KOBANÊ – Şehîd Amara Tolhildan ku di 25’ê Cotmeha 2018’an de li Heremên Parastina Medyayê, di encama lehiyê de şehîd bûye, li bajarê Kobanê hate bi bîranîn.
Îro li bajarê Kobanê ji aliyê Saziya Malbatê Şehîdan ve, û bi tevlîbûna Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan, ji bo bîranîna şehîd Amara Tolhildan kona sersaxiyê hate vegiritin.
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên bajarê Kobanê, bi meşekê û bi siloganên “Bijî Serok Apo, Şehîd Namirin” ber bi kona sersaxiyê ya şehîd Amara Tolhildan ve çûn.
Tevahî ciwan û jinên ciwan ên ku beşdarî kona sersaxiyê bûne dilsoziya xwe ya bi şehîdan re anîn ziman û şopandina riya şehîdan misoger kirin.