CEZA’A – Di 6’ê Tîrmehê de Rêveberiya Xwaser a Bakur-Rojhilatê Sûriyê li hember êrîşên dagirkeriya Tirk, rewşa awarte ragihand. Li ser vê esasê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li tevahî herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, xebatên xwe yên ji bo rêxistin û perwerde kirina gel, di çarçoveya Şerê Gelê Şoreşgerî de dewam dikin.
Li ser vê bingehê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên bajarê Ceza’a, ji bo gelê bajêr civînek derbarê rastiya Şerê Gelê Şoreşgerî de li darxistin. Di civînê de ciwanan bal kişandin ser yekîtiya gelan û têkoşîna hevpar ya di xeta Şerê Gelê Şoreşgerî de.
Heman demê de piştî ku ciwanan civîn bi dawî kirin, dest bi perwerdeya leşkerî ya fêrbûna çek kirin. Her wiha hate diyar kirin ku wê xebatên ciwanan, ya li dijî êrîşên dagirkeriyê berdewam bikin.