NAVENDA NÛÇEYAN –
Dem 8’ê adara 1998’an, berêvarê ye. Piştî perwerdeya giştî Rêbertî hevalên jin daye dora xwe û derketiye meşê. Hevala Sara mîna peykerekê hema li dû Rêbertî dimeşe. Hê ji destpêka komê ve bi Rêbertî re meşa azadiyê didomîne. Hewaya biharê bi hênikahî, tezetî, geşbûn û hêcana xwe li rûyê Rêbertî û hemû hevalan xwe diyar dike. Çawa ku her bihar xweza xwe nû dike, li baxçeyê Rêbertî jî ev nûbûn heye.
Rêbertî bi coş û hêcan e. Ji zaroktiya xwe ve bi xeyalên van rojan têkoşiyaye. Ya rast di her temenê jiyana xwe de jî dest ji van xeyalên xwe bernedaye; bi jinê re afirandina jiyaneke azad.
Piştî meşeke kin Rêbertî ji 30-35 hevalên jin ên li dû wî tên dixwaze ku li dora wî bibin xelek. Di nav wan de bi giranî milîtanên jin ên ciwan lê hema bêje ji her temenî jin hene. Ji her deverê welêt û ji neteweyên din hatine. Rêbertî di nav wan de dizîvire û diaxive. Destpêkê derbarê perwerdeya ku jê derketine de dipirse. Hevala Sara bi tevgereke pêşengeke xwezayî, li rûyê wê xêz û wateya xwedavendî bandorbûna ji perwerdeyê dibêje. Di rengê dengê wê de rihetiyek heye. Di her qonaxa têkoşîna azadiyê de cihê xwe girtiye û her gaveke vê meşê hêzeke cuda, wateyeke cuda tevlî wê kiriye. Bi wê re di guftûgoyeke din de Rêbertî şahînê li ser maseyê nîşan dide û jê re dibêje ‘tu mîna vî şahînî bi bask bûyî, bi firê ketîyî’.
Her hevala jin bi baldariyeke bêhempa lê guhdar dikin. Her gotina ku ji devê Rêbertî derdikeve mîna mifteya deriyê azadiyê ye,tê de hêviyên xwe dibînin, hemû tiştên xapînok ên ku ji wan re hatine wadkirin berdane û hatine li dora Rêbertî bûne xelek. Xelekeke ji periyan, xelekeke ji xweşikî û ji baweriyê, ji hezkirinê.
Rêbertî dibêje ku ‘mêr bi tena serê xwe nikarin jiyanê ava bikin, xetere ye’. Ango ji hevalên xwe yên jin dixwaze ku li keviyên jiyanê nemînin, tevlî jiyanê bibin. Ew jiyana ku wê tenê mêr ava bikin wê her tim ji we jinan re bi qeyd û bend be, bi êş û azar be. Ji bo mirovahiyê şer be, talan be, zilm û kedxwarî be. Û hevalên xwe yên jin şiyar dike. Lê wisa bi rihetî nayê bidestxistin, divê hûn bi sebir bin, cihên ku hûn jê hatine pir zêde tiştekî nedane we, we xwe pir îhmal kiriye.
Rêbertî dixwaze her hevala jin bizanibe ka kîjan şert û mercan ew anîne vî baxçeyê azadiyê. Balê dikşîne ser têkoşînê; ya herî girîng têkoşîna civakî ye. Dişibe mîna ku me hûn ji destê Zeûsan rizgar kiribe.
Axaftin li ser girîngî û wateya roja 8’ê adarê didome. Roja jinê dibêje roja bipêşxistina jiyanê ye. Mirov dikare vê pêvajoyê ne tenê weke roja jinên azad binirxîne, her rojê bike roja jinên azad. Em viya pêk tînin. Lê tabî girîng e hûn jî xwe tevlî bikin. Ya tê xwestin xwedîderketin e.
Di awirên Rêbertî de kêfxweşiya bicîanîna soza ku ji zaroktiya xwe de daye hevalên xwe yên jin pir xweş xuya ye. Bi germahiyeke mîna tava biharê ku xwezayê vejîn dike li dora xwe dinihêre û diaxive. Ger mirov nizanibe sal 1998 e mirov ê bibêje qey dîmeneke ji dema xwedawend û xwedayên berê ve tê jiyankirin.
Rêbertî di nav xelekê de li dora xwe her zanyariyê dibarîne. Dibêje; ‘Jiyan li vê derê ye, ne li dereke din. Malbatan tiştek nedane we, we perîşan kirine.’ Dixwaze hevalên jin bi qiymeta vî baxçeyî, vê akademiyê bizanibin, her kêlî, her henaseya wê binirxînin, veguherînin wate û hêzê. Nîqaşan bikin, ew zimanên ku hatine lalkirin biaxivin, xîtaba xwe bicêribînin. Bi bandor bin, her tim cêribandinan bikin, wê pirsgirêk herî baş çawa bên çareserkirin hîn bibin. Şoreşgerî wiha tê pêşxistin li vê derê hîn bibin. Ev akademî şûna vê ye. Bi qasî li tu derî nebe hiş û ramana we li vê derê serbixwe ye û bi vî hişê azad hûn dikarin ji nû ve xwe keşîf bikin, biafirînin, ev ji we re pêwîst e.
Û guftogoya ku bi meşê dest pê kiribû cardin bi meşê berdewam dike. Lê hema kêliyek beriya wê Rêbertî ji hevalên xwe yên jin dipirse ‘ka çima hûn li welêt jî meşên wiha li dar naxin! Ne meşên fizîkî; meşên azadiyê, meşên moralê.’ Diyar dike ku xebata ku ew qet jê acis nabe meşên azadiyê ne, meşa ku mirov dikare bibêje hîç naqede.
Dîmeneke ku ev bû çend car in ez lê temaşe dikim, tu car jê têr nabim. Mîna ku ez jî di nav wê xelekê de li dora Rêbertiya xwe bim. Bi wê hêcanê temaşe dikim.
Baxçeyê azadiyê êdî ber û berhem daye. Bêhna azadiyê li her devera cîhanê belav bûye. Her jina ku dixwaze nîrên koletiyê bişkêne tê ji kulîlkên vî baxçeyî bêhn dike. Her henaseya ku ji felsefeya Rêbertî dikşîne dibe xwîna teze û ruh û can dide.
Şagirta baxçeyê azadiyê, hevala meşa dirêj Hevala Sara, pêşenga jinên azad, meşa xwe ya azadiyê berdewam dike. Lê niha êdî bi bask bûye û bi firê ketiye, difire li ser asîmanê welatê me. Em şervanên azadiyê niha li dû şopên wê yên ku ji me re hiştine kulîlkên azadiyê diçînin.
Ji Pênûsa Sema Delîl Amed