NAVENDA NÛÇEYAN –
Di wan salan de Mûş û Bingol jî girêdayî Amedê bûn. Cara yekem ewqes bi rêxistinkirî, gêrîla di sala 91’an de dadiket nava gel. Li deşta Mûşê hê jî gel gêrîla nedîtibû. Dema destpêkê em çûn cem wan, gel ji me gelek ditirsiya. Ji ber ku Kurdbûna xwe ji bîr kiribûn.Dijmin jî gelek propagandayên nebaş di derheqê gêrîla de kiribû.Gotibûn “Gerîla pir hov e, ne Misilman in, nemirov in, ji mirovatiyê gelek dûr in û hwd.” Lewma li gor wan gêrîla nemirov bû. Tiştê herî xirab dikir. Nêrîna ku li ser me belav kiribûn ev bû. Wisa lê hatibû ku gava qala gêrîla dihate kirin, herkes kezeba wê/wî diqetiya.
Me di demeke wiha de plansaziyên xwe, ji bo daketina nava gel çêkir. Bi taybet ji bo ku gel me binase, rastiya xwe, welatê xwe û dîroka xwe nasbike, me dê dest bi hewldanan bikira. Bi kinasî PKK û gêrîla, bi giştî armanca me, divê bihata nasandin.
Mûş bi xwe dikeve quntara çiyayê Kortekê. Li aliyê din çiyayê Qozmê ye, Deşta Mûşê bi xwe jî bi ava Muradê ve dibe du beû. Bi Avareşê ve, di navîna deştê de digihîjin hevdu. Di aliyê xwezayê de gelek xweşik e. Mirov gava ji çiyayê Quzmê, li deştê dinêre, Avareş li aliyekê, ava Muradê li aliyekê, bi şînkahiya xwe ve bêhna tutûnê ji wê deştê dihat. Ev der bi tutûna xwe binav û deng in. Ji aliyê din ve jî silk hatibûn çandin. Hemû gundî li van bax û bîstanan kar dikirin. Dema mirov wisa ji çiyayê Quzmê, lideştê dinêrî, tenê dixwest li van deran bimîne.
Xweşikbûneke wisaye ku mirov naxwaze ji vê dîmenê qut bibe. Piştî min cara yekemîn dît, min tenê dixwast rojekê ez bi rengekî azad, deştê û gundên li wir bigerim, biçim ser ava wan deran, biçim wan tutûnan bêhn bikim, bi wê bêhna xweş li hawîrdorê temaşe bikim. Divê ku ez bêjim, ev hesreta dilê min, di dawî de pêk hat.
Me bi grûba xwe re plansazî kiribû û em li gor wê dadiketin deştê, em diçûn zoman, lê di hedefa me de çuna cem du eşîran hebû. Yek jê eşîra Badikan, ya din jî eşîra Elmanan bû. Em çûn gundê bi navê Mixakonê.Ev gund, heta wê rojê qet heval nedîtibûn.Di navîna deştê de bû.Li ser rêya giştî bû, aliyê din jî trêna leşkerî derbas dibû.Ev trên nemaze Tîmên Taybet ya artêşa Tirk dibir û dianî.Bi kinasî daketina wî gundî gelek xeternak bû.
Ez û hevalekî xort, me berê xwe da wî gundî. Sê çar hevalên xort jî bi me re daketin nava gund, lê bi me re wê nehatibûna nav malan. Êvarî bi cilên gêrîla em daketin deştê.Me grûba hevalên xort li ser rêya giştî hîşt. Ji bo ku gava dijmin hat em bikaribin bi parastin xwe ji nava gund xilas bikin. Sê heval, li ser wê rêyê kemîn avêtin.Ez û sê hevalê xort jî daketin nava gund.
Me li kijan derî xist û gava me got em gêrîlayên PKK’ê ne, ziravê wan qetiya, hinekan xwe veşartin, hinekan xwe li jurên dîtir veşartin, dilerizîn, devê wan li hevdu diket, nedizanîn çawa bersiva me bidin. Wan wisa dizanîn ku em hatine wan bikujin. Ji ber wisa bihîstibûn.Ez û hevalekî xort çûn mala muxtar.Telefon di gund de li mala muxtar hebû. Ji bo ku me îxbar nekedijmin bi hatina me agahdar neke, em çûn mala wî û me telefona wî qut kir. Piştre me telefon bi xwe re anî mizgeftê. Em du heval, di gund de geriyan û me gundî kom kir, ew her du hevalên din jî xwe ji bo axaftinê amade dikirin.
Gundî pir tirsiyabûn.Lingê wan direilî. Di rûyê hemûyan de tirseke mezin, te digot qey ji bo kuştinê dihatin komkirin. Ji milekî ve kena me dihat, ji milekî ve jî em di dilê xwe de pir diqehirîn. Çawa dijmin dikare me ewqes xirab bide nasandin. Ji tirsan re be jî hinek jin û zilam, li ber mizgeftê kom bûn.
Me hemû dane rûnişkandin. Wan ji me pirsîn û gotin: “Ma hûn ewqes in?”
Me jî got: “Na, tev dora gund heval girtine, em hemû xwe nîşanî we nadin.”
Ji bo ku gel, me nede destê dijmin, me di derheqê hejmara xwe de nerast gotibû. Cara yekemîn bû ku gêrîla dihate dîtin, carayekemîn bû ku me ji wanre civîn çêdikir, her tişt cara yekemîn bû. Em jî di nava heyecaneke mezin de bû. Me jî nedizanî nêzikatiya wan, wê çawa be. Li ser her tiştekê di nav gêrîlayan de dîtin hevaleke jin, bi serê xwe ji wan re balkêş û sosret dihat. Li ew qubika ku tê de mele ezan dixwîne û wez dide, ez û hevalekî xort bi hev re sekinîn. Me destpêkê wêneyê Rêbertî danî ber qubikê, piştre ala ARGK, PKK, wêneyê hevalên şehîd ên ku li cem me hebûn, me danî pêşiya xwe û nameya Hevalê Zeynel ku demeke nêz şehîd bibû, me danî pêşiya xwe.
Gel li wir temaşeyî me dikir, di çavên wan de tenê tirseke mezin xuya dikir. Du heval jî çun li ber deriyê mizgeftê, cihê xwe girtin. Jixwe sê heval jî li ser rêyê, kemîn avêtibûn. Min dest bi axaftinê kir,min di destpêkê de got:“Rabin ser xwe, em ê li ser ruhê şehîdan fatiheyekê bixwînin.”
Hemû jin û zilam bi hev re rabûn ser xwe. Hemû bi hev re, fatihe xwendin. Piştî wê me got: “Em ê yek deqe, li ser ruhê şehîdan rawestin”
Herkes bi me re rawestiyan.Me ew dan rûnişkandin. Tişta balkêş ew bû kuli mizgeftê dengekî herî biçûk jî dernediket. Derzî li erdê biketa, wê herkesê dengê wê bihîsibûya.Bi meraqeke mezin li min dinêrîn û dixwestin fêm bikin ku ka emê çi bi wan bikin. Axaftina min li ser mijara “Hûn kê/kî ne, çi ne, PKK ji bo çi derketiye, rewşa Kurdan û piranî mijara Kurd û Kurdistanê bû. Dîsa hatina keçan li serê çiya ji bo çiye û hwd.” Me her tişt ji wan re vegot û di dawiyê de me got: “Hûn jî Kurd in, lê dijminhûn bi gelek rengan xapandiye û hwd. Mijara din jî, li ser rewşa me bû. Me ji wan re danasîna dijmin a şaş li ser me vegot û me xwest em bi wan bidin fêmkirin ku em ne mirovên wisa ne, em zarokên Kurd in, em zarokên wan bi xwe ne. Ew tabloya ku dijmin li ser me dabû çêkirin, me xwest em hinek be jî li ber çavên wan xera bikin. “Dijmin me Kurdan pir ji hev parçe kiriye, em ji bo we li serê çiya şer dikin, lê dijmin dixwazewe ji Kurdiyetiyê dûr bixîne, em ji bo Kurd û Kurdistanê şer dikin. Em dixwazin hûn azad di welatê xwe de bijîn, bi zimanê xwe bijîn, ji rastiya xwe şerm nekin, dijmin di her aliyê de mafê me xwariye, em dixwazin hûn, em weke hemû mirovan li ser xaka xwe bijîn.”
Xelkê gund di şokê de bûn. Hem tiştên ku dihatin gotin û hem jî jinekê wisa li pêşberî wan diaxivî, ji bo wan tişteke pir sosret û acêb bû. Tiştekbû nehatibû dîtin. Keçek hatibû gundê wan, bi zimanê wan, li beramberî zilam, kal û pîran, jin û zarokan, di mizgeftê de li ser rewşa welat, li ser rewşa wan diaxivî. Weke xewn û xeyalekê bû ji bo wan. Ji wan re digot rabin, ew radibûn, digot rûnin ew dirûniştin, bi wan fatîhe daxwendin. Pirsên pir dîrokî û bêhejmar bi yek carî, di nav hev de êrîşî ser mejiyê wan dikir.Lê ji ber ku tişta bi çavan xwe dîtin zindî bû, zû bi rastiyan hesiyan.Carekê di nava civînê de, me dît dengê guleya çek hat. Me mêzand gel tirsiya, me got “Netirsin, hevalên me ne, îşaret didine me”. Lê belê ne hevalên me bûn, me tenê xwest ku gel nekeve nava panîkê.Me civîna xwe xelas kir.
Gel pir kêfxwaş bibû. Bi taybet jin pir kêfxwaş bibûn. Keçek di imrê zaroka wan de, hemû zilam û jin rakire ser piyan û li rûbirûyê wan axivî. Ji bo wan ev bûyer bûyereke pir bi heybet, semyan û weke xewnan bû. Gava me xatirê xwe ji wan xwest û me ji wan re got:“Em ê hertim hev bibînin, hûnê werin cem me, em ê werin cem we, em yê hev in. Divê hûn bi tirs nêzî me nebin, vaye we me nas kir, bi tiştên ku dijmin ji bo me dibêje bawer nekin, em ne wisa ne, em wek zarokên we ne. Hûn dayîk û bavên me ne, xwîşk û birayên me ne.”
Berî ku em biçin, me telefona muxtar jî da wan. Hema li wir hinekan gotin:“Em we bi seyare bibin deştê re derbas bikin.”
Ji ber dereng bibû û me nedikarî em deştê bibirin, em hemû heval ketine hundirê seyarêû em bi rê ketin.Xwediyê seyarê gelek kêfxweş bibû.Em bi seyare gihandin serê çiyayê Quzmê.Wî em hîştin û zivirî. Piştî wê, em bêhtir diçûn nava deştê, nava zoman, me civîn ji wan re çêdikir, me bi wan re nîqaş dikirin.
Rojekê dîsa ez û du hevalên xort, em daketin deştê.Em dîsa çûn wî gundî.Malekê hinek derveyî gund hebû, em çûn wê malê. Me dizanîbû hatibûn civînê, me got em herin wê malê. Mal bi mal em kesî zêde nasnakin.Tenê di civînê de, me rûyê wan nas kiriye. Me li deriyê wan xist, ew di xew de bûn. Gotin: “Hûn kê ne?”
Hevalên xort gotin: “Em in, em PKK’yî ne!”
Wan car dî gotin: “Em kesekê PKK nasnakin”
Vê carê hevalên me gotin: “Ger hûn derî venekin, emê li vir, ber deriyê we bisekinin.”
Cardî wan gotin: “Ma hûn kî ne?”
Min vê carê got: “Derî vekin em in, em PKK ne”Min navê xwe ji wan re got. Yek car me dît derî vebû. Gotin: “Wey!Xwîşkêtuyî, hûn bi xêr hatine.”
Êdî nas kirin ku em rastî heval in, em ne kontr-gêrîla ne. Mal ewqes kêfxwaş bibû nedizanîn ji bo me çi bikin. Xwarin ji bo me çêkirin. Jin û zilam û zarokên wan hebûn.Li hemberî me hemû pir rêz digirtin. Jina malê ji min re got: “Heval, di jiyana xwe de cara yekemîn keçeke ciwan, ew zilamên ku me nediwêrî em li hemberî wan dengê xwe bikin, ew rakirin û da rûnişkandin, zilamê gund tev di civînê de nediwêrîn bêjin ‘pist’ yanî tu jineke pir jêhatîyî, ez wisa kêfxwaş bûm ku, tu nizanî.Min di dilê xwe de got: “Wele tenê evan keçikan dikarin di derheqê van zilaman derkevin.” Dîsa zilamê wê jî gelek bi rêz nêzî me dibû.Em piştre jî gelek caran çûn û hatin wê malê.Em çûn gelek malên dîtir jî.
Belê, Gelê Kurd li wir jî ne tenê li axaftina me, li jiyana me jî mêzand.Ger jiyana me, weke keç û xortên gêrîla bawerî nedabûya wan gundiyan, negengaz bû ku deriyê xwe ji me re vekiribûna. Di wan salan de, zimanê me zêde tiştek nedikarî bigota, lê jiyana me gelek tişt digot. Jiyana ku me li derveyî sînorê deshilatdaran avakirî, me xwe bi wê jiyanê ji sînorê jiyana civakî ya paşverû derxist.
Di wan salan de, weke keç, li serê çiya mayîn, bi hevalên xort re gerîn û li ser de jî baweriya gel bidestxistin serkeftina herî mezin bû. Ji ber ku me hemûyan jî dizaniya, li Kurdistanê an bi gustîlik an jî bi kefen keç wê ji malê derketibûna. Derketina derveyî vê sînorê, weke henaseyekê, weke nefesekê bû. Bi taybet jibo jinên ku di bin zextê civakê de difetisîn wisa bû. Cardin min li wir dît ku azadî weke lehî ye, ger rêyeke biçûk jî bibîne dê biherike. Wê xwe bigîne her derê.
Gava carek be jî, mirov azadiyê tam bike negengaze ku ji bîr bike. Me jinên Kurd li çiyayên Kurdistanê azadî tam kiriye û em ticar dest jê bernadin.Di vê rêyê de jî her meşa me ya ber bi jinên Kurd û gelê me dê bidome.
Ji Pênûsa Rihan Amûdê