NAVENDA NÛÇEYAN – Însiyatîfa Zarokên Agir dîmenê çalakiya ku li Suleymanpaşa ya Tekîrdagê bendera keştiyan û keştî şewitandine parve kir, Însiyatîfê derbarê çalakiya ku li darxistine de daxuyanî dan.
Di daxuyaniyê de hate gotin; ” Em wek Înîsiyatîfa Zarokên Agir, li Tirkiyê û her derê din jî, hedefên ku me danîne pêşiya xwe, ji bo pêkanîna wan emê çalakiyên xwe bidomînin. Divê hemû desthilat bizanbin, wê hesaba dagirkeriya wan ya li Kurdistanê were pirsîn.”
Derbarê encama çalakiyê de ev agahî hatin dayîn;
Di 23.07.2022’an de li Suleymanpaşa ya Tekîrdagê gelek keştiyên ku li bendera keştiyan de bûn û ayîdê faşîstan bûn, ji aliyê Înîsiyatîfa Zarokên Agir ve hatin şewitandin.