RIHA – Rayedarên girtîgehê îdiya kirin ku Yilmaz di 24’ê Tîrmehê de dema ku bi tena serê xwe di hemamê de bû xwe kuştiye.
Cenazeyê Yilmaz piştî lêkolînên li cihê bûyerê birin morga Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Rihayê.
Di salên dawî de li girtîgehên Tirkiyeyê yên ku binpêkirinên mafan ên nedîtî lê hatin, gelek girtiyan jiyana xwe ji dest dan. Malbat û saziyên mafên mirovan bertek nîşan didin ku piraniya girtiyan bi zext, êşkence û gefan an tên înfazkirin an jî ber bi xwekuştinê ve dibin.