NAVENDA NÛÇEYAN – Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) bi wesîleya 13‘emîn salvegera damezrandina Tevgera Goran peyamek pîrozbahiyê weşand.
Di peyama KCK’ê de ev tişt hatin gotin:
“Birêzan damezrînerên giştî, endamên yekeya weguhêzer û endamên civata niştîmanî;
Bi boneya 13’yemîn salvegera damezrandina Tevgera Goran, li ser navê hemû endamên rêveber û kadroyên KCK’ê em germtirîn pîrozbahiya xwe arasteyê we birêzan û hemû endam û alîgirên Tevgera Goran dikin.
Tevgera Goran wek hêzeke siyasî ya ji helwesta azadîxwaz, dadperwer û demokrasîxwaz a Başûrê Kurdistanê derketiye, bi pêşengiya rehmetî Newşîrvan Mistefa û hevrêyên wî mohra xwe li guhertinên siyasî û civakî ya Başûrê Kurdistanê da û bû cihê hêvî û baweriya gel a ji bo mafperwerî, azadî û wekheviyê.
Hêvîdarin ku bi esasgirtina hêz û vîna gelê me bikarin di çareserkirina pirsgirêkan û avakirina jiyaneke azad û demokratîk de roleke pêşengî bilîzin û her tim serketî û serfiraz bin.”