LONDON – Li paytexta Îngilîstan Londonê, Înîsiyatîfa Ciwanên Başûrê Kurdistanê, li dijî xiyaneta PDK’ê û hevkariya wî ya bi dewleta Tirk ya dagirker re, li ber avahiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê çalakiyek li darxistin.
Çalakî bi silogan û axaftinên bi Soranî, Îngilîzî û Tirkî dest pêkir. Piştî axaftinan girseya gel bi dirûşme û pankartan heta avahiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Londonê meşiyan.
Dema xwepêşandar gihîştin ber ofîsa Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Barzanî û PDK’ê ji ber hevkariyên xwe yên bi dagirkeriya Tirkiyê re hatin şermezar kirin. Girseyê ciwanan diyar kirin ku PDK’ê û dewleta Tirk ve ber dawiyê ve diçin. Ciwanên Başûrê Kurdistanê li ber avahiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê tabela şikandin. Ji wan kesên li ofîsa Hikûmeta Herêmê Kurdistanê re gotin; “Ger hûn ji xiyaneta xwe natirsin, derkevin.”
Ciwanên Başûr li dijî xiyanet û hevkariya PDK’ê dirûşmeyên“Em nahêlin ala me qirêj bibe“ berz kirin. Ciwanan anî ziman ku wê gelê Başûr nehêle ala wan ji bo xiyanet û lîstikên qirêj bê bikaranîn.