TEBQA – Dewleta Tirk a dagirker duh li gundê Perexê yê Zaxoyê cihekî geştiyarî kir hedef, di encamê de 9 kes hatin qetilkirin û 23 jî birîndar bûn.
Bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên bajarê Tebqayê bi sedan şêniyên bajarê Teqayê bi dirûşmaya “Bi rihê Şerê Gelê Şoreşgerî, emê faşîzma Tirkiyê têk bibin”, meşek li darxistin û êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin.
Meş ji pêşiya Çerxerêya Polîsên Leşkerî ya naverasta bajarê Tebqayê destpêkir. Di heman demê de ciwanan di meşê de piştgiriya xwe ya ji bo berxwedana gerîla jî nîşandan û bê navber siloganên “Bijî Berxwedana Gerîla” berz kirin.
Meş li ber navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger ya Şehîd Hanî El-Ilês veguherî mîtîngê. Beriya wê ciwanan daxuyanî dan. Daxuyanî ji aliyê endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Mihemed El-Elî hate xwendin. Di daxuyaniyê de êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser sivîlan û komkujiya li Zaxoyê hatin şermezarkirin. Hate gotin ku Erdogan bi hinceta şerê li dijî terorê herêmên sivîlan û kesên bê guneh dike hedef û sûcên wê di nava bêdengiya navneteweyî de tê kirin.
Di daxuyaniyê de hebûna Tirkiyê ya li Sûriyê û Iraqê hat şermezarkirin û hate gotin: “Em ciwanên şoreşger emê mil bi mil bi QSD’ê re di xendeqekê de li hemberî sûcdar Erdogan bisekinin.”