BEHDÎNAN – Komîteya Piştgiriya Bi Malbatên Şehîdan a PKK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku gerîlaya PKK’ê Pervîn Bozan (Amara Tolhildan) di 25’ê Cotmeha 2018’an de şehîd bûye.
Di daxuyaniya komîteyê de ev tişt hate gotin;
“Di vê dema dîrokî ku em weke gel û tevger ji nav derbas dibin de têkoşîneke bêhempa tê dayîn. Li Îmraliyê Rêber Apo li hember pergala dagirker û qirker berxwedaneke dîrokî nîşan dide. Li Zap, Avaşîn, Metîna û her wiha li qadên din sekna fedaiyane û rihê Apoyî mohra xwe li dîrokê dide. Dîroka me her roj bi tîpên zêrîn, bi qehremanî û bi destanên lehengên azadiyê tê nivîsandin. Xwediyên vê dîroka tije ya berxwedan û mînakên fedayîtiyê hevalên me yên di çeperên şer de ne. Qehremanên ku şer birêvedibin Apoyiyên di xeta Rêbertiya me de bûne milîtanên herî bijare yên gelê Kurd in. Ji ber vê yekê dijminê qirker û faşîst her wiha xeta hevkar û îxanetkar li hemberî vê berxwedanê mehkûmî têkçûyinê ne. Bi berdêlên giranbûha rojên jiyana azad, demokratik û wekhev mîsoger e.
Tu gelî bêyî ku berdêlan bide negihiştiye azadiya xwe û jiyana bi rûmet bi dest nexistiye. Her yek ji wan şehadetên mezin dibin sterkek azadiyê, di asîmanê welatê me de diçirisin û rêya me ronî dikin. Riya rastirîn ku mirov dawî li faşizm û xeta hevkar bîne, nemirkirina şehîdan bi xwe ye. Wateya vê jî, ji bo armancên ew pê ve girêdayîbûn pêk bên, bi têkoşîna zêde çêdibe. Çiqas têkoşîn bilind bibe wê şehîdên me jî ewqasî bi nirxên giranbûha di dilê gelê me de heta ebediyetê bijîn. Ew hêza bingehîn ya çavkaniya me ne. Bersiva herî rast ku em ji bîranînên wan re bidin, wê bibe gelekî azad û welatekî azad. Li ser vî hîmî em hevala xwe Amara Tolhildan (Pervîn Bozan) bi rêzdarî bi bîr tînîn û bejna xwe li hemberî wê ditewînin, soza xwe ya welatekî azad dubare dikin.
Hevala me Amara Tolhildan li Heremên Parastinê yên Medyayê di 25’ê Cotmeha 2018’an de di encama lehiyê de tevlî karwanên şehîdên nemir bû. Em di serî de ji malbata xwe ya hêja û welatparêz, ji hemû gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin.
Rêhevala me ya hêja Amara Tolhildan li Rojavayê Kurdistanê, warê berxwedanê Kobanê li gundê Mewjîkê di sala 1989’an de ji dayîk dibe. Di malbateke ku ji 7 xwîşk û 6 birayan pêk tê de bi nirxên welatparêzî û bi axa xwe ve girêdayî mezin dibe. Ji malbatê gelek tevlîbûnên nava gerîla çêdibin û ji wan yek jî xwîşka hevala Amara, Rêheval Gerîla ye. Rêheval Gerîla di sala 2014’an de li Kobanê di şerê li hemberî DAÎŞ’ê de bi berxwedaniyeke mezin tevlî karwanên şehîdan dibe. Li ser vê rêheval Amara girêdana bi wate ya bi xeta şehîdan re dike esasê tevlîbûna xwe ya nava refên gerîla. Çeka xwîşka xwe Gerîla li erdê nahêle û dibe hevaleke dilsoz a xwîşka xwe. Zilm û zordariya li ser gelê xwe û kiryarên tên ferzkirin ti caran qebûl nake, van tiştan bi kûrahî di dilê xwe de hîs dike.Tevlîbûna nava refên gerîla weke peywira herî bingehîn a bûyîna Kurdistanî û welatparêziyê dipejirîne, li wijdana xwe guhdar dike û di sala 2015’an de tevlî nava refên gerîla dibe. Hemû dema xwe ji bo welatê wê bigihîje azadiya xwe, ji bo gelê Kurd bi azadî bijî dinirxîne, li hemberî gelê xwe, welatê xwe û Rêber Apo hezkirin û girêdanek mezin hîs dike û bi fedakarî dixebite.
Hevala Amara Tolhildan di xebatên ciwanên welatparêz de cihê xwe girt û di rêxistinkirina ciwanan de erkeke girîng hilda ser milên xwe. Bi rêxistinkirina ciwanên welatparêz di avakirina girseyeke çalak de roleke girîng leyîst. Her wiha dema DAÎŞ’ê bi awayekî hovane êrîşî Kobanê kir hevala Amara bi rihê militaniya jin ya Apoyî berê xwe da bajarê qedîm Kobanê. DAÎŞ’a ku bi wehşeta xwe cîhan hemû dilerizand, bi sekna fedayî, wêrek û fedakâr ya hevalên weke heval Amara têkçûneke dîrokî jiya. Tarîtiya ku li ser gelên heremê dihate ferzkirin pûç bû û berxwedanê weke ronahiyekê li hemû cîhanê deng veda. Heval Amara hezkirin, dilsozî, welatparêzîyek kûr li hemberî axa xwe û gelê xwe dijiya. Weke şervaneke azadiyê bi mîrateya ku şehîdên me ji me re hiştine, di xeta PKK û PAJK’ê de bû şervaneke jêhatî. Hevala Amara di tevahî jiyana xwe ya di nava refên azadiyê de hevalek dilnizm, fedakar, bi moral, bi coş û bi heyecan bû. Coş û heyecana wê weke çemekî diherikî û her kes bi xwe re diherikand. Jiyan li derdora wê bi kelecana şoreşgerî û ya bêsekin diherikî. Hêz, moral û hêvî dida derdora xwe. Hevaleke aktîf û bi însiyatîf bû. Asta têkoşîna bîrdozî a jinê weke pîvana jiyana azad ji xwe re esas girt. Bi taybetî li hemberî nêzîkatiyên zayendperest, desthilatdariya mêr û kevneşopiyên civakî pir bi hêrs bû û di vî warî de lêgerîna wê ya jiyana azad pir xurt bû. Di her kêliya jiyanê de bi awayekî bi disîplîn xwe perwerde dikir û pir dixwend. Lêgerînên xwe yên azadiyê qet nesekinandin. Hêviyên wê ên mezin hebûn ku bi rihekî fedayî li hemberî dijmin sînge sîng şer bike, tolê rabike. Ji ber vê yekê bi zanebûna rastiya dijmin paşnavê xwe kiribû ´tolhildan´. Bi beşdarbûna xwe ya nava refên Partiyê û bûna milîtanek PKK û PAJK’ê tola xwe ji zayendperestiya civakî û desthiladariya mêr rakir. Armanca sereke ya tevlîbûna ew bû tolê ji pergala êşkenceya li ser Rêber Apo rake û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têbikoşe.
Li ser van armancên mezin di hemû jiyana xwe de weke militaneke jin a di rêka heqîqetê de têkoşîneke bênavber meşand. Ew heqîqet biqasî tevahî cîhanê bigûherîne bihêz e, rêheval Amara jî di rêça azadiyê de bi felsefeya “yek loqme yek xirqe” jiyaneke sade û mûtewazî jiya. Hewildana xwe ya ji bo parastina nirxên bi saya keda mezin ya gelê me û bi xwîna lehengên tevgera azadiyê hatine afirandin ti caran kêm nekir. Heta henaseya dawiyê jî bi nirxên têkoşînê re girîdayî ma.
Jiyana hemû hevalên me yên şehîd di serî de ji bo gelê me û hemû mirovahiya azadîxwaz weke çirayeke ku mirov paşeroj û pêşeroja xwe di bin roniya wê de bi awayekî herî rast bide hûnandin e. Civakeke ku li ser şopên şehîdên xwe bi awayekî rast dimeşe wê xwedî li nirx û dîroka xwe derbikeve. Her kesên ku azadiyê bi kûranî di dile xwe de hîs dike bi xwedîderketina nirxên şehîdan, dikare serkeftinên mezin bi dest bixe. Em weke rêhevalên heval Amara û bi hezaran qehremanan, soz didin ku em ê bîranîna her şehîdek xwe bikin bingeha avakirina welatekî azad, demokratik û jiyaneke wekhev.
Nav û paş: Pervîn Bozan
Nasnav: Amara Tolhıldan
Navê dayîkê: ÎSLÎM
Navê bav: MUHAMMED
Dîrok û cihê jidayikbûnê: 1989 – Kobanê, Mewjik
Dîroka tevlêbûnê: 2015 -Kobanê
Dîroka şehadetê: Di 25’ê Cotmeha 2018’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê di lehiyê de şehîd bû.