MINBIC – Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên bajarê Minbicê, li dijî êrîşên dagirkeriyê, ji bo silav kirina berxwedana gerîla, heman demê de ji bo rêxistinkirina gel di xeta Şerê Gelê Şoreşgerî çalakî li darxistin.
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên bajarê Minbicê, li dijî gef û êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk ya dagirker, ji gelên bajêr re sinevizyonek li darxistin.
Sinevizyona ciwanan bi qeyeke rêzgirtin ji bo giyana tevahî şehîdên şoreşa Kurdistanê destpêkir. Piştî wê derbarê Şerê Gelê Şoreşgerî û berxwedana gerîla de sinevizyon hate pêşkêş kirin.
Çalakiya ciwanan bi berzkirina siloganan bi dawî bû.