DÊRÎK – Tevgera Ciwanên Şoreşger li bajarê Dêrîkê derbarê pêvajoya heyî de ji gel re civînek li darxist.
Li bajarê Dêrîkê gundê Til Xenzîr ya girêdayî Koçerata, ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve, derbarê xeta têkoşîna Şerê Gelê Şoreşgerî û tevahî pêvajoya heyî de, ji gelên gund re civînek li darxistin.
Bi tevlîbûna dehan kesan civîna ciwanan, bi deqeyekî rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên şoreşê destpêkir. Destpêkê ciwanan, bal kişandin ser têkoşîn û berxwedana Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ya li hember hêzên emperyalîst û gotin; “Ev bû 24 salin, Rêber Apo di zîndana Îmraliyê de dîl hatiye girtin. Hêzên emperyalîst li hember Rêber Apo ji her aliyan de êrîşan pêk tînin. Lê belê li hember wan tevahî hêzan Rêber Apo berxwedanekî bê hempa raber dike. Ji ber vê jî hêzên emperyalîst, ji şerê li dijî Rêber Apo negirtin, êrîşî anîn ser Tevgera Azadiyê. Lê belê li vir jî rastî berxwedanekî dijwar hatin.”
Her wiha ciwanan domandin û gotin; “Piştî ku dagirkeran şikadinên mezin li Îmralî û Herêmên Parastina Medyayê, jiyan kirin, berê xwe dan ser herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, da ku van şikandin û binkeftinên xwe veşêrin. Lê bila dijmin jî baş bizanibe, ku emê jî bi rihê Şerê Gelê Şoreşgerî têkoşîna xwe bilind bikin û dagirkeriyê têk bibin.”
Di berdewamê de ciwanan bal kişandin ser hovîtî û komkujiyên ku dewleta Tirk ya dagirker li dijî civakên azadîxwaz pêk tîne, û li hemberî wê divê têkoşînekî çawa were meşandin vegotin.
Di dawiyê de civîn bi berzkirina siloganên weke “Bijî Serok Apo, Bijî Berxwedana Gerîla, Bijî Berxwedana Gelan” bi dawî bû.