Artêşa Dewleta Tirk ji bo tevgereke din a dagirkeriyê 15’ê Nîsanê berê xwe da Zapê [Zê] û Avaşînê. Ji bo ku karibe bi rehetî wan deveran dagir bike, PDK jî daye kêleka xwe. Çekdarên PDK’ê hem rê nîşanî wan didin, hem îstîxbaratê didin wan. Lê wekî berê dîsa derbê dixwin. Ew dizanin ku wê nikaribin berxwedana gerîlayan têk bibin, lê dîsa jî çima berê xwe didin tevgereke wiha ?
Sedemên wê pirr in. Yek jê, civakê bi vê yekê mijûl dikin û rojevê diguherînin. Ya din temenê xwe dirêj dikin. Ev ji bo dewleta Tirk û ji bo PDK’ê jî lê ye. Ji ber ku niha her du jî ketine heman pozîsyonê. Encama ku bi dest bixin, diyar e. Ew mehkûmî têkçûnê ne. Ji ber ku ne li cem civakê ne û dûrî civakê ne, ew ê wenda bikin. Yê bi ser dikeve, gerîlayên Kurdistanê û PKK ne. Ew bi hêza xwe şer dikin û pişta xwe nadin ti hêzên mêtinger. Lewma jî, ev tevger jî wê bi serketina gerîlayan bi encam bibe.
Yên ku axa Başûrê Kurdistanê diparêze, gerîlayên Kurdistanê ne. Ji sala 2014’an heta 2017’an me ev yek dît. Gerîlayan ji Şengalê heta Kerkûk, Mexmûr, Hewlêr, Gulale û Xurmatûyê, li dijî DAIŞ’ê şer kir. Rêveberiya Başûr û PDK’ê ji PKK’ê ev yek xwestin û PKK ket çeperên berxwedanê. PKK’ê ji bo vê yekê jî mineta xwe nekir. Wan digot, karê me parastina axa Kurdistanê ye û ev yek kirin. Lê piştre çi hat guhertin û PDK’ê ji bo çi got; çi karê PKK’ê li Başûr heye?
Ma ne serokê PDK’ê Mesûd Barzanî bû li Mexmûrê çû cem gerîlayan û spasiya wan kir. Wan gerîlayan ji bo parastina axa Başûr canê xwe feda kir. Hin dîmen hebûn, wan nîşan dida ku gerîla û pêşmerge di yek çeperî de li dijî dagirkeran şer dikin. Û vê yekê kêfa her kesî anî. Kesî li dijî wan tiştek negot. Ma qey gelekî zor e ku PDK îro rabe û dîsa bi PKK’ê re li dijî dagirkeran şer bike. Gerîlayên ku doh axa başûr diparastin, îro jî li ser heman xetê ne. Yê ku ne li ser rê ye, ew jî PDK ye.
Heger em li dagirkeriyê binihêrin, yê ku rê li ber dagirkeriyê vedike PDK ye. Qaşo ji bo serxwebûna Kurdistanê referandûm kirin û wê Kurdistan serbixwe bûya. Lê dev ji serxwebûnê berdin, erdên di destê xwe de ji dagirkeran re berdan. PDK bi siyaseta referandûmê Kurdistan pêşkêşî dagirkeran kir.
Gelo meseleya referandûmê ji ku derket û kê ew xapandin? Yan jî PDK’ê bi zanebûn ev yek kir. Wan dizanîbû wê encam bi vî rengî be. Dibe ku siyaseteke şaş yan jî siyaseteke bi zanebûn be. Lê di encama vê siyasetê de zêdeyî nîvê axa Başûr ji dest çû. Yê mayî jî PDK dixe destê dewleta Tirk. Ma ne dewleta Tirk bû di dema referandûmê de gef li wan dixwarin. Piştî referandûmê jî bûn dostê hev û vê dostaniyê hişt ku dewleta Tirk axa başûr dagir bike. Li ser esasê ku dijminatiyê bi gelê xwe re bike, hevkarî kirin.
Hevkariya wan herî zêde zerarê dide xelkê Başûr. Dewleta Tirk bi artêş, îstîxbarat, aborî û şerê taybet Başûrê Kurdistanê dagir kiriye. Ev dagirkerî li her warî xuya dike. Rêveberiya heyî li şûna ku xizmeta gel bike û alîkariya xelkê bike, berevajî tevdigere. Ji gel dîstine û didize.
Li aliyekî bi destê xwe rê li ber dagirkeriyê vedike, li aliyê din bi agahî û nûçeyên derew hewl dide civakê bixapîne. Desthilatdariya PDK’ê û çapemeniya wê bi temamî ketine bin kontrola şerê taybet ê dewleta Tirk. Ew çi dixwazin li gorî wê tevdigerin. Tiştekî wan ê serbixwe tineye.
Her tişt girêdayî dewleta Tirk e. Rêveberiyeke bi vî rengî tiştekî ku bide gel nemaye. Ji serî heta binî, ketine çerxa dizî û gendeliyê. Derdê wan bûye berjewendiyên wan. Ji bo vê yekê jî her rê û rêbaza xerab bi kar tînin. Welatparêzî û Kurdayetî ne xema wan e. Heger xema Kurd û Kurdistanê xwaribana, nediketin çerxa xiyanetê.
Demekê qala serxwebûna Kurdistanê dikirin. Lê niha em dibînin, ew referandûm jî lîstikek bû.
Aslan Aslan Nivîsandîye….