ŞEHBA – Di 2012 de hêzên mêtînkar bi her awayî bi hêvî bûn ku Tevgeran Azadiya Kurdistan tesfiye bikin û teslîm werbigirin, bi vê yekê re serkeftina xwe îlan bikin. Her wiha bi konsebtekî hevbeş tevgeriyan û ji bo tesfiye kirina Tevgera Azadiya Kurdistanê, hemû rengên şerê taybet xistin meriyetê. Bi rêbazên weke girankirina tecrîda ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, bi êrîş kirina ser gerîla, komkujiyên siyasî û leşkerî ser gelê Kur, xwastin hemû planên xwe bixin miriyetê de. Bi van êrîş û destdirêjiyan re xwastin hêviya serkeftinê ya di civaka Kurd de vemirînin, û Kurdîtiya sedsala 20’an ya bê statû û bê nasname dîsa bidin jiyan kirin.
Lê belê da ku rê li ber pêşveçûneke wisa venebe, Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi diyar kirina stratêjiya Şerê Gelê Şoreşgerî gelê Kurd ji nû ve zindî kir. Îro jî gelê Kurd xwe di wê çarçoveyê de bi rêxistin dike û li hember dijminê sedsalan şer dike. Li ser vê bingehê yej ji jinên ciwan ên bajarê Efrînê bi navê Zelal derbarê girîngiya Şerê Gelê Şoreşgerî û rêxistin kirina gel de, ji ajansa me re axivî.
Zelal di axaftina xwe de diyar kir ku ji bo tevlîbûna xurt ya Şerê Gelê Şoreşgerî çêbibe, divê ciwan û hemû ciwan derûniya xwe li gorî şerê hebûn û tunebûnê bi rêxistin bikin û got; “Eger em behsa Şerê Gelê Şoreşgerî bikin, destpêkê divê destpêkê em behsa pîskolojiya ciwanan bikin. Ji ber ku dema ciwan bikevin nava şer wê ev şer ne weke her şerekî din be, ger ku ciwan nikaribe rabike, wê aliyê pîskolojîk de bandor bibe. Ev pêvajoya ku em tê de jiyan dikin û şerê ku diqewime şerekî normal û ji rêzê nîne, şerekî diyar kirina hebûn û tunebûna gelê Kurd e.”
Heman demê de Zelal bal kişand ser amadekariyên ciwanan ya ji bo vê pêvajoyê û destnîşan kir ku ciwan ji bo şer amade ne.
Bi temamî axaftina berdevka Tevgera Ciwanên Şoreşger Zelal wiha ye;
“CIWAN Û JINÊN CIWAN PÊŞENGÊ CIVAKÊ NE”
“Navê min Zelal, ez berdevka Tevgera Ciwanên Şoreşger a herêma Efrînê me. Îro em weke gelê Efrînê yên li Şehbayê, mijara me ya sereke ewe ku em xwe çawa di Şerê Gelê Şoreşgerî de bi rêxistin bikin. Em dikarin bêjin em weke Tevgera Ciwnên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan pêşengê vê civakê ne. Dema em behsa pêşengtiyê jî dikin, em hemû aliyên wê de digirin dest. Weke di aliyê perwerde kirina civakê, rêxistin kirina civakê, parastina civakê, û ji çalakiyên civakê re pêşengtî kirin dikin. Tevger Ciwanên Şoreşger li Şehbayê xwedî rolekî mezine, em dibînin piştî salên 2018’an de bajarê Efrînê hatî dagir kirin, ji wê demê ve û heya niha, em têkoşîna xwe li ser esasê Şerê Gelê Şorşegerî didin meşandin. Em têkoşîna wê jî didin meşandin ku zarokê 7 salî heya kalê 70’ê salî hemû cihê xwe di nava vî şerî de bigirin. Da ku herkes li hember êrîşên heyî bi rol û misyona xwe rabin, heman demê de ji bo êrîşên dijmin jî bê bersiv nayê hêştin.”
“LI ÇIYAYÊN KURDISTANÊ, DI PÊŞENGTIYA CIWANAN DE DERBÊN GIRAN LI DAGIRKERAN TÊ XISTIN”
“Piştî ku Komalên Ciwan ji bo tevahî ciwanan seferberî ragihand, xebatê me di wê çarçoveyê de tê meşandin. Yek ji erka me ya sereke xistina ciwanan ya nava tevgerê de ye, ku ciwan bizanbin xwe çawa di li dijî êrîşên dagirkeriyê û rastiya dijmin xwe biparêzin. Ji dema ku dewleta Tirk ya dagirker li ser Herêmên Parastina Medyayê êrîş daye destpêkirin, heya roja îro, ji gerîla derbên giran û mezin dixwe û binkeftinên mezin jiyan dike. Heman demê de piştî van êrîşan bi sedan ciwan ber bi Herêmên Parastina Medyayê ve herikîn. Li Herêmên Parastina Medyayê jî, di pêşengtiya ciwanan de, derbên giran li dijmin hate xistin. Her wiha ciwanên li qadan jî bi her awayî ji bo pêşxistina civakê xebatê didin meşandin. Ji bo pêşxistina civakê jî ciwanan dest bi perwerdeyên bikarîna qilêş û perwerdeyên tendrustî kirine. Gelek xebatên dîtir ku ciwan jê re pêşengtî dikin hene.”
“DIVÊ HERKES PÎSKOLOJIYA XWE GORÎ REWŞA ŞER BI RÊXISTIN BIKE”
“Eger em behsa Şerê Gelê Şoreşgerî bikin, destpêkê divê em behsa pîskolojiya ciwanan bikin. Ji ber ku dema ciwan bikevin nava şer wê ev şer ne weke her şerekî din be, ger ku ciwan nikaribe rabike, wê aliyê pîskolojîk de bandor bibe. Ev pêvajoya ku em tê de jiyan dikin û şerê ku diqewime şerekî normal û ji rêzê nîne, şerekî diyar kirina hebûn û tunebûna gelê Kurd e. Li ser vê bingehê divê hemû civak, di serî de jin û ciwanên wê pîskolojiya xwe li gor şerê man û nemanê rêxistin bikin û herkes bi rola xwe rabe.”
“EM TU CARÎ GAVÊN XWE PAŞ DE NAVÊJIN”
“Weke tê dîtin jî, gelê Efrîn û Şehbayê van demên dawiyê de ji bo rewşa amadekariyên xwe dikin, hemû aliyan de xebatên xwe didin meşandin. Di aliyê leşkerî, civakî û siyasî de xwe baş bi rêxistin dikin û amade dikin. Li di hemû qadan de li ser vê esasê xebatên rêxistinî bi pêşdikeve. Heman demê de ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve jî amadekariyên xurt hene, ku ew jî li dijî dagirkeriyê bertekên xwe raber bikin. Emê tu carî gavên xwe paş de nevêjin. Çawa ku îro li Zap, Metîna û Avaşînê, bi rihekî fedayî û îradeya APOYÎ berxwedaniyeke bê hempa tê meşandin, li hember hemû teknîk û gazên kîmyawî berxwedana gerîla berxwedanekî dîrokî ye. Emê jî bi vê rihê gerîla li berxwe bidin. Emê tu carî ji dijmin re rê venekin ku karibe bi hêsanî derbasî welatê me bibe û wê dagir bike.”
“EM DIJMIN EFÛ NAKIN”
“Ji vê gavê û şûnde em weke Tevgera Ciwanên Şoreşger helwestên xwe yên li dijî faşîzmê diyar dikin. Emê gavên xwe şûnde nevêjin, emê li hember dijmin şer bikin, çi bi şerê taybet be û çi jî şerê sîng bi sîng be, em wî efû nakin. Emê weke Tevgera Ciwanên Şoreşger ji vê şerî re pêşengtiyê bikin, moral û hêz bidin civaka xwe, emê heya dawiyê jî parastina gelê xwe bikin. Hem li Şehbayê, hem li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û hem jî li tevahî Kurdistanê, emê civaka xwe biparêzin.”
“EMÊ HEYA TUNEKIRINA DEWLETA TIRK ŞER BIKIN”
“Dewleta Tirk niha di Zap, Metîna û Avaşînê de hatiye binxistin, hatiye tune kirin û pîskolojiya wan xirab bûye. Di heman demê de li ser asta Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, dema faşîzma Tirk dest bi êrîşan bike, emê weke ciwan yekser bersiv bidin û li dijî wan heya dawiyê şer bikin. Emê şer bikin heya ku dewleta Tirk tune bikin. Emê tu carî destûr nedin ku dewleta Tirk êrîşî ser nirxên şehîdên me, destkeftiyên gelê me û nirxên ku Rêber Apo ji me re ava kirin bike. Emê heya dawiyê li hember wan bi hestên tolhildanê şer bikin, tola tevahî şehîdên xwe hilînin, emê tevahî herêmên ku hatine dagir kirin, rizgar bikin. Emê di Kurdistaneke azad de bi rêbertiyeke azad re jiyan bikin.”
NC// Baran Mawa