STENBOL – Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin. Birayê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlum Dînç û malbatên Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş bi daxwaza hevdîtinê serlêdan kirin.
Biryara qedexeya hevdîtina bi parêzeran re ku di 12’ê Cotmehê de hatibû dayîn, di 22’ê Nîsanê de bi dawî bû. Li ser vê yekê parêzeran bi mebesta hevdîtinê gelek caran serlêdan kirin lê tu bersiv nehatin dayîn. Parêzeran vê carê jî di 29’ê Nîsanê de bi daxwaza hevdîtinê dîsa serî li Dadgeriya Înfazê ya Bursayê dan.