SILÊMANÎ – Di saetên êvarî de komek Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Têkoşer li ber deriyê Parka Sera ya Silêmanî li dijî êrîşên dagirkeriyê û komkujiya dewleta Tirk a dagirker a li seyrangeha Perexê ya Zaxo ku ji civaka Ereb jin û zarok jî di nav de 9 kes hatin qetilkirin û 23 kes jî birîndar bûn çalakiyek li darxistin. Ciwanên ku li ber Parka Sera kom bûn, wêneyên komkujiyan hildabûn û daxwaz ji gelê Başûr kirin ku li dijî êrîşên dagirkerî û komkujiyên dewleta Tirk a dagirker xwedî helwest bin.
Berdevka Jinên Ciwan ên Têkoşer Şato Mihemed li vir axivî. Şato Mihemed bal kişand ser komkujiyên dewleta Tirk a dagirker û anî ziman ku ne cara yekeme, dewleta Tirk a dagiker komkujiyan li ser gelê Kurd dike. Şato Mihemed daxwaz ji gelê Başûr û Iraqê kir ku li ber êrîşên dagirkeriyê ya Tirk dengê xwe bilind bikin û bibin xwedî helwest.
Berdevka Jinên Ciwan ên Têkoşer Şato Mihemed diyar kir ku ew weke ciwan wê bi erk û berpirsyariyên xwe rabin û sûcên dewleta Tirk a dagirker tehşîr bikin. Her wiha Şato Mihemed bang li ciwanên Başûr jî kir ku bibin xwedî helwest û nerazîbûnên xwe li her derê nîşan bidin.
Piştî axaftinê ciwanan dirûşma “birûxe xiyanet” û ”leşkerên Tirkiye ji xaka Kurdistanê derbikeve” qîr kirin û ala Tirkiye şewitandin.