NAVENDA NÛÇEYAN –
Awyer Botan Nivîsandiye….
Gelên Rojhilata Navîn divê vê zanibe ku dijmineke wan ê hevpar heye, ew jî dewleta Tirk a dagirker ku her kêlî û fersendê bibîne wê êrîş bike û xaka welatekê dagir bike. Ji xwe ya niha tê kirin, piştrastkirina vê gotina li jor in.
Dewleta Tirk bi nemerdane ji bo êrîşî deverekê bike, hinek aliyan bi xwe ve dide girêdan û wisa êrîşên xwe rewa dide nîşandan. Mîna ku xelkê wê herêmê jî li dijî wê, ew jî hevpar sînorên xwe diparêze. Bi salan e dewleta Tirk li Rojhilata Navîn ev lîstikên du alî sê alî lîst. Êdî her tişt kifş e, li ber çav e.
Dewleta Tirk li Sûriye, Iraq, Lîbaya, Ermenistan û heta gelek welatên Erebî bi reng û rêbazên cuda ketiye nav û dixwaze Osmaniya berê vegerîne herêmê û sultantiyê pêş bixe. Di vê çarçoveyê de bi her rengî êrîş dike, bi çeteyan êrîş dike, bi balafir û dronan êrîşî her kesê dike. Di van êrîşan de jin, zarok bê ku bên berçavgirtin tên qetilkirin.
Herî dawî li Seyrangeha Perexê ya li Zaxo di encama bomberdûmana artêşa Tirk a dagirker de jin û zarok jî di nav de 9 kesên civaka Ereb hatin qetilkirin, 23 kes jî birîndar bûn. Ev komkujî ye, trajediyeke ku para her kesê di serî de Iraq û Herêma Kurdistanê û hêzên navneteweyî ya li ber êrîşan çavê xwe digire ye.
A girîng ji niha şûnde ye, bi salan e ciwan û zarokên Kurd tên qetilkirin. Îro ku eger ji civaka Ereb jî para xwe ji vê girt, divê ciwanên Kurd û Ereb mil bi mil, li dijî her cûre êrîş û dagirkeriya Tirkiye xwe bi rêxistin bike û li ber rabe. Tirkiye xwe li Rojhilata Navîn weke hungivek pêçaye û xwe dide xwarin. Lê rastî hungivek jehrî ye. Xwe dide kîjan alî ew alî têk diçe û alozî lê serî hildide.
Îro çawa ku li seranserî Iraqê li dijî vê êrîşê xwepêşandanên mezin hene, divê taybet ciwanên Kurd ên li Başûrê Kurdistanê û hemû ciwanên demokrasî û azadiyê li ber vê rabe. Xwe bi rêxistin bike, li hev kom bibin. Ji derveyî xwe rêxistinkirin û têkoşîna gelan ne mimkûne ku dewleteke dagirker a Tirk ku Ewropa û NATO piştevanî dike hilweşe. NATO û Ewropa jî bi qasî Tirkiye sûcdar e. Çekên Tirkiye bikar tîne çekên NATO û Ewopan e.
Ciwanên Kurd û Ereb divê komkujiya Zaxo ji bo xwe bikin sedemê rêxistina ciwanên Kurd û Ereb. Bike sedemê têkoşîneke hevpar a gelê Kurd-Ereb li ser esasê parastina xak û welat, başkirina rewşa jiyan û parastina netewa xwe.
Derfetê vê yekê heye û ciwanên Kurd ên çarparçeyan dikarin pêşengtiya vê bike. Dikarin bi çalakî û peyamên xwe dengê xwe li dengê ciwanên Ereb ên li Bexda, Besra, Necef, Kerkûk, Mûsil û hwd. zêde bike û piştevaniya xwe ya ji bo çalakiyên wan nîşan bide. Her wiha dikare di bin sêwaneke xurt a netewî de li hev kom bibin. Sêwaneke xurt a têkoşîna ciwanên Kurd û Ereb bi rêk bixin, di her warî de li Iraq, Sûriye û Kurdistanê li dijî her cûre stemkarî û zilma dijmin bikeve nava liv û tevgerê.
Hemwext ciwanên Ereb jî divê rola ciwanên Kurd ên li dijî dagirkeriyê bibîne û wê ji bo xwe esas bigire. Îro tenê Tirkiye dijminahiyê li Iraqê nake, destê Îranê, Îsraîl û DYE’yê li Iraqê heye û naxwaze aramî li herêmê pêk bê. Iraq ji ber destdirêjiya van welatan tim bi krîz û qeyran e. Ciwanên Ereb divê rewşê wisa bi hêviya hişmendiya heta niha ve tê meşandin nehêle. Li Iraqê pêwîstî bi hişmendiyek nûjen a Iraqî heye ku li ser esasê xweserî û vîna gelê Iraqê bê meşandin heye.
Ciwanên Iraqî ku vê yekê neke, teqez destwerdanên zêdetir wê bibin, wê êrîş ne tenê li sînorê Kurdistanê sibe dikare li nava Bexda û Besra jî heman rengî bibin.
Divê neyê ji bîrkirin, esmanê Iraqê û Sûriyeyê di bin serweriya dronên Tirkiyeyê de. Her kêlî û her fersendê dikare bi van dronan êrîşî civakê bike û şoreşgeran bike. Ev bi serê xwe metirsiyeke mezin e, li ser Iraq, Sûriye û herêma Kurdistanê. Ji bo vê eger ev rastî bê dîtin, li gorî wê tevger bê kirin, wê rê li gelek komkûjiyên nû li ser civaka me bê girtin. Na ku ev yek neyê kirin, siberojek reş û tarî bi aloz li pêşiya civaka Kurd û Ereb dîsa pêkhateyên herêmê heye.
Rêxistinkirin û perwerde dikare yekîtî û yekrêziyeke xurt di nava ciwanên Kurd-Ereb û dîsa pêkhateyên li herêmê bide avakirin û her demê weke dînamîkekê hazir û amade be ji bo her tiştî. Ezmûn û tecrûbeyên ciwanên Kurd ya li dijî dagirkeriyê heye. Her wiha ezmûneke xurt a ciwanên Ereb jî heye. Em cîranên hev û heta li ser yek erdnîgariyê dijîn, dijminên me yên hevpar heye, çima em hêzeke xwe ya rêxistinkirî û xurt ava nekin? Ti sedem li pêşiya vê yekê nîne ku hêzek xurt neyê avakirin. Ji bo wê ye ku divê ciwan bi vê erk û mîsyonê rabe û ezmûnên xwe têkoşîna xwe li bin yek sêwanê de bigihîne hev û hevpar li ber xwe bide.
Eger em bixwazin welatek aram ji bo zarokên gelê xwe ava bikin, em ciwan divê ji berdêlan re amade bin. Em ê berdêl bidin ji bo zarok neyên qetilkirin û bijîn. Em ê berdêl bidin ji bo zarok bi zimanê xwe û çanda xwe bê metirsî li ser vê xakê bijî. Em ê berdêl bidin yekîtiya nava gelan çêbibe. Xwîna ciwanên Kurd û Ereb tevlîhev bibe ku Kurd û Ereb bikarin li bin siya wê dara bi xwînê hatî avdan bijî…