NAVENDA NÛÇEYAN –
Di kûrahiya dilê asîmanan de cihekî ku hatî jibîrkirin. Bilind e heta ku tu bêjî bes e! Di bilindahiyê de, di nava kûrahiya dilê asîmanan de ji xwe re cihek hilbijartiye. Ba, bahoz, berf û barana ku li van waran rêwîne bêyî ku rêya xwe lê nexin naçin. Mêvanperwerekî pir ji dil e. Weke ku asîmanan di kûrahiya dilê xwe de cih dayê, ew jî şikeftên dilê xwe ji hemû mêvanên xwe yên bi dem û bêdem re vedike. Weke ku di hemû dem û waxtan de ji gelê xwe re dil vekirî.
Bayek ji bilindahiyê badide, ewreke xwe ji asîman dadigre, bablîsokek dibe weke şiverêkek ku ber bi asoyan bilind dibe, baraneke ku ji hêsirên çavên asîman tijî û berfeke şilope û ziwa xwe radigre û tê. Hemû di demên cuda li heman wargehî dibin niştecih.
Sterk bi azweriya şevê di hembêza van waren de pêdikevin. Wisa nêz dixwiyên ku ger destê xwe dirêjbikî wê bigihîjin wan. Îro hemû sterk mêvanên wî ne. Di hembêza wî de weke gerdana Mêrdînê ya zêrîn pêdikevin. Sterkan weke gerdena zêrîn xwe li dora stuyê wî rapêçane. Ew di tuxubên xelkê de cihê herî bilind e. Ew perçeke ji axa welatê min ya ne perçekiriye… Di rastiyê de, di nexşeyên wan de Rojhilatê Kurdistanê; deverek wisa tineye. Ango dibe sînorê dewleta Îran û İraqê. Lê dema ku tu van sînor û tuxuban bi tiştekî nehesibînî, dibe cihê Kelaşînê ya herî bilind, girêdayî herêma Rojhilatê Kursitanê tê hesibandin. Li milekî wî deşta Şino, li hêla dî jî zozanên Kelaşînê hene. Ew di nevberê de weke lutkeyek ji evînê disekine.
Ma dê her behsa Çarçêla, Cûdî, Mûnzûr, Engîzek, Agirî û Nurheqan bê kirin. Bila vê carê jî lênûsa me guhê xwe bide serpêhatiya Siyako ya ku pênûsa me jê re behsê dike. Da ku bizane li her bihosta vê axê cihên ku hîna nehatine gotin hene û serpêhatiyên wan veşartî ne.
Siyako, tê wateya çiyayê reş. Di zimanê farisî de siyah tê wateya (reş) (koh) jî tê wateya çiya an jî tepe. Di zimanê Kurdî zaravayê dimilkî de jî (ko) tê heman wateyê. Lê di kirmancî de nevê vir tê wateya çiyayê ku sîh li ser e. Di kirmanckî de jî bawerim tê heman wateyê.
Piştî meşek dirêj û westandinek bi dilxweşî, em gihîştin ser lûtkeya Kêlaşînê. Bayek sar ji nava dilê Siyako xwe ber bi Kêlaşînê ve badida û dihat. Te digot qey tola hezar salan ji kevirên Kêlaşînê yên şîngewrî digre. Vê yekê pir bala min kêşa û min meraq kir gelo Siyako çima wisa bi hêrs berê xwe daye Kêlaşînê û bi bayê xwe yê sar weke dayîka ku zaroya xwe windakiribe li ser Kêlaşînê dilorîn e. Min tefekur kir û min berê xwe da Siyako. Ey Siyako tu çima wisa bi hêrs û rikî? Çima tu wisa bi dilşikesî li ser Kêlaşînê de dilorînî?
Wî jî bersiv da û got:
“Li gor salix û sulixan ji ber eşqa Şino û Kêlaşînê rengê hemû latên min reş bûne. Dema ez (Siyako) xortek ciwan, bûme aşiqê Şino û Kêlaşînê, dema herdu pêhesiyane ku ez aşiqê wan herduyan im, wan jî berê xwe daye xwedawenda eşq û sewdayê gotinê “Ger tu dengê me dibihîzî, guhê xwe bide me ey xwedawenda eşq û evînê! Em warên bixêr û biberketin, bila sewdaya dilê me li Siyakoyê bide, da ku bizane ti dil nikare du eşq û evînan bihewîne. Li hember eşqa me rûyê vî Siyokoyî reş bike”. Di dem û wextên kevin de ji ber hemû xweza, mirov û lawir bi dayîka xwe ya xwedawend re durust û jidil bûne, lewma jî dayîka wan ya xwedawenda eşqê nifirên wan bi cih tîne û rûyê min xortê ciwan reşdike. Di wê demê heta niha rûyê min reş e. Dama ez berê xwe didim Şino û Kêlaşînê rûyê min yê reş bi tav û tavheyvê, berf û baranê re olan dide û dibêje “Ji ber eşqa we dayîka min ya xwedawend rûyê min reşkir, ez ê jî ji ber vê yekê ba û bahoza xwe li ser we kêm nekim”. Di hemû dem û werzan de ba li ser van waran kêm nabe. Ji ber wê jî kêlaşîn her sar e.”
Siyako li hember hemû çiyayên Kurdistanê yên ku bi wî ve têne xuyakirin serî rakiriye, ew jî weke wan ber bi asîmanê ve bilindî jorê bûye, bê ku ti xeman bixwe. Siyako bi êş û jana gelên vî welatî û bi rûreşiya eşqa Şino û Kêlaşînê be jî serbilind e…
Xeweke şirîn
Di bin baskên asîmanê de berê wî li Siyako, pişta wî li kevirên Kêlaşînê, di hembêza hevalê xwe de di xewek şirîn de ye Kendal. Dema min ev dîmen dît strana “sar e sar e, Kêlaşîn her de sar e” hate bîra min. Lê li Kêlaşînê li bin baskê Siyako di hembêza hevalê xwe de xew jî xweş e. Piştî meşeke dirêj, şevek bêxew di hembêza hevalê xwe de xew, weke zaroyê di hembêza dayîka xwe de bi ewle, Kendal jî ewqa bi ewle di hembêza hevalê xwe Bahoz de razabû… Çawa asîman Siyoko û Kêlaşîn di bin ewlehiya baskên xwe de veşartibû û stirandibû, Bahoz jî hembêza xwe ya bi ewle ji hevalê xwe Kendal re vekiribû û di bin baskên xwe de ew li hember bayê Kêlaşînê diparast. Pir sar bû, di wê sermayê de hevalê wî ji wî re hembêza xwe vekiribû. Li hember bayê Siyako ku li ser Kêlaşînê weke şûrê fermanê badibû û dengek ji çerxa felekê didizî dihat û weke kêrê li rûyê mirovan dixe. Li hember vê hembêza Bahoz ji Kendal re bibû sitarek ji sitara xewa şirîn. Kendal demên dirêj li zagrosan ango li Çarçêla, Cîlo û Govandê mabû, wî tama xewa wisa baş dizanî. Ji ber wê jî di kêliya yekê de ev firsend ji dest nerevand û serê xwe danî ser çonga hevalê xwe û kete xeweke şirîn ya zozanan.
Li gel me digotin “xewa herî xweş ya di bin reşmalên ku li zozanan hetine vedan de ne.” Yê me jî li ser lûtkeya Kêlaşînê ti reşmal tinebû ku em têde xeweke wisa bikin û gotinên kal û pîrên xwe bi cih bînin, ji ber wê jî di pêşila hevala/ê xwe de xeweke wisa neyê revandin. Di serma û seqema payîzê li zozanan tenê paxila hevalekî/ê dikare mirovan diparêze. Ew di hemû dem û wextan de ji hev re dil û hembêz vedikin. Di nava agirê şer de jî ji hev re dil û hembêz vedikin.
Dema min ev dîmen dît heval û memosteyê pîşeya me Xelîl Dag hate bîra min. Wî ti caran dîmenên wisa ji bîr nedikir. Ger derfetên wî hebûna fotografek dikêşa, ger nebûya jî ew dîmen dineqişande dilê xwe û dema ku li cihekî rûnişta dest davête pênsûs û lênûsa xwe ji wan re behsa serpêhatiya gêrîlayên Kurd û xwezaya wê ya bedew dikir. Wê demê di destê min de jî makîneya fotokêşanê hebû û min li wir hevalê xwe bi bîr anî û ew wêneya ku dibe di milê hunerî de ti qîmeta wê nebe kêşa. Lê dîmena ku derket ji bo min berdela gelek wêneyên hunerî bû. Dibe ew devera ku ez piştî salan çûmê, wî berê kêşabe û nivîsî be jî… lê min xwest bi çavên wî careke dî lê binêrim û bikêşim.
Dema tav diçû ava me jî xatirê xwe ji Siyako xwest û me dîsa dest bi meşa xwe ya demdirêj kir.
Ji pênûsa Ş. Denîz Fırat