AMED – Girtiyê siyasî Kadrî Ekîcî (25) ku di Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Ewlekariya Bilind a Amedê de dihat ragirtin, di hucreya yekkesî de mirî hat dîtin. Cenazeyê Ekîcî şevê din rakirin morga Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê û serê sibehê Saziya Tipa Edlî (ATK) cenaze radestî malbatê kir. Ekîcî ev 5 sal bûn bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” dihat ragirtin û salek bû ku hucreya yekkesî de girtî bû.
Rayedarên girtîgehê ji malbatê re gotin ku Ekîcî “Xwe kuştiye.” Malbata Ekîcî da zanîn ku sê roj berê li ser telefonê bi Ekîcî re axivîne û tiştekî ne normal tune bûye. Malbata Ekîncî her wiha diyar kirin ku Ekîcî ji wan re gotiye rewşa wî baş e. Ew bawer nakin ku Ekîcî xwe kuştibe, lê dibe ku hatibe kuştin.
Cenazeyê Ekîcî, li Goristana Yenîkoy a Rezan a Amedê hate veşartin û şîna Ekîcî li Mala Sersaxiyê ya Pasûr Hewêdan a li Rezanê hat danîn.