WAN – Dema ku polîsên Tirk ên faşîst hewl didan bikevin Navçeya Koyiçî ya Wanê, danê êvarê ji aliyê Yekîneyên Tolhildana Şehîdên Zindanê ve çalakiyek hate li darxistin. Hate diyar kirin ku di çalakiya bi çek û bombeyên deng de polîsên Tirk ên dagirker nekarîn bikevin taxê û polîs paşve gav avêtin e.
Bi temamî daxuyaniya Yekîneya Tolhildanê ya wiha ye;
“Di çalakiya ku me li dijî polîsên Tirk ên faşîst li darxistî de, me rê li ber polîsên faşîst girt û me nehêşt ku bikevin taxê û rê li ber wan girt. Divê dewleta Tirk ya faşîst vê baş bizane, weke ku fermandarê Şerê Gelê Şoreşgerî Şehîd Reşîd Serdar gotiye; “Emê dijmin heta siya dijmin jî, li ser van axan nehêlin”. Li ser vê bingehê divê hemû ciwanên Kurdistanê her tax û kolana ku lê ne ji polîsên faşîst biparêzin. Çalakiyên me yên li dijî polîsên Tirk ên faşîst wê bidomin. ”