faşîst dikariya bitirsîne, heta darbe li ser darbeyan lê bide, êdî gihaye qonaxa ku bêje; “Em jî bikarin bin bixin.” Nexwe gêrîla li hember hêza ku li ser serê vî miletî wî bêdeng dike, nahêle navê xwe bilêv bike û di hemû şaneyan de tirs û xofê çêdike û dibêje; “Ev parçeyek jiyana te ya devjê nayê berdane”, tevgerek ku dibêje; “Nebêje tu nikarî vê bikî” ye. Tevgera ew ji bûna belayê derxistine. Dîsa nûnertiya vîna milet dike, li hember zora dijmin zorê ferz dike û tevgera bidawîkirina vê bûyera destdirêjiya mezine. Ev rola gêrîla raste. Ev rola dîrokî
ya sereke lîstiye, wê hîn zêdetir jî bilîze. Hêzên şerê çekdarî yên milet, hêzên vîna miletin. Hêzên şerê milet, em ji gotinên kiteyên yekemîn û peyvên yekemîn ên milet bigirin, heta bûna hêza vîna mezin, hêzên parastina rewşa û parazvaniyê ne. Lewra li jorî milet, ne hêzek tevî hebûna milete. Ji jor heta jêr an jî ji destpêkê heta dawî ji bo milet heye, ji bo hêza milet derbikeve holê, parastina milet û pêşketina hêza siyasî ya milet heye.
Li ser vî bingehî em hemû kêmasî û şaşiyên gêrîla girêdayî vê dinirxînin û dibêjin pêwîste teqez bên derbaskirin. Teqez divê gêrîla jorî milet û tevî hebûna milet weke otorîte dîtin, weke hêza xwe bêwate ferz dike neyê hizirîn. Kesê aresteyî vê bibe misoger dervî rêgeza ye, berovajî berjewendiyên milet dikeve û cihê vê jî kêleka dijmine. Em jî li gorî wê pergala şerê xwe yê çekdarî saz dikin. Em girêdana bi milet ve û temamî di xizmeta wê de bûyînê serwer dikin. Her çendî sînordar jî be peywira ku hatî pêkanîn eve û di heman demê de hîn zêdetir pêşxistinê re peywira ku pêwîste bê pêkanîn jî dîsa dê ev be.