NAVENDA NÛÇEYAN – Milîsên HBDH’ê yên Rêber Amed (Abdullah Tûrhan) ragihand ku li navçeya Yenîşehîr a Amedê trafoya lojmanên dadger û dozgeran ya li pişt “Forûma Amedê” kirine hedef.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku çalakî di 20’ê Tîrmehê de pêk hatiye û hat gotin, “Trafo derdora saet 23.00’an de veguherî topa agir.”
Hate ragihandin ku li qada ku çalakî lê hatiye kirin hatiye nivîsandin, “Em ê bi agirê ku me pêxistî yên dixwazin Kurdistanê di nava tarîtiyê de bigetisînin ronî bikin.”
Daxuyaniyê wiha dewam kir:
“Dewleta faşîst ne tenê bi artêş û polîsên xwe, bi daraz, dadgeh û edliyeyên xwe jî zilmê li gelê me dike. Faşîzm bi rêbazên herî qirêj êrîşî her tiştê pêşverû, şoreşger, bi rûmet û exlaqî dike. Ciwan, extiyar, siyasetmedar û rojnamevanên me ji aliyê van dozger û dadgerên faşîzmê ve dixin zindanan. Cezayên herî giran li van dadgehan tên dayîn. Ev dadger û dozger canî û qatilên êşkencekar “paqij” derdixin! Ev dadger û dozger Orhanê tecawizkar, tiryakfiroş û çeteyên fuhûşê diparêzin. Ev dadger û dozger destwerdanê li kujerên malbata Şenyaşar ên ku di roja ronî de li nexweşxaneyan komkujî kirin nakin. Daraz yek ji saziyên herî taybet ên faşîzmê ye.
Dadger û dozgerên ku cil û bergên “edaletê” li xwe kirine bi qasî polîsên êşkencekar û artêşa qatil jî stûna dewleta faşîst in. Ji ber vê yekê jî di nav hedefên hêrsa me ya şoreşgerî de ne. Kesê ku zilmê li gelên me dike û zaliman diparêze û piştgirî dide bila xwe rehet hîs neke! Em li ber guhê we ne! Hûn ê bi vê pergala xwe ya xirap tune bibin û biçin! Ji bo hilweşandina faşîzmê em ê têkoşîna gelê xwe li ser şopa nemirên xwe bilind bikin.”