QAMIŞLO – Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên herêma Cizîrê, di çarçoveya pêngava “Li dijî dagirkerî û îxanetê, werin cenga azadiyê”, li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li ser sivîlan, û ji bo şermezarkirina komkujiya Zaxoyê ku di encama wê de bi dehan kesên ereb hatin qetil kirin meşek li darxistin.
Bi beşdarbûna hejmareke zêde ya ciwanan ya ji bajarên cuda meşê destpêkir. Meşa ku bi siloganan destpêkirî, ji çerxerêya Osman Seberî heta Wargeha Ciwanan dewam kir.
Piştî ku meş gihîşt çerxerêya Wargeha Ciwanan li wê derê, bi deqeyekî rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên şoreşa Kurdistanê, ciwanan daxuyanî dan.
Daxuyaniya ciwanan ji aliyê endama Tevgera Ciwanên Şoreşger Eman Mihemed ve hate xwendin. Eman Mihemed di axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk ya dagirker ku li dijî sivîlan dike û got; “Dewleta Tirk ya dagirker rojane, hem li herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û hem jî li Başûrê Kurdistanê sivîlan qetil dike. Ev êrîşên ku tê kirin jî, ji aliyê hêzên navdewletî ve jî tu bertek nayên pêşxistin û ew jî bê dengiya xwe diparêzin. Her wiha herî dawî jî, ji aliyê êrîşî ser Zaxoyê kir, li wê derê bi dehan ciwan, zarok û jinên Îraqî qetil kirin, û birîndar kirin.”
Heman demê de Eman di daxuyaniya ku xwendî de diyar kir ku ger kes dengê xwe dernexe, wê ciwan însiyatîf bigirin û li ber van êrîşan rawestin û wiha domand; “Şêfê faşîzmê Erdoxan rojane gefên dagirkeriyê li axa Sûriyê dixe, li ser vê bingehê em tenê di asta şermezar kirina van êrîşan de namînin. Em ji hemû cîhanê re dibêjin, eger hûn nikarin hovîtiya Erdoxan û polîtîkayên dagir kirina xaka Sûriyê bidin seknandin, em weke ciwanên şoreşger ên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê amade ne, ku bi rihekî fedayî parastina gelên xwe yên li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bikin.
Herî dawî di daxuyaniya ku ji aliyê Eman Mihemed ve hatî xwendin hate gotin ku wê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê parastina destkeftiyên şoreşê bikin.
Çalakiya ciwanan bi siloganên “Bijî Serok Apo, Bijî Berxwedana Gelan, Na Ji Dagirkeriyê Re” bi dawî bû.