KOBANÊ – Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li dijî sûcên dewleta Tirk ya li ser mirovahiyê meşeke girseyî li darxistin.
Dewleta Tirk a dagirker duh bi balafireke bê mirov a bi çek êrîşî Kobanê kir. Di encamê de du şervanên QSD’ê şehîd bûn. Duh jî li gundê Perexê yê Zaxoyê komkujiyek pêk anîn. Ciwanan ber bi daristana Kobanê cihê ku êrîş lê hatibû kirin ve meşiyan. Li wir deqeyeke rêz hate girtin. Paşê ji rêveberên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya herêma Firatê Ehmed Derwîş axivî û got: “Duh Zaxo bû û îro herêma di navbera Hesekê û Amûdê de bû. Mijar hedefgirtina Kurdan li her deverê ye, sedem ewe ku Erdogan di hundir de têk çûye.
Em wekî ciwan û QSD’ê emê hedekî ji Erdogan û alîgirên wî re deynin. Her ciwan û şervanekê wê tola hevalên xwe yên şehîd hilîne.”
Derwîş anî ziman ku ewê bi Şerê Gel ê Şoreşgerî bersiveke xurt bidin Erdogan.
Çalakiya ciwanan bi siloganan bi dawî bû.