NAVENDA NÛÇEYAN –
Ji dahûrandinên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan…..
Newroz gula di tîrêja rojê de derketiye, sekna pêşberî jiyanê ye, vebûna xwezayê ya rengbirenge û xwîn dayîna hemû rayên jiyanê ye. Vaye PKK jî wisa ye. PKK, bi rastî jî partiyek Newrozê ye. Partiya xwîna ber bi jiyanê ve dimeşê ye. Ji bo vejînê di xwezaya wê de tiştek hebe, ew jî sekna wê ya li hember şînbûn û gulvedanê ye. Lê carina jî di van rojên Newrozê de bahozên ku gulan jê dikin û hişk dikin, tovên fêkiyên li ber bişkivînê ne dişewitinîn û hişk dibarin hene. Ma ew di nav me de jî tine ne? Hene. Ma hûn kêm ji hişkirina tovên vejînê re dibin zemîn û kêm dişewitinîn? Vaye çiqas raste ku PKK, PKK’ya Newrozê ye! Çiqasî jîndar û ronakbîrî ye! Şewitandina dîrok û rojaneya xwe jî çiqasî rasteqînî ye! Ya herî baş, rastî weke heyî pejirandine. Me her tim bi vê bawer kir û gotina dawî jî wisa got: Ti qanûn, bi ser qanûna jiyana azad re ne xwedî hêzek bilinde. Hêz û qanûna herî mezin, qanûna jiyana azade. Vêca xalên Destûra Bingehîn a Komara Tirk dibejin; “Destûra Bingehîn zagona herî bingehîn a wisa ye, ev komar komarek wisa ye, yekîtî û yekbûna welat û netew nayê nîqaşkirin.” Van tevan ji bo me dibêjin. Wateya vê çiye? Dibêje; “Hûnê nejîn, cîh ji qanûna herî mezin, qanûna jiyana azad re nîne.” Me jî di derketina xwe ya destpêkê de berovajî vê got. Qanûna herî mezin vîna jiyana azade, ya ser dikeve jî bi hemû aliyan ve nebe jî dîsa eve. Yên dibêjin ev zagon, ji zagonên mirinê ya herî xurte û her roj van zagonan bi qasî xwînê vereşînin pêk tînin hene. Eşkere bi qasî zagonên mirinê yên dijmin, her wiha zagonên xayînan û azadiyê qet nas nakin hene. Li gel van zagonên hinek kes, meymûn û margîskên ku rizî, nebûye yê xwe, nekariye xwe pênase bike, nekariye bibe xwedî rêgez û vînek azadiyê hene. Zagonên kesên pir behsa wan tê kirin lê şêlo ne, li hember wê armanca mezin jî ti carî nikarin tevlî rastiyan bibin hene. Wan jî bi zagonên xwe pir bawer kirin. Bi vî rengî sê zagonên bingehîn danîn; eşkere zagona komkujiyê, zagona xayîntî, zagona ketî û kêrnehatî ya margîskî beramberî me disekinî. Me jî beramberî vê got, dê zagonên jiyana azad çêbin û di van salan de jî ev zagon ferz kirin. Em jî dibînin, ev zagon zagona herî xurte. Nexasim ew zagona ku Komara Tirk weke zirxekê dibêje; “Qet nabe bê qelişandin û yên niyetê wan hebe jî dê serê wan bê jêkirin”, ne tenê hat qelişandin, em wê parçe parçe dikin. Ji bo zagonên xayînan jî ev wisa ye. Me zagonên kesên kesî ne dikariya nêzî wan bibin li serê wan kirin bela. Ev di rewşek dil bi êş de ne. Me danî holê ku ew bê kesayet ne bi qasî kêçekê jî bi nirxin. Êdî em van kurmên di nav dara azadiyê de jî bi zagonên wan ve perîşan dikin. Ev karên xweşin, ronîkirina qanûna jiyana azade.
Ji roja xwe dinasim ve min bi hevokên xemilî ve xal bi xal zagon rêz nekirin. Li Mezopotamya zagonên Hemmûrabî jî hene. Baş tê zanîn ku yekane parazvanê zagonên Asûre. Ev zagonên tirsnakin. Di dîrokê de zagon li ser van axan derketin. Yekem car bi navê serdestan, bi navê şaristaniyê bingeha wan li vir hat avêtin. Lê belê li ser van axan şervanên azadiyê hene. Wexta Împaratoriya Koledar û Asûr a hişk hilweşiya, ne tenê ya Kurdan, azadiya miletê Asûr û hemû miletan jî destpê kir. Di vê manê de Mezopotamya welatek azadiyan û dîroka azadiyane. Ji Kawa’yê Hesinkar heta Mazlûm’an, pir şervanên azadiyê yên eslî hene. Ji Hallc-i Mansûr’an heta Pîr Siltan’an û Nesîmî’yê kuçermê wî hatî rakirin tev şervanên azadiyê yên vê axê ne. Lê zagonên bêrehim ên serdest di kesayeta Komara Tirk de bilêv dikin hene. Ev jî di nav şerek mezin de ne. Me di nav vî şerî de cihê xwe baş diyar kir. Li aliyê berxwedaniya gelan cîh girtin, girêdayî zagonên azadiyê mayîne. Carek din govaniya mirovahî, jiyana azad a li vir destpê kirî û vê dergûşa dîroka azadiyê kirin û girêdayî mayîne. Ev jî ji bo me balkêş bû û em jî heta roja îro anîn. Em dilxweşin, di nav pîrozbahiyek rasteqîn de ne. Wexta me destpê kirî, me sozek da; ji vir û şûn de hemû roj Newroz’in. Me got, di van bîst û pênc salan de hemû roj, bi rastî jî rojên Newrozê ne. Soza me ev bû û me ev soza xwe jî binpê nekir. Lê belê êş, îşkence û şewatên ku zaliman ferz kirîn jî hebûn. Rêjeyek mirov şewitandin. Bi her cure teknîk, çek û îşkenceyê şewitandin. Dilê me dibêje, emê çawa xwedî libîranîna kesên hatîn şewitandin derbikevin. Vaye PKK, hêza vê ya tolgirtinê ye. Dema ku Zekiye’yan, Zîlan’an û Ronahî’yan şehîdên mezin ên van rojane, ew tam ji bo xwe bigihînin bersiva pirsa jiyana azad çawa bijîn ev çalekî lidar xistin. Jixwe em van ji gotin û wesiyetên wan dizanin. Mezopotamya li quntarên Zagrosan vejîna jiyanê, welatê buhiştê ya li ser rûyê erdê ku pirtûkên pîroz dixwazin vebêjin, qada jiyana nû ya piştî tufana Nûhe. Her wiha mirov ji destpêkê ve li ser van axan bi azweriyên azadiyê ve jiyan kirine. Dibe ku ev neşibe ya ti welatî, dibe ku neşibe ya di ti pirtûkê de hatî nivîsandin, an jî dibe ku hêj di ti pirtûkê de nehatiye nivîsandin, lê şerek azadiyê heye. Ger pirtûka wê hêj tam nehatiye nivîsandin, dibe ku ji bo rizgariya wê hêj tam çênebûye. Ger pirtûkên ku hatine nivîsandin piranî pirtûkên ku nîvçe mabin, ew jî ji ber rizgarî tam çênebûye. PKK di heman demê de eve. PKK, romanek dawiya wê nehatî, helbestek û kilameke. Beriya binivîse axaftin, çalekiyeke. Di vê manê de girêdayî rastiya xwe û ji cewhera dîroka xwe re dibe bersiv.
Ne hêsane, mirovê di derguşa mirovahiyê de, ezê nebêjim girtiyê jiyanek ji gorê jî xirabtir, dervî jiyanê mayîn pejirandin pir zehmete. Mirovahî li vir hat bilêvkirin, li vir qanûnên destpêkê hatin nivîsandin. Li vir hêviyên destpêkê, bi navê mirovan hat bilêvkirin. Her destdana axê de nûveyek derket, lawirên destpêkê hatin kedîkirin, nebatên destpêkê pêşî li vir çêbûn. Yekem car li vir helbest û mûzîk hatin çêkirin. Hestên destpêkê yên hemû mirovan li vir zayîn. Li hinek ciha bû rastiya çînekê, împaratoriya koledarî ya destpêkê ava bû. Li hinek cihan bû zagona eşîretekê û ev bi hemû hêza xwe ve berdewam dike. Lê tiştek din çêbû: Weke ev hemû çênebûne, evder bûye qada kêrnehatiyan. Niha nasnameya mirovahî nîne û hêviya wê nemaye. Ev nakokiya mezin çawa çêdibe? Hem bibe welatê dayîka hemû destpêkan, hem jî niha çawa dibe ti dane tine ne? Divê em vê nakokiya mezin çareser bikin. Di destana Gilgameş a mezin de cihê hevaltiya destpêkê lê pêş ketî, niha ketiye dewsa cihê kesê herî xayîn lê digerin. Divê em vê jî di nav xwe de çareser bikin. PKK ji bo vê bûyerek mezin û cihê çareseriyê ye. Ev dîroka mezin û xweşik çawa ket? Ger dê ev dîrok ji nû ve bibe dîroka vejînê dê çawa çêbe? Vaye çavkaniya xiroşê di vir de ye. Xezîne li cihê hatî windakirin lê tê gerîn. Mirovatî li cihê welidî, li ser kokên wê tên lêkolînkirin û ger bê dîtin jî dê li wir bê dîtin. Li Emerîka, Rusya yan jî li Sibîrya nayê dîtin. Navenda wê evdere. PKK ev bîst û pênc salin li mirov digere, pêşî li mirovê xwe digere. Ev mirov, mirovê destpêkê ye û ger dê ya rast jî çêbe dibe ku mirovê herî dawî jî ew be. Neçare jî ew be. Ger dê silav li jiyanê bê kirin û weke Newrozê her tişt bi jiyanê re bikene, divê zimanê wê bê girtin. Lewra jiyan ne hêsane. Ez hêjî lêgerînvanek mezin ê jiyanê me. Me her tişt da rawestandin. Bêku bikevin nav ti pêşdarezan, bikevin nav qaliban, darezek misoger bidin pêş, me her tim hewl da pêşî fêm bikin û hîn kûrtir fêm bikin. Me hewl da fêm bikin çiye, neçiye, divê çi be, çawa be. Ya min esas girt, xwe hêsan pênase nekim, şaristaniya ku ji hezar salî ve qirêj û ev mirovê azad aniye rewşek neyê nasîn di kesayeta xwe de nas nekim û nedim jiyîn, hemû navên ku hatine dayîn weke navê xwe negirim, ji hemû vînên ku tên ferzkirin guman bikim, hêjî biryara jiyanê nedim û nehêlim bê dayîn… Vaye lêhûrbûna em behsê dikin eve. Ger dê ya herî rast û xweşik çêbe, dê li gorî kok û derguşa vir a dîrokî guncav be. Heman weke pênaseya jiyanek jidil a weke rastiya mirovên ji Gilgamêş destpê kirî heta hemû mirovên lêgerînvanên jiyanê û li pey bêmiriniyê! Ya ku tam jî hêjayî mirovê azadiyê eve. Vaye ji bîst û pênc salan vir ve dema em dibêjin, hemû Newroz’ên PKK’ê, salên lêgerîn û nûvedanê ne, em behsa vê dikin. Van pir balkêş, hêjî di kesayeta we tevan de dibînim. Mirovên dihesin ku dijîn, lê nikarin fikrek bi tenduristî jî hilberînin. Hêj şînbûna zîlbûna fîdanekê jî fêm nakin û difikirin ku dijîn. Ezê çawa li hember vê hêrs nebim? Her tişt kirête û ezê vê ferzkariya jiyanê çawa bipejirînim? Pêşî min çi kir? Min weke xweda û xwedawenda dergehek pîroz dest lê nayê dayîn xwe kilît kir. Li hember van hemû feraset û destên xirabiyê, min got, ger dê rihek min a pak û saf hebe, bila di quncikek min de bimîne. Vaye PKK û şehîdên wê! Ya pir xweşik jî eve.