NATO bi wî şerî ve xwe komî serhev kir û bû wek arteşa cîhanî ya DYE. Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê, him li Rojhilata Navîn, Asya, Afrîka û him jî li Emerîka Latîn xitimîye. Dike nake nikare weke dixwaze bi lez bibe navenda hegemonya cîhanê. Li alîyê bazirganiyê ve jî niha wek gelek dewletên cîhanê giradayî Çînê ye. Heger Çîn berhemdariyê/produksiyona sanayî rawestîne, cîhan jî wê raweste. Edî her tiştê cîhanê ‘Made in China’ ye. Bi şerê Ûkrayna hişyarî da Çînê jî û dibêje: Hedî hedî ez berbi te ve têm.
Bazirganî di bin kontrola netew-dewletan e
Bi şerê Rûsya-NATO ya ku li ser Ûkraynayê rû da, esas mesele terbiyekirina Rûsya yê bû. Rûsya jî wek Emerîka dewleteke kapîtalîzmê diparezê. Lê modela xwe êdî kevin e. Hezên sermayedar dibejin piranî netew-dewletên ku di sedsala 20’an de avabûne kevin bûne û pêşiya serbest pîyasa ya neolîberal bûne asteng. Ji bo ku şîrketên mezin/global bikaribin bê sînor tevbigerin, pewîstî bi guhertina wan heye. Şerê li dijî Rûsyayê jî esas şerê modelên kapîtalîstên kevin û nû ye. Modela netew-dewleta Rûsya olîgarşîk e. Ango sîyaset û bazirganiya wê di bin kontrola kêm kesên ku dewletê birevedibin de ye. Yasayên Rûsya û Çîn jî destûr nadin şîrketên global rehet û bê sînor tevbigerin. Lewma bi pêşengtiya NATOyê ve hêzên sermayedar niha Rûsya bi şer terbîye dikin da ku bikeve nava modela neolîberal ya sermayedariyê. Bi wî şerî ve heman tişt anîn serê Lîbya, Irak û Sûriyê jî. Ew dewlet di alîyê tîcaretê de pir xurt bûn. Petrol difrotin û dewlemend bûn. Ew dewlet li dervey kontrola saziyên sermayedariya global wek Banka Cîhanê an jî ÎMF’ê bûn. Deynê wan tunebûn. Lê, bi yasayan rê li pêşiya sermayedariya neolîberal ya biyanî girti bûn. Ji ber vê jî hatin rûxandin. Niha dîzaynkirina Rûsyayê di rojevê de ye. Hinek dewletên din jî bi reforman diguherînin. Wek dewleta Tirk. Di berhemdariyê de Çîn di rêza yekemîn de ye. Sanayiya DYE û Ewropa jî piranî li ser çekan e. Bi şerê li Ûkraynayê şirketên çekfirotinê jî derfetên zêrîn dîtin. Lewma sanayîya çekan pir xurt bûye. Ji bo ku netew-dewletên cîhan li gorî neolîberalîzmê bên dîzaynkirin pêwistî bi xurtkirina sîleh û sanayîya mîlîtarîzmê heye. Ango 197 dewletên ku fermî endamên Netewên Yekbûyînê hema hema piranî dûrê sîstema neolîberal in. Bazirganiya heyî jî di bin kontrola netew-dewletan e. Li Ewropa û DYE ji xwe sermaye di pêşiya dewleta de ne. Ango dewlet ketiye xizmeta sermayedariyê. Li Efrîka, Asya, Emerîka Latîn û Rojhilata Navîn rewş berovajiyê wê ye.
Rêyên çareseriyê ya ji hêza xwe
Neolîberal ya ku bûye sermaye, bi xwe guhertinên qanûnên ku di piştê şerê cîhanê I. û II. de hatibûn pejirandin, pêwîst dibîne. Saziyên ku erkdariya wan wekî qanûn parastine jî mina NY, YE û Konseya Ewropa, êdî fonksyonên xwe winda dikin. Êdî cîhan ketîye rewşeke bê qanûnî. Lewma wekî miletê Kurd tiştên ku em her tim pê bang dikin ji bo mafên mirovan û hwd… êdî her ku diçe bê wate dibin. Di sedsala 21. de hemû qanûnên ku jinan, kedkaran û sosyalîstan bi têkoşînan bi destxistibûn û li ser dewletan ferzkiribûn, têk diçin. Niha hiqûq êdî bûye amûrê hêzên xurt. Civakên ku dibin qurbaniyên şeran jî êdî bê parastin in. Leza rikberiya şîrketên global êdî ne însan ne jî xwezayê ber çavan digrin. Pîvan berjewendî ye. Gelek dewlet niha gol, daristan, rê û çiyayên xwe difroşin. Her wiha ji bo ku deynên xwe yên ÎMF û Banka Cîhanê bidin gelek saziyên di xizmeta civakê de ne digrin an jî prîvatîze dikin. Li gelek welatan jî êdî xwedîkirina zarokan di aliyê maddî de pir giran bûye. Her wiha şîrketên ku ceh û genimên manîpulatîv difroşin rewşa cotkariyê pir xirab kirine. Cej û genimê ku genetîk manîpule bûne pir berhem didin. Ev jî dihêle ku gelek cotkarên ku bi şêwazên kevin cotkariyê dikin, li hember wan şîrketan nikarin bikevin rikberiyê û lewma mecbûr dibin û koçî bajaran dibin. Li bajaran jî wek kolê kar dikin. Civakbûyîn êdî ne mumkûn e û însan jî ji însanetiya xwe tê derxistin. Li hemberî wan rewşên xirab jî di van salên dawiyê de tekoşîn û berxwedan jî zêdebûne. Êdî însanên mexdûrên rewşa bê-sînorbûyîna mêtîngeriya kapîtalîzmê mecbûr dibin li rêyên çareseriyê ya ji hêza xwe digerin.
Nîlufer Koç Nivîsandiye….