PALERMO – Festîvala Fîlman a 14’emîn a SîcîlyAmbîensê îsal di navbera 11-16’ê Tîrmehê de li Şaredariya San Vîto Lo Capo ya Sîcîlyayê hate kirin. Ji Rojhilata Dûr, Efrîka, Rojhilata Navîn, Ewropa û Emerîkayê 35 berhem tevlî festîvalê bûn.
Ji xeynî nîşandanên fîlman semîner û panel jî hatin li dar xistin û di juriyan de bi tenê jinan cih girtin.
Di festîvalê de ji bo fîlmê herî baş, belgefîlma herî baş, mafên mirovan û hawîrdorê xelat hatin dayîn.
‘XELAT A WAN JINAN E KU LI HEMBERÎ DAÎŞ’Ê ŞER KIRINE’
Belgefîlma Hêza hêjayî Xelata Mafên Mirovan a Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî hate dîtin.
Çêker Afat Baz jî li ser navê koma belgefîlmê xelat stend û got “Xelat a wan jinan e ku li hemberî feraseta DAÎŞ’ê şer kirine û li ser vê rêyê şehîd bûne.”